Li dehan bajar û navçeyan bi sedhazaran karker û kedkar diherikin qadên 1’ê Gulanê. Karker, kedkar, jin û gel li dijî şer û pergala kedxwariyê daxwazên xwe tînin ziman. Girseyên ku biryardariya xwe ya yekitî, piştevanî û têkoşînê nîşan didin, her ku diçe qadan dadigirin. Her sazî û rêxistin bi al, pankart û dirûşmên xwe meşiyan û kortej bi kortej diherikin qadên 1’ê Gulanê.
Yek ji bajarên ku 1’ê Gulanê Cejna Karkeran lê tê pîrozkirin jî Wan e. Bi hezaran kedkar li Wanê diherikin qada 1’ê Gulanê. Rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî di saetên serê sibehê de li derdora Nexweşxaneya Hayatê hatin ba hev û kortej bi kortej û bi dirûşman ber bi Parka Mûsa Anter ve meşiyan. Di meşê de li dijî şer û pergala kedxwariyê dirûşm hatin berzkirin û li qadê jî xelekên govendê hatin gerandin. Karker û kedkar ji sê hêlan ve ketin qada mitîngê û gelek welatî jî beşdarî mitîngê bûn. Rojnamegerên li Wanê jî bi pêşengtiya Komneleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) beşdarî mitîngê bûn.
Mitîng bi rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî bi hezaran kesan bi yek dengî sirûda “Çerxa Şoreşê” xwend. Bi bidawîbûna sirûdê re girseyê dirûşmên “Şehîd namirin”, “Bijî berxwedana gerîla”, “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok” û “Bijî 1’ê Gulanê” berz kirin. Piştre jî Serokê Komîteya Amadekar Omer Tekîn kedkar silav kir. Tekîn, diyar kir ku di nava krîza aborî, zem û şer de êdî şertên jiyanê jî nemane û wiha got: “Divê em ji bo guherandina vê pergalê têbikoşin. AKP’ê hemû çavkaniyên aboriyê pêşkeşî komekê kirine.”
Rêvebera Navendî ya Egîtîm Senê Arzu Nûr Şîmşek jî anî ziman ku ew 1’ê Gulanê diyarî malbata Şenyaşar dikin û wiha got: “Divê desthilatdarî di zûtirin dem de dev ji polîtîkaya şer berde. Rejîma qesrê hewl dide bi polîtîkaya şer desthilatdariya xwe mîsoger bike. Ev rejîm, rejîmeke şerpeze û bêwijdan e. Piştgiriya gel a bo desthilatdariya AKP-MHP’ê roj bi roj kêmtir dibe lewma hewl didin bi polîtîkaya şer xwe li ser pêyan bigirin. Şer, bi kêrî pêşeroja demokratîk a gelên Tirkiyeyê nayê. Rejîma qesrê hewl dide bi girtina HDP’ê re xwe mayînde bike. Vê desthilatdariyê stratejiya xwe ya hilbijartinê bi temamî li ser şer amade kiriye.”
Piştî axaftina Şîmşek jî hunermend Pinar Aydinlar derket ser dikê. Bi hezaran kes li ber stranên Aydinler xelekên govendê gerandin.
Bi hezaran kedkar û karker li Dîlokê bi pêşengtiya Konfederasyona Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB), Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Yekitiya Odeya Endezyar û Mîmarên Tirk (TMMOB) û Şaxa Sendîkaya Karkerên Veguhestinê ya Tum (TUM TÎS) û bi dirûşma “Em ê bi hev re biguherînin” herikîn qada 1’ê Gulanê Cejna Karkeran.
Li Îzmîrê 1’ê Gulanê
Pîrozbahiya 1’ê Gulanê Cejna Karkeran a Cîhanê bi pêşengtiya Komîteya Amadekar a 1’ê Gulanê ya Îzmîrê ve li Qada Gundogdu ya Konakê hate lidarxistin. Qada pîrozbahiyê ji hêla karker, kedkar, jin û ciwanan ve hate tijekirin. Girse ji sê hêlan ve kete qadê û beşdaran bertek nîşanî polîtîkayên şer û kedxwariyê dan. Sendîkayên girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) ji hêla Qada Basmaneyê ve, yên girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Tirkiyeyê (Turk-Îş) ji hêla Bendergeha Alsancakê ve, yên girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), partiyên siyasî û sazî jî ji hêla Qada Cumhuriyetê ve ber bi qada mitîngê ve meşiyan. Di dema meşê de pankartên weke “Em ê teslîmî newekhevî, bêedaletî, bêhiqûqî, bêkarî û heqdestê hejariyê nebin”, “Em ê desthilatdariya heramxwiran biguherînin”, “Bijî 1’ê Gulanê” û dowîzên “Peymana Stenbolê ya me ye”, “Ji bo sekinandina tundiya li ser jinan bijî 1’ê Gulanê”, “Cejna karker û kedkaran pîroz be”, “Bila saetên demdirêj ên xebatê bên qedexekirin” û hwd. hatibûn vekirin. Di heman demê de girseyê bênavber dirûşmên “Her cih Taksîm her cih berxwedan”, “Hikûmet îstîfa”, “Em bêdeng namînin, natirsin, îtaet nakin”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Denîz Poyraz rûmeta me ye” hatin berzkirin.
Li gel partiyên siyasî, sendîkayan û rêxistinên jin, ekolojî û mafên mirovan; her wiha parlamenterên HDP û CHP’ê, xizmên madenvanên li Somayê jiyana xwe ji dest dane, madenvanên Somayê û karkerên ji beşên cuda jî beşdarî mitîngê bûn. Di mitîngê de girseyê hem ji bo daxwazên aborî û hem jî daxwazên xwe yên bo demokrasî û azadiyê dirûşm berz kirin. Girseyê, desthilatdariya AKP’ê weke sedema krîza aborî û siyasî nirxand û xwest ku îstîfa bike. Jinên kurd bi cil û bergên xwe yên kurdî beşdarî mitîngê bûn û wêneyên Denîz Poyraz hatin rakirin. Platforma Azadî ji Aysel Tugluk û Hemû Girtiyên Nexweş re jî li qada mitîngê bi daxwaza girtiyên nexweş standa îmzeyan vekir.
Gezî silav kirin
Mitîng bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo kesên di 1’ê Gulanên 1977’an û 1996’an û di çalakiyên Geziyê de jiyana xwe ji dest dayîn dest pê kir.
Piştre jî Nûnerê Herêma Egeyê yê DÎSK’ê Memîş Sari axivî û da zanîn ku ji ber krîza aborî, bêkarî, zem û pandemiyê, desthilatdariya AKP’ê şert û mercên giran li kedkaran ferz dike. Sari, destnîşan kir ku têkoşîna wan a li dijî van zext û kedxwariyê didome û dê bidome jî. Bi domdarî Sari navên kesên di doza Geziyê de hatine girtin û kesên di çalakiyên Geziyê de jiyana xwe ji dest dabûn xwend û diyar kir ku dê demokrasî bi Geziyê were welêt.
Piştî axaftina Sari, nameya girtiyan hate xwendin.
‘Çavkanî ji bo şer tên xerckirin’
Metna hevpar jî ji hêla Nûnerê Herêma Îzmîrê yê Turk-Îşê Hayrettîn Çakmak ve hate xwendin. Çakmak, destnîşan kir ku kedxwarî, newekhevî û bêedaletî li her devera cîhanê zêdetir dibe û wiha domand: “Nirx û çavkaniyên ku em kedkar diafirînin, ne ji bo hewcehiyên gel, karên biewle û jiyaneke mirovane tên bikaranîn. Ji bo şer û çekan tên bikaranîn. Di demekî ku bi milyaran kes her ku diçe xizantir dibin de kesên sermayedar her ku diçe dewlemendtir dibin. Xerabeya ku krîz û şer bi xwe re tîne, bandorê li kedkaran dike.”
Piştre jî Berdevkê Demê yê Platforma Şaxan a KESK a Îzmîrê Necîp Vardar axivî û ev tişt destnîşan kir: “Bi ruhê wekhevî, azadî û piştevaniyê yê Geziyê re em li qadên 1’ê Gulanê ne. Çiqas tiştekî hêja ye ku em alîgirên Geziyê ne. Ji bo ku îstîbdatê bi dawî bikin û azadiyê jî di tulîmê karkeran de bigerînin, em ê kesên ku ev tarîtiye avakirine bişînin. Çavkaniyên cemaweriyê, nirxên ku bi keda me tevekan hatine afirandin, xwezaya xweşik a welêt, xak, kevir, rûbar û her tiştekî vî welatî ji bo ku dewlemend bêhtir dewlemend bibin tên talankirin. Rayedarên desthilatdariyê ji cihên cuda mûçeyan werdigirin û çavkaniyên cemaweriyê pêşkeşî wan dikin. Lê dema kedkar daxwaza jiyaneke mirovane dikin jî dibêjin ‘çavkanî tune ne.’ Lê ev wiha nadome. Yên ku hemû nirxan diafirînin em in û em ê bi rê ve bibin.”
Nûrên sendîkayan li Taksîmê bûn
1’ê Gulanê Roja Yekitî, Piştevanî û Têkoşînê ango Cejna Karkeran e. Bi wesîleya rojê hemû rêyên derdikevin Qada Taksîmê ji aliyê polîsan ve hatine girtin. Her wiha kolanên ku derdikevin Cadeya Îstîklalê jî hemû hatine girtin. Tevî van astengiyan jî grûpên rêxistinên kedê û xwendekaran li nokteyên cuda kom bûn û ber bi Qada Taksîmê ve meşiyan.
Endamên Partiya Şoreşger li rawestgeha metroya Osmanbeya Şîşliyê li hev kom bûn û ber bi Qada Taksîmê ve meşiyan û dirûşm berz kirin. Polîsan pêşiya meşa grûbê girt û nêzî 10 kesan binçav kir, li wan dan û destê wan ji paş ve kelemçe kirin.
Şandeyek Konfedarasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), bi wesîleya 1’ê Gulanê Roja Yekitî, Piştevanî û Têkoşînê hat Qada Taksîmê. Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglu û endamên desteya rêveberên DÎSK’ê di nav de komek meşiya ber Peykerê Ataturk. Çerkezoglu tacegul danî ber peyker û wiha got: “Qada 1’ê Gulanê, Qada Taksîmê ye. Ji bo ku 1’ê Gulanê û Qada Taksîmê azad bibe, me têkoşînek dûr û dirêj da. Di salên 2010, 2011 û 2012’an de me pîrozbahiya herî mezin a 1’ê Gulanê li vê qadê li dar xistin.”
Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Tirkiyeyê (Turk-Îş) jî bi munasebeta 1’ê gulanê li Parka Arîf Nîhat Asya Bayrak daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de nûnerên sendîkayên girêdayî Turk-Îşê û karker jî amade bûn. Di daxuyaniyê de dowîzên “Ji teqawida bi darê zorê re na”, “Wekheviya karkerên 696 KHK’î daxwaza me ye” û hwd. hatin vekirin. Beşdaran her wiha dirûşmên “Rizgarî tune ye yan bi hev re yan jî ji me tu kes”, “Em ê bi berxwedanê ser kevin”, “Bijî 1’ê Gulanê, cejna karkeran” û “Em Tirkiyeyeke bêzem dixwazin” berz kirin. Karker, tevî zarokên xwe beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de Nûnerê Herêma 4’an a Turk-Îşê Edîp Gulnar axivî û da zanîn ku krîza aborî bandorekî rûxîner li ser hemû beşên civakê kiriye û barê pandemiyê jî li ser pişta kedkaran ma ye.
“Emê bi hev re biguherînin”
Piştî du salan, 1’ê Gulanê Cejna Kedkar û Karkeran dê bi dirûşma “Em ê bi hev re biguherînin” li Qada Tandogan a Enqereyê hat pîrozkirin. Karker û kedkar ji sê aliyan ve ketin qadê. Li Enqereyê Her sendika, ode, komele, sazî û partiyên siyasî bi dirûşim, pankart, dowîz û fîlamayên xwe beşdarî pîrozbahiyên 1’ê Gulanê bûn. Sendîka, partiyên siyasî û rêxistinên kedê bi dûrşemeyan ketin qadê.
Platforma Ked û Demokrasiyê bi minasebeta 1’ê Gulanê Cejna Kedkarên Cîhanê, li ber avahiya Şaxa Platforma Konfedarasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ya Colemêrgê daxuyaniya çapemeniyê da. Di daxuyaniyê de endam û rêveberên KESK, Konfedarasyona Sendîkaya Karkerên Şoreşger (DÎSK), Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Serokatiya Yekitiya Odeya Karmend û Sineatkarên Colemêrgê (HESOB), parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Saît Dede û gelek endam û rêveberên partiyê jî amade bûn. Beşdaran di daxuyaniyê de pankarta “Em ê bi hevre veguherînin, bijî 1’ê Gulanê” vekirin. di daxuyaniyê de amade bûn.
‘Ev fermana qirêj ne ya me ye’
Di destpêka daxuyaniyê de ji bo kesên di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hate girtin. Piştre jî dirûşmên “Bijî 1’ê Gulanê”, “Em ê bi hev re biguherînin”, “Jin, jiyan, azadî”, “Ji şer re na, aştî demildest”, “Bijî berxwedana kedkaran” û “Bijî têkoşîn, bijî piştgirî, bijî yekitî” hatin berzkirin. Di daxuyaniyê de Serokê Şaxa DÎSK’ê yê Colemêrgê Haluk Duran axivî. Duran da zanîn ku çapemeniya alîgir hewl dide bi propagandayeke xelet, rastiyê veşêre û wiha got: “Bi zext, tundî, sansûr û hêzên dewletê ve hewl didin qîrîna gel bitepisînin. Ev fermana qirêj ne fermana me ye. Ev fermana îstîsmarê tiştek nîne ku bide me.”