Kî çi dibêje bêje, heke Îro li Tirkiyê bêhna guherîneke tê sedema esasî ya vê rewşê têkoşîna kurda ye. Kurd, bi têkoşîneke bêhempa berdêleke giran dan û nehêlan ku plana çokdanînê serbikeve. Têkçûna plana çokdanînê her weha têkçûna sistema faşîst û takekesî ya Erdogan e.
Em dikarin vê rewşê bi sedan mînakan şirove bikin. Tiştê hatin jiyîn ne ji rêzê bûn. Dewleta xwînxwar bi siyaseta qirkirinê dimeşiya û ew aliyên ku îro derketine pêşberî gel û behsa maf û edaletê dikin jî piştgiriya vê siyaseta qirkirinê dikirin. Kêm aliyên çepgir û sosyalîst ne di tê de, ji Kemalîst heta lîberelan, ji çepgir heta muhafazakaran aliyek berfireh ya statûparêz her tim bi dewleta xwe re bûn. Li hember vê siyaseta qirêj, tenê kurd û hinek dostên kurda berxwe didan.
Niha di 14’ê Gulanê de hilbijartinek heye. Gelek kes jê bawer in ku ew ê Erdogan winda bike. Rast e. Ew ê Erdogan û hevşîrîkên wî winda bikin. Lê divê em ji bîr nekin windakirina 14’ê Gulanê, esasen di hilbijartinên herêmî ya 2019’an de destpêkir. Heke HDP ji bo windakirina AKP’ê gav neavêtiba, CHP ne li Stenbol û Enqerê, ne jî li gelek bajarên din şaredariyan bi dest nedixist. Her weha rêya têkçûna sîstema takekesî jî venedibû.
Mixabin, berdêla Stenbol û Enqerê, dîsa kurd dan. Erdoganê faşîst careke din hemû şaredariyên ku HDP’ê serketibûn bi qeyyûman xespkir. Li hember vê siyaseta ku ji kurda re bû gulle û qeyyûm, ew ên ku serketin, bi taybet CHP’ê çi kir? Belku carek du car navê HDP’ê bilêvkirin û sipas kirin. Ev qas!
Niha mirov dikare vê taktîka HDP’ê rexne bike. Bêje madem qedrê vê siyasetê naye zanîn we çima rêyek bi vî rengî hilbijart? Lê na! Rexneyek wiha ne li cî ye. Mesele ne qedirgirtin e. Mesele şaşiya siyaseta şer û qirkirinê ya dewletê ye. Kurd, ji bo azadiya xwe şer û têkoşîna xwe didomînin. Di nav vî têkoşînê de nîşandayîna hêz jî haletek e. Kurd, ji bilî qadên şer û têkoşînê yên din, di hilbijartinên herêmî de jî hêza xwe nîşan dan. Bi vê hêzê jî peyama xwe eşkere kirin, gotin, ‘Hişê xwe bigrin ser xwe. Hûn nikarin me bi şer biqedînin.’
Heke piştî vê pêngavê Erdogan di siyaseta xwe de gûherînek pêkbianiya, careke din rêya diyalog û muzakereyê vekira, ez bawer dikim ew ê bê bersîv nemana. Lê ew tu gûherînek pêkneanî û di ser de siyaseta qirkirinê mezin kir. Dîsa bîrnekin, êrîşên ser bi başûrê Kurdistanê piştî hilbijartinên 2019’an zêde bû. Dewlet, bêperwa dest bi karanîna çekên kîmyevî kir. Her weha zêdebûna êrîşên ser bi rojavayê Kurdistanê jî encama vê heyamê ye.
Niha hin kes dibêjin, li hember ev qas ezmonan, kurd ew ê careke din çima ji bo windakirina Erdogan gav biavêjin? Sedem û bersîv gelek basît e: Ji bo têkbirina siyaseta şer û qirkirinê! Bêgûman, ji bo yên tên jî ew ê rêyek nû vebe. Divê ew jî vê rêya nû bibînin û siyaseta xwe ji çav derbas bikin. Ji xwe heke serketinek pêk neye û Erdogan hukma xwe biparêze, rewşa aliyên statûparêz jî ew ê ji kurda cudatir nebe. Ew ê an tam bîadî Erdogan bikin, an jî ji kûştin heta zîndanîkirin û surgunê bi gelek êrîşan re rû bi rû bibin. Ji bo ev yek pêk neye û pêşî li dîktatoriyê bê girtin jî, pêwîstiya wan bi hevkariya kurda heye. Hevkariya kurda jî bê lihevkirin nabe! Ji bo vê yekê kurd dibêjin, ‘Wezîfa xwe bi cîh bînin. Ji bo avakirina jiyanek nû, jiyanek hevbeş û demokratîk gavan biavêjin.’ Heke ew yek gav biavêjin, ew ê kurd deh gav biavêjin. Ji bo dawî li siyaseta şer were û hemû pirsgirêk bi diyalog û muzakereyê werin çareserkirin, tenê ev rê heye.
Divê kurd bizanibin ku keda wan û berdêla wan ne vala ye. Qet şik nîne, yên gûherînê pêk bîne ev ked û berdêla wan e. Divê kurd vê rastiyê bibînin û bizanibin ku ew ne mecbûr in kesek li pişta xwe bigerînin. Belê, ne mecbûr in kesek li pişta xwe bigerînin, lê ji bo jiyanek hevbeş û demokratîk dikarin bi hemû aliyan re bimeşin.