Şoreşa me ya li Kurdistanê Şoreşeke hezkirinê ye. Me vê vala negot. Şoreşa me ji bo azweriyên herî mezin e. Ev jixwe pir şênber e. Ma ku ev wisa neba, me hewqas mirovî û hewqas keçên ciwan dikaribû bikişanda? Ger azweriya mezin nebe, peroşmendiyeke mezin û mezinahiya hestan nebe, ev ne gengaz e. Ji bo ku di PKK’ê de mirov vê mezinahiyê nebîne, divê mirov kor be. Şûna ku ev wisa bê dîtin, mirov nikare qala jiyandina xweperestiyê bike. Na, tu kes nikare vê mezinahiyê derveyî bike, yê ku ne layiqê vê mezinahiyê ye nikare nêzîkatî pêşan bike. Ev, berevajiyê xwezaya rasteqîna PKK’ê ye. Kes bila kesî nexapîne. Ji bo tu kesî têkiliyên erzan tune. Ji bo min jî wisa ye. Ez vê bibêjim; ez ne miriyê jinê me. Berevajî jin pir hewcedarê me ye. Lê ji bo qezenckirina têkiliyekê, şer pêwîst dike, ked pêwîst dike. Ev keç beredayî eleqeyê nîşanê me nadin. Ew ji ber vê yekê eleqe nîşan didin: Em wana hindik zêde bi azadiyê re nasdar dikin, ji wan re azadiya axaftinê, azadiya rêxistinê ya ku di jiyana wan de nayê dîtin û jiyaneke ku eleqeyê dikişîne pêşkeş dikin; em vê ji destê yekem pêşkeş dikin. Pir şênber e, ev têkiliya xwe bi têkoşînekê ve heye.
Nexwe ka em artêşeke şer û agir ê çawa ne, diyar e. Lê ew bi xwe jî baş dizanin ku, bixwazin hindek rûmet, şeref û kesayet bi dest bixin, pêwîst e ku li ba me rê wergirin. Vê yekê weke navê xwe dizanin, eleqeya wan jî, di vê bingehê de ye. Puxte ev e. Dibe ku hinekî din xafîl bin, dibe ku hinekî din karên çewt kiribin, lê puxte ev e. Di bingehê tevlîbûna jinê ya PKK’ê de ev heye. Ev zagon e, ev zagonê tevlîbûna jinê ye.
Ev rêgez ango zagon pir girîng e. Ji ber ku vê şêwazê min bi xwe amade kiriye û hatiye asta zagonekê. Jin, bi mirina xwe tevlî vê tevgerê dibe û hewqas dayîna pakrewanan tê. Kes nikare bibêje, ji ber ku merivê wê li wirê ye hat. Nikare bibêje, ji bo vê eşîretê hat. Bi misogerî û bi teşeyekê perçiqîner sedemê tevlîbûna jinê û xwe bi xwînê selimandinê, azweriya azadiyê ye. Dibe pêwîsteka wê ya jiyana bi rûmet û bi şeref. Ger tu bibî layiqê vê, hingê dikare wateya têkiliyên te hebe. Tu nikarî bêrêzdarî bikî. Tevlîbûneke azad e. Tu nikarî bibêjî, “stû bidim tewandin, lewaz e, bi kar bînim!’’ ango “ji rê derxînim û bi kar bînim!’’ Wê gavê tu berevajiyê zagonê bikevî û ji ber ku tu berevajiyê zagonê ketî, wê tu bê cezakirin.
Di wirê de tevlîbûneke azadiya mezin heye û divê tu bergîdanê bidî. Tu dizanî, tevlibûna azad di şer de ji mirov serkeftin dixwaze, wekhevî dixwaze, her cure asta rêkxistiniyê dixwaze, jidiltiyê dixwaze; bi misogerî rizgarkirina welat û her cure şer bi serkeftin dayîn dixwaze. Ger tu bixwazî bikevî têkiliya azad, wê tu vana çêbikî. Ku tu vana çênekî, nikarî nêzîk bibî. Ji têkiliyê re hêza te tune, tu dixînî, bi cureyek sîxur î, bêsinc î û bi dijmin re yî.
Ez xwe, weke yekî sermiyanê malbatê nabînim, lê ku em PKK’ê bişibînin malbatekê, em wê têxin şûna malbatekê, emê çima keçeka xwe bidin yekî bêsinc ango emê çima xortekî xwe yê baş bikin qurbanê keçeka serserî? Di her halî de ê me jî, qasî malbatekê rûmeta me heye. Ma jixwe malbata me, bi rastî jî malbateke şerkar e. Rêgeza xwe heye, şerê xwe yê erjeng heye. Emê li hember pîvanên malbata xwe rêzdar bin. Tu kes nikare bibêje, “min xweperestiya xwe wisa da axaftin’’, “di hundirê min de azwerî, hest û ajoyên nayên zept û reptê, ger ku wisa fersend peyda bikin wê serî rakin, naverastê serûbin bikin!’’ Na, malbata me malbateke pir rişt e. Belkî weke yekî bêxêr, weke her malbatekê dikarî di çespandinan de peyda bibî, lê di nava me de qet! Tu karibî hez bikî, mezin hez bike. Xortên me yên herî egîd, keçên me jî, ji bona şerên mezin, jî bona azadiya mezin in; pêşengên wê yên zadegan û jiyana bi rûmet in. Ez jî tê de, mafê tu kesî tune ku vê berevajî bike. Ez, jixwe xizmeta vê ya mezin dikim. Pir baş dizanim, bi hezaran keçên ku ji hêla zilamekî me ve weke jinên pir erzan tê dîtin, nêzîkbûna nayê bawerkirin nîşan dame û bi xizmetê nêzîk bûme. Ma hun zilamên pir hişxmend ango pir egîd û sergiran in, ez dîn im ango xizmetkarekî sihêl im? Ez di vê sehayê de şervantiya azadiyê diceribînim. Hun jî tiştên wisa pêşkeş bikin, xizmet bikin, bila têkiliya we pêş bikeve.
Ez, têkiliyên ku qezenc dikim bi hêsanî, bi nemerdî û ketîbûnî nadime bikaranîn. Ger tu zilam bî, zilamtiya xwe pêşî di warê siyasî, civakî û leşkerî de biselimîne! Dîsa tu keçeka ku hezkirinê û ji bandorên mezin re dixwaze rê bidî vekirin bî, pêşî di nava refên têkoşînê de ka tu çawa kasayetiyekê bi rûmet, azad û xwedî nasnameya wekhev î, biselimîne! Çavkaniya hezkirinê ev e.
Niha nezanim, di asta têgînê de pirsgirêk pir balkêş in û pratîkê bibînin. Em çawa bijîn? Va, pratîk ev e; ev pratîka herî mezin e. Niha pevretiya we ya li virê pratîka herî mezin e. Refbûniya di nava gerîla de pratîka herî mezin e. Hûn hê çi dixwazin? Bi xistina hev, hev û dî girtin û revandin, hin têkiliyên hetikandinê nabin! Na, hezkirin wisa nabe, zayendîtî jî wisa nabe.
Em zayendîtiyê eyb nabînin, lê di bin teşeyên bêrûmet de wisa karanînê re tenê em dikarin bi tifkirinê bersîv bidin. Divê zayendîtî pîrozkar be, têkilî di radeya dawî de xwedî rêzdarî be. Tê gotin, “em van teşeyan peyda nakin!’’ Tu zilamekî herî ketî yê dijmin î, ne mirov î. Yên wisa, mafên xwe yên têkiliyê qet tune. Hûn dizanin ku mafê zewicandina koleyan tune. Ji ber ku hûn ji koleyan xirabtirîn di rewşekî de peyda dibin, ger hûn rizgar nebin, mafê we yê zewacê nabe. Hûn xwe azad dihesibînin. Ma komara tirk (KT’ê) te azad kiriye? Tu ji vê bawer dikî? Ma ji koleyan xirabtir bi te nekiriye? Kole, mafên xwe yên avakirina têkiliya civakî nîn in. Kole, tenê ji hinekî din re xulamtiyê dikin. Jina kole jî, mêrê kole jî nabe. Jina kole tê kirîn, tê firotin, zilam jî di her karî de tê bikaranîn. Yanî ger ku em ji têoriya koletiyê re bersîveke rast bidin, a ku li me tê çespandin, ji koletiyê wêdetir wateyek xwe hebe, wê demê ka têkiliya civakî çi ye, azadiya di têkiliya jin-zilam de çi ye, wê tu têbigihîjî. Di oxira azadiyê de şer bikî.
Ez nabêjim, ez her tiştî bi çare çar çêdikim. Lê ezmûneya min vê nîşan dide: Ji bo ji tiştekî re maf bê qezenckirin, divê pêşî di oxira wê de têkoşîneke baş bê dayîn. Ez jî li pey têkiliya erzan geriyam û min peyda kir. Lê wê belayeke çawa bi serê min ve hatiba. Mînak artêş ji bo çi ye? Artêş ji bo lêxistina hezar cure dijminatiyê ye, ji bo gihîştina azadiyê ye; ji bo pevgihîna we ya azad û wekhev e.Ger şêwaza malbata we ya we xwedîkirinê bê dîqatkirin, çi tiştek ne ji bo tiştekî din e. Her yek ji bo xiyanetê, ji bo rewşeke pir ketî ye. Ger hûn bixwazin bibin yên hev, pêwendiya vê bi kedeke mezin û tevgera şer heye. Vê rêgezê hema di her carî de em xirab nekin, bi nemerdî û durûtî em peşk lê nexin. Rêgez rêgez e û divê pêwîstekên wê bi cî bên. Ji bo ku hûn hev û dî qezenc bikin, pêdivî bi şerekî mezin heye. Yanî ger em hezkirineke zadegan dixwazin, diviya ye ku ev wisa bê destgirtin.
Çawa ku min got, ne eyb e. Min ceriband, eleqeya min ji gelek keçan re hebû, pir hezkarên min hebûn. Tev jî hê di hişê min de ne û min tevan jî vekir. Hezkarên min, min kişandin ber bi ku derê ve? Ger ku gengaz be, ji bo me welatekî ku karibe jê bê hezkirin û civakeke karibe bi hev re bê jiyîn biafirîne. Wekî din encamekî ku tu ji hezkirinê derxînî tune. Tebî heke ku hezkarên we hebin û hun hezkirinê bizanibin… Ez, şiroveya hezkirinê wisa çêdikim. Ne tenê xweşiktiya jin ango zilam, dema li her xweşiktiyê dinêrim, encamê hema ji her yê xweşik derdixim, wê veguherandina welatekî, yanî welatekî qezenckirin bû. Piştre jî pirsa emê çawa welat qezenc bikin kete rojevê. Ma mirov wisa bêrêkxistinî dibe hêz? Bêyî artêş, bêhêz mirov dikare şer bide? Heke ku ev tev nebin, mirov dikare bigihîje xweşiktiyê? Ma tu mêtîngeran nabînî? Ew, te nagihînin tiştekî herî
piçûcik. Ku bide, tenê ji bo xulamtiyê dide. Û ev, xapandinek e. Niha ez, van tevan çema dixwazim dubare bikim? Hûn di têgihîştinê de pir rikoker in. Yanî kêmahiya têgihiştinê, li hember têgihîştinê rik heye. Bi taybetî jî, wê li ser jiyana xwe sepandinê de, hûn pir zoriyê dikiúînin. Hûn, mezinahiya nav PKK’ê bi tu cureyan bi xwe nadin pejirandin. Hûn, rasteqîna serokatiyê ka çi diderbirîne, di bingeh de li ser xwe nadine sepandin. şûna hêza sepandinê, hûn xweperestîya xwe diçespînin. Di wirê de jî pevçûn dertê. Ji ber ku rêgez heye, di oxira wê de têkoşîneke mezin heye. Û tu jî milîtan î. Wê tu bi vê re nekevî nava pêvçûnê, wê tu nirx li ser zêde bikî. Ez vê jî bibêjim: Em naxwazin yek ji we jî destanan binivîse, lê tenê em dixwazin hun bibin şervanekî ku bi hêsanî nayê daqurtandin. Di hundirê sînorên dikare bê pejirandin de bibin şervanek. Ev jî ji bo me nirxekî mezin diderbirîne. Lê heke hûn di vê xebatê de dixwazin bibin serok, zagon û rêpîvanên wê hene. Ez asta netew didahûrînim, nikarim durûtîyê bikim. Hûn belkî weke pêwîsteka ehbab-çawîştî û herêmperestiyê ango di oxira xweperestiya xwe de, xwe têxin subjektivîzmê, tengbûnê, seranseriyê û xapandinokiyê, lê ji bo min ev ne gengaz e. Em ê dahûrînê di asta netew, heta gengaz be di asteke ku tevahî mirovatiyê eleqedar dike de bibin. Tebî hemû ol, felsefe û siyaset ji bo mirovatiyê ne. Tenê ne ji bo welatekî, ji bo hemû zayendan in. Heke em sosyalîst bin, bi rastî jî ji bo wekhevî û azadiya herî pêşketî ne. Divê em, sepandina vana bizanibin.
Çavkanî: Pirtûka Çawa Bijî