Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Kekê 3 ‘Peşmergeyê Roj!’: Çekên xwe deynin û vegerin malê

Heysem Mehmûd Elî ku sê birayên wî di nav koma bi navê ‘Peşmergeyên Roj!’ de ne, diyar kir ku yên ku bi dijmin re dimeşe, ne kurd in û wiha got: “Ew ne şerê dijmin dikin, şerê xwe dikin. Ev cihê şermezarkirinê ye û dijmirovî ye. Êdî kêr gihîştiye hestî. Ev 40 sal in dijmin nikare gerîla bişikînê, hûn ê jî nikaribin. Wê çekê deynin û vegerin warê xwe.”

Heysem Mehmûd Elî (45) yên bi navê Xesan (35) û Basil (29) û Mihemed (28) di sala 2012`an de ji rojavayê Kurdistanê koçî başûrê Kurdistanê bûne. Heman salê tevlî avakirina koma bi navê ‘Peşmergeyên Roj!’ bûne. Di vê dema ku ev kom careke din ketiye rojevê ku dewleta Tirk û PDK`ê dixwazin dijî gerîla kar bînin de, Heysem Mehmûd Elî careke din bang li hersê birayên xwe kir.

Heysem Mehmûd Elî da zanîn ku dema birayên wî nû tevlî vê komê bûne jî nerazîbûn nîşan da ye û wiha got: “Dema ji me re gotin ku bûne Peşmergeyên Roj min got ku ev ne xêr Desthilata Başûr kurdan radestî rejîma faşîst a tirk dike, lewma pêwîste her kes li hemberî wê desthilatê derbikeve. Çawa dikarin li wî bijîn ku kurdan teslîmî dijmin dikin. Heta îro jî şerme ku dibêjin em kurd in. Ala dewleta tirk li kelahan de didaliqînin. Şerm e. We dest ji welatê xwe berda û çûn. Lê hûn li vir bûna, we dikarî parastina welatê xwe bikira. Eger bi rastî jî hûn leşkerên welatê xwe bûna, hûn ê ne li wir, li vir bûna. Tevlîbûna nav Peşmergeyê Roj gelekî şaş e. Ji nivê rê vegerin, ji we re baştir e.”

Heysem Mehmûd Elî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi salane nikare gerîla têk bibe, lewma ev kom jî nikare û wiha axivî: “Hûn kî ne? Çawa wê herin şerê birayên xwe bikin? Em li dijî vê ne. Ew der bi salane qadên gerîla ne. Yên li wan çiyayan têdikoşin rihê me ne. Wê bi çi rengî bi ya kesekî ku sîxûrê tirkan e bikin? Hûn ê çawa şerê gerîla bikin? Peşmergeyê Roj nikarin kurdan bişikînin. Yê ku bi dijmin re dimeşe, ne kurd in. Ew ne şerê dijmin dikin, şerê xwe dikin. Ev cihê şermezarkirinê ye û dijmirovî ye. Ji bo berjewendiyên xwe û pere van tiştan dikin. Ma namûsa mirovan bi pera ye? Cenazeyên wan li wir birizin jî nabe ku derbasî Rojava bibin.”

“Êdî kêr gihîştiye hestî”; bi van gotinan Heysem Mehmûd Elî bang li her 3 birayên xwe û endamên ‘Peşmergeyên Roj!’ kir: “Em bi hêvîne hemû li xwe vegerin û vegerin welatê xwe. Banga min li hemû kesên di nav Peşmergeyên Roj de ne, ev e; ew der ne cih û ne rêya we ye.  Li wir bi we dikenin, bi mejiyê we dilîzin. Dijmin silavê dide we, lê dizanin wê bi çi rêyê li we bizivirê.  Êdî kêr gihîştiye hestî. Bi vî awayî qet qebûl nabe. Dema ku hûn li xwe venegerin cihê we jî liv ir tine ye.  Hûn zarokên vî welatî ne, cihê we ne li wir e. Li welatê me kar heye, jiyan heye, parastin heye. Ger Peşmergeyên Roj êrişî gerîla bikin wê xwediyên wan jî li vir nebin. Wê demê hebûn û tunebûna we ye. Bila kes xwe bi dijmin re nebine. Em bi hêvîne wê çeke deynin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar