Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

KDP li Bradostê civînan pêk anî

KDP ji bo xwe ji bertekên ‘Brakujiyê’ paqij bike li herêma Bradostê ketiye gera îknakirinê. Hat diyarkirin ku rêveberên KDP’ê û kesek li ser navê Tirkiye li Sidêkan bi gel re civîn pêk anîne. Di civînê de gotine “raste me pêşmerge sewqê heremê kirine lê armanc ji bo Tirkiye tenê di herêma Xakurkê de bimîne û zêde pêşde neye”

Êrîşên Tirkiye li ser herêma Bradost a girêdayê navçeya Soran a Hewlerê ya Herêma Kurdistan a Federal berdewam dikin. Bombebarana bi balafirên şer ên F-16 ku di heremê de berdewam dike. Di van bombebaranan de niştecihên heremê ziyana madî û manewî ya mezin dibînin. Hat diyarkirin ku rêveberên PDK’ê û yek kesek ji niştecihên heremê ku li ser navê Tirkiye dixebite li bajaroka Sidêkan a di herêma Bradostê di baregeha partiyê ya PDK’ê de bi gel re komcivînek pêk anî. Berpirsê yekîneya qada 10’emîn a Herêma Soran a PDK’ê Elî Ewnî  Midûrê Asayîşa Bajaroka Sidêkan Şêx Husên ê wek ji bo têkiliya Tirkiye bi gelê heremê re çêbike û di bin navê Têkildarê gel tê zanîn jî heyî li baregeha bajaroka Sidêkan a PDK’ê civîn li darxistin.

Li gor kesên tevlî civînê bûne û bertek nîşanê nûnerên heremî yên PDK’ê dane û di ragihandina xwe de dan zanîn ku ji ber bertekên gelê heremê ya derbarê ‘dixwazin brakujiyê’ pêk bînin niha jî ketine nav hewildana xwe ji wan bertekan paqij bikin. Heman kesan anîn ziman ku bi rojane gelê heremê bertek nîşanê peşmergeyan a hatina li heremê ji bo piştgiriyê bidin dewleta tirk didin. Îro jî di wê civînî de hatina peşmergeyan a di heremê de ji bo cihên ku dewleta tirk wê dagir bike ew bi cih bibin li xwe mikûr hatin. Hat destnîşankirin ku di civînê de hatiye gotin ku armanca hatina pêşmergeyan ji bo dewleta tirk tenê di herêma Xakurkê de bimîne zêde pêş de ne yê.

Hat diyarkirin ku kesê bi navê Şêx Husên jî di axaftina xwe de wekî berdevkê dewleta tirk an jî berdevkê artêşa tirk tevdigere û gotiye ku ew dixwaze gelê heremê navbêra xwe û dewleta tirk baş bikin. DUHOK

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar