Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

KCK:Mîchalîs Charalampîdîs dortekî hêja yê gelê kurd bû

KCK’ê ji bo dostê gelê kurdan Mîchalîs Charalampîdîs ev peyan parvekir: “Parazvanê têkoşîna azadiya gelê pondus û dostekî hêja yê gelê kurd bû. Em ê bîranînên wî di têkoşîna azadiyê ya gelê kurd de bidin jiyîn û her tim wî bi bîr bînin.”

Rêveberê Tevgera Sosyalîst a Panhellenîk (PASOK) û ji edîtorên Encamnameya Saziya Tevgerê Mîchalîs Charalampîdîs 27’ê Adarê roja çarşemê ji nişka ve jiyana xwe ji dest da. Hevserokên Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat û Cemîl Bayik bi vê wesîleyê peyameke sersaxiyê weşandin.
Peyama Hevserokên Konseya Rêveber a KCK’ê sersaxiyê wiha ye:

“Agahiya xembar û dilsoj a wefata Birêz Mîchalîs Charalampîdîs, gihişte me û em bi vê yêkê gelek xemgîn bûn. Birêz Mîchalîs Charalampîdîs, parazvanê têkoşîna azadiya gelê pondus û dostekî mezin ê gelê kurd bû. Birêz Mîchalîs Charalampîdîs dehan salan hem li Yewnanistanê hem li Rojhilata Navîn, kurd û pêşengên kurdan re rabûye rûniştiye û ji bo çareseriya pirsgirêka kurd kar kiriye. Her wiha ew dostê tevgera me jî bû. Di salên 1990’an de li welatê Sûriyeyê, gelek caran Rêberê me birêz Abdullah Ocalan ziyaret kiriye û bi wî re hevpeyvîn pêkanîne. Piştî esareta Serok Apo jî, tevlî kampanya azadiya wî bûye û li hemû qadan mafên wî parastine.

Malbata Charalampîdîs, xelkê bajarê Tarabzonê ne û ji ber zilm û qetlîamên dewleta tirk, koçê Yewnanistanê kirine. Birêz Mîchalîs Charalampîdîs, yek ji wan kesan e yên ku jenosîda dewleta Tirk a li ser gelê Pondî meşandî, anîn rojevê û li her qada Cîhanê li ser rawestiya yî. birêz Mîchalîs Charalampîdîs, weke têkoşerekî gelê pontus derketiye pêş û têkoşîna gelê pontus li cîhanê daye naskirin. Di heman demê de hem gelê pontus li kurdan daye naskirin û hem jî bûye pirek dostaniyê di navbera gelê kurd û gelê Yewnan û gelê Pontus de. Di çareseriya pirsgirêka kurd de ne tenê weke dostekî, heman demê de weke hevalekî xebitiye. Piştî destpêkirina Şoreşa Rojava, bûye parazvanekî Şoreşa Rojava jî. Di heman demê de li ser pirgirêka pontus û kurdan gelek pirtûk nivîsandine û çapkirine. Her wiha di vî warî de dehan meqale û hevpeyvîn nivîsîne û belav kirine. Di asta cîhanê de weke pisporekî meseleya pontus û kurd, li dehan konferans, semîner û panelan de, li ser çareseriya pirsgirêka pontus û kurd axaftin kirine û peyam belav kirine.

Birêz Mîchalîs Charalampîdîs temamê jiyana xwe de, li Yewnanistanê ji bo komelgeyekî azad û wekhev, ji bo sîstemeke adil û demokratîk xebitiye. Di gelek waran de bi kar û xebatên xwe yên bê hempa, bûye hemwelatiyekî hêja yê Yewnanistanê. wefata birêz Mîchalîs Charalampîdîs, ji bo gelê Kurd, ji bo gelê Yewnanistanê û ji bo gelê Pontus, windahiyek mezin e. Em ji ber wefata Birêz Mîchalîs Charalampîdîs, gelek xemgînin, xemgîniya malbatê û dost û hevalên wî parve dikin. Bi vê munasebetê em sersaxiyê didine malbata birêz Mîchalîs Charalampîdîs, dost û hevalên wî û hemû gelê yewnan û pontus.

Di têkoşîna azadiya gelê Kurdistanê de, em ê bîranînên birêz Mîchalîs Charalampîdîs zîndî bigirin û em ê wî her tim bi dilekî germ bi bîr bînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar