Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Kedkarê çapemeniya kurd Kadrî Kaya hat bibîranîn

Kedkarê çapemeniya kurd Kadrî Kaya di sêyemîn salvegera mirina xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn

Nûnerê Amedê yê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ku bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) hat girtin, Kadrî Kaya (Mamoste) di sêyemîn salvegera mirina xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn. Di bîranîna ku li Goristana Yenîkoyê hat lidarxistin de malbata Kaya, rêveber û endamên Komeleya Rojnamegerên Dîcle û Firatê (DFG) û Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKGP) û hevalên wî yên xebatê amade bûn.

Hevserokê DFG’ê Serdar Altan ê di bîranînê de axivî, diyar kir ku Kaya di qada çapemeniyê de bi xebat û têkoşîna xwe bandoreke mezin kir û wiha got: “Ji bo em wî careke din bi bîr bînin em îro li vir in. Bi hebûna xwe re bandoreke mezin li kar kir. Di hemû jiyana xwe de ji bo pêşvebirina çapemeniya azad û bidestxistina serketinê xebitî. Em weke hevalên wî em ê bîranîna wî bidomînin û li ser şopa wî bin, ev soza me ji bo wî û hemû şehîdên me yên çapemeniyê ye.”

‘Dê têkoşîna wî bigihêje armanca xwe’

Pişt re Hevserokê Komeleya Lêkolînê ya Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) Rifat Ronî da zanîn ku ji ciwantiyê ve Kaya nas dike û wiha got: “Ez bi wî re diçûm dibistanê. Di tevahiya jiyana xwe de ji bo hatina aştiyê û pêşketina çapemeniya azad xebitî. Em wî bi rêzdarî bi bîr tînin. Ev têkoşîn wê teqez bigihêje armanca xwe.”

Piştî axaftinên hatin kirin kulîlk danîn ser gora Kaya. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar