Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Keça Leyla Guven: Em bi fikar in ku agahiyeke nebaş were

Keça Leyla Guven Sabîha Temîzkan li ser rewşa Guven axivî û wiha got: “Derd û daxwaza dayika min ew e ku bes rondik ji çavan bibarin. Em bi tirs û fikar in ku di her kêliyê de agahiyeke nebaş were.”

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven, ji bo tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe, 60 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorvger de ye. Keça wê Sabîha Temîzkan ji ANF’ê re behsa rewşa tenduristiya dayika xwe kir. Temîzkan diyar kir herî dawî 31’ê kanûnê dayika xwe dîtiye.

Sabîha Temîzkan anî ziman ku dayika wê ji aliyê fizîkî ve baş xuya dikir û heta wê wextê dikarîbû li ser pêyan bisekine û wiha got: “Lê belê tenduristiya wê ji asta krîtîk derbas bû. Êdî tansiyona wê dikeve, bê hal dibe, êşa serî peyda bûye, gêj dibe, ji ronahî, bêhn û deng re gelekî hesas bûye û êşa mîdeyê pê re çêbûye. Ava şor û şêrîn û vîtamînê digire. Vîtamîna B1’ê jî didin. Tevî ku rîskeke giran niha li ser jiyana wê nîne jî, em bi tirs û fikar in ku di her kêliyê de agahiyeke nebaş were. Ji ber ku êdî roja 60’î ya greva birçîbûnê ye û asta krîtîk e.”

Pêwîstî bi dengekî xurt heye

Temîzkan li ser bandora çalakî û piştgiriyên derve li ser girtîgehê jî wiha got: “Li dora daxwaza dayika min li hev civiyan û li girtîgehên din jî grevên birçîbûnê dest pê kirin. Li derve jî çalakiyên piştgiriyê tên lidarxistin. Lê belê pêwîstî bi wê heye ku dengekî hîn xurt bilind bibe. Grevên birçîbûnê di asta krîtîk de ne, lewma ji bo encameke neyînî dernekeve holê çi ji destê kê tê bila bike. Dayika min dibêje ku pêkhatina daxwaza wê dê pêşî li aştiya civakî veke. Yekane derd û daxwaza wê ew e ku bes rondik ji çavan bibarin. Ez ji rewşa wê bi tirs û fikar im. Em bibin dengê Leyla Guven û hevalên wê.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar