Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Kedkarê çapemeniya kurd Kaya li ser gora xwe hat bibîranîn

Damezrînerê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ku bi KHK’ê hat girtin û nûnerê wê yê Amedê Kadrî Kaya (Mamoste), di duyemîn salvegera mirina xwe de bi merasîmekê li ser gora xwe ya li Goristana Yenîkoyê ya Rezana Amedê hat bibîranîn. Malbata Kaya, hevalên wî yên xebatê û endam û rêveberên Komeleya Rojnamegeran a Dîcle û Firatê (DFG) û Paltforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKGP) xwestin tev li bîranînê bibin.

Polîsan hemû deriye Goristana Yenîkoyê girtin û îdia kirin ku serdana goristanan ji aliyê Walîtiya Amedê ve hatiye qedexekirin û nehiştin kes derbasî goristanê bibe. Welatiyên ku hatibûn serdana gorên xizmên xwe bertek nîşanî pêkanîn dan. Piştî hevdîtinên ku polîsan re hatin kirin destûr hat dayîn ku ji heval û malbata Kaya tenê 10 kes û rojnamegerên ku wê nûçeyê bişopandina derbasî goristanê bibin.

‘Hê jî dide hînkirin’

Li ser gora Kaya destpêkê Hevserokê DFG’ê Serdar Altan axaftinek kir û ev tişt anî ziman: “Îsal sala duyemîn a veqetîna Mamoste Kadrî ya ji nava me ye. Mirovek serkeftî bû, gelek stajyerên wî çêbûn û gelek rojnameger gihandin. Weke kesên ku pêre xebitîn û wî nas dikin em minnetdarê wî ne.”

Piştî Altan Hevseroka MGKP’ê Ayşe Guney jî axaftinek kir û wiha got: “Keda Mamoste Kadrî li ser me teva heye. Gelek tişt hînî me kir, piştî şehadeta xwe jî tişt hînî me dike. Bi tiştên ku li duh xwe hişt hînî me dike. Em jî weke kesên ku ji keda wî par girtine wî bi bîr tînin”

Piştî axaftinan beşdarên merasîmê qurnefîl danîn ser gora Kaya. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar