Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Kedkar li Amedê bi dirûşma “Bijî Kurdistan, bimre xiyanet” meşiyan

Nûnerên sendîkayan li Amedê ji bo bangawaziya 1’ê Gulanê bi dirûşma “Bijî Kurdistan, bimre îxanet” meşiyan û hemû kes li dijî şer vexwendin mitînga 1’ê Gulanê ku dê li Qada Îstasyonê bê lidarxistin.

Gelek nûnerên sendîkayan li pêşiya avahiya Şaxa Hejmar 1 a Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) ya Amedê hatin gel hev û ji bo mitînga 1’ê Gulanê ku dê di roja yekşemê saet di 10.00’an de li Qada Îstasyonê bê lidarxistin, bang kirin. Mitîng dê bi dirûşma “Em ê bi hev re biguherînin” were lidarxistin. Çalakvanan beriya belavkirina belavokan, li semta Ofîsê ya navçeya Yenîşehîrê daxuyaniyeke kin dan. Li gel nûnerên sendîkayê, her wiha parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û gelek kes jî beşdarî daxuyaniyê bûn.

Li ser navê sendîkayê, Serokê Şaxa Hejmar 1 a Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) a Amedê ku di heman demê de Serokê Komîteya Amadekar a 1’ê Gulanê ye jî Kamûran Taş daxuyanî da. Taş diyar kir ku ew bi gel, ked û azadiyan re ne û wiha got: “Ji bo ked, edalet, aştî û demokrasiyê banga me ji bo hemû dostên me yên demokrasîxwaz ew e ku biherikin Qada Îstasyonê.” Piştî daxuyaniya Taş jî girseyê meşek li dar xist û belavok belav kirin.

 Zap silav kirin

Kedkar, li ser Kolan Gevranê meşiyan û di dema meşê de dirûşmên “Bijî 1’ê Gulanê”, “Bijî berxwedana karkeran”, “Em ê bi berxwdanê bi ser kevin”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Na ji şer re”, “Ciwan li vir in, li ser pêya ne”, “Bijî berxwedana gerîla”, “Bijî berxwedana Zapê” û “Bimre îxanet, bijî Kurdistan” berz kirin.

Çalakvanan belavok li esnaf û welatiyên li ser Kolanên Gevran û Ekîncîlerê belav kirin. Welatî û esnafan jî bi çepikan piştgirî dan kedkaran. Kedkaran, bang li welatiyan kir ku li dijî şer di 1’ê Gulanê de dakevin qadan.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar