Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Keleha Zerzevanê êdî di Lîsteya UNESCO’yê de ye

Keleha Zerzevanê di navbera navçeya Çinar a Amedê û navçeya Şemrexê ya Mêrdînê de li serê gireke bilind e. Xwedî dîrokekî nêzî 3 hezar salan e. Tê gotin ku di serdema Împaratoriya Romayê de weke navendeke leşkerî hatiye bikaranîn. Ev keleha dîrokî, di çend salên dawî de bûye cihê gera geştiyaran. Keleh kete Lîsteya Derbasdar a Mîrateya Dinyayê ya UNESCO’yê. Ji bo ku Zerzevan bikeve lîsteya UNESCO’yê Platforma Turîzmê ya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê (DTSO) ya Amedê di meha çileya 2020’an de serî li UNESCO’yê dabû.

Li kelehê hêj kolandina arkeolojîk didome. Di kolandina sala 2018’an de Perestgeha Mîthras derketibû holê û bi vê perestgehê ketibû rojevê. Di sala 2019’an de 350 hezar kes çûne serdana Keleha Zerzevanê. Tê gotin ku dê lêkolîn ango kolandina vê Keleha dîrokî heta 50 salan bidome.

Têkildarî mijarê hevserokê Odeya Mîmaran a Amedê Ferît Kahraman axivî û wiha got: “Biryara UNSECO’yê em keyfxweş kirin. Li wir dîrokeke veşartî heye û li benda ronîkirina xwe ye. Em spasiya koma arkeolog dikin. Li gel vê biryara erênî, divê UNESCO bê rexnekirin jî. Tevî hemû bangan jî ji bo Sûr a Amedê xemsar tevgeriya û bêdeng ma. Piştî pêvajoya şer yekemîn car dê bihatina Sûr ê lê ji ber koronayê taloq kirin. Hemû kes bû şahid ku UNESCO’yê berpirsyariya xwe ya li Sûrê pêk ne anî. Divê bêhtir xwedî li cihên wiha derkeve.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar