Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Keleha Zerzewan û Perestgeha Mîtra

Wêne 1: Ji keleha Zerzewan galaksiya me Kadiz (Samanyolu) pir xweş xuya dike.

Li ser riya di navbera Mêrdîn û Amedê de nêzî navçeya Amedê Çinarê li ser girekî xerabeyek xuya dikir. Bi dehan caran di ber re derbas dibûm lê tenê wekî kavilekî li ber çavê min diket. Berî du-sê salan dema ji Amedê ber bi Mêrdînê ve diçûm dîsa çavê min li wî kavilî ketin. Lê vê carê di paleya gir de bi tîpên mezin “Zerzevan Kalesî” hatibû nivîsandin. Ango li gorî nivîsê ew der kelehek bû. Lê dîsa jî pir bala min nedikişand. Ji ser rê tenê çend kevirên li ser hev rêzkirî xuya dikirin. Ji xwarê qet dirûvê ku ew der kelehek be pê nediket. Der û berên dîrokî gelek bala min dikşînin. Lê nizanim heya berî du salan jî Kelha Zerzewan bala min nedikişand. A rastî wekî cihekî dîrokî di hişê min de rûnedinişt.

Rojekê dîsa karê min li Mêrdînê hebû. Min jî xwe amade kir ku biçim Mêrdînê. Du hevalên cem min jî gotin “Karê me tune, madem tu diçî Mêrdînê me jî bi xwe re bibe. Em li ser rê hem Kelha Zerzewan bibînin hem jî dem têr bike em herin bajarê Dara.” Pêşniyara wan ji bo min jî guncav bû. Ez berê çûbûm Dara lê mirov çiqasî biçe cihê dîrokî ewqas baş e.

Em ketin rê. Me berê xwe da Kelha Zerzewan. Me erebeya xwe hinek li xwarê parq kir û bi meşê derketin jor. Ji ser rê cihek nizm xuya dike. Lê dema mirov hildikişe dibîne ku ewqas jî ne nizm e. Em hêdî hêdî derketin kelehê. Lê heya kêliya dawî jî wê derê di hişê min de wekî kelehekê cih nedigirt. Herdû hevalên din bi behnçikiyayî derketin jor. Ez jî derketim jor. Dema min li derdora xwe nihêrî û bi giştî çavê xwe li kelehê gerand ez matmayî mam. Bi rastî jî ew der kelehek bû û li serê gir, li qadeke fireh hatibû avakirin. Piştre em ji nobedarê wir hînî hinek agahiyan bûn. Ew keleh li ser şêst (60) donim erd hatibû avakirin. Li gorî kelehekê qadeke mezin e. Keleh li gorî bicihanîna hemû pêdiviyan hatibû avakirin. Her wiha dîsa em li wir hîn bûn ku Keleha Zerzewan di dema Roma de ji bo raçavkirina derdorê hatiye avakirin. Bi demê re guheriye garnîzoneke Romayê.  Her çiqasî dîroka wî cihî biçe heya 3000 berê jî wekî keleh di salên derdora 300’î (PZ) de hatiye avakirin.

Keleh li serê girekî hatiye avakirin. Derdora wê jî bi sûran hatiye rapêçkirin. Lê mixabin sûr bi tevahî xera bûne. Dîsa jî dewsa sûran pir diyar e. Yek ji avahiyan saxlem nema ye. Hemû hiweşiyane. Lê ji dîwaran mirov dizane ku li ku derê çi avahî heye. Li wir ji dêrê bigre heya sarincên avê, heya perestgehan, depoyên xwarinê û hwd gelek avahî hatine avakirin. Lê cihê herî balkêş perestgeha Mîtra bû.

Em her sê heval ji xwe re li nava kelehê di nav kavilan de digeriyan. Nobedarê kelehê jî li nêzî me bû. Dema em hatin rasta hev, me hinek pirs jê kirin di derbarê kelehê de. Li gorî digot ew dozdeh sal bû nobedariya wir dikir. Lewma xwedî agahî bû. Ji me re hinek behsa dîroka kelehê kir. Heya ku hate ser mijara Mîtra jî her tişt vegotinên asayî bûn. Lê dema behsa Perestgeha Mîtra kir. Me xwest em cih bibînin. Me berê xwe da perestgehê. Perestgeh di nava latê de hatibû kolandin. Jixwe tiştekî gring a din li keleha zerzewan ew bû ku avahiyên hatibûn çêkirin hemû bi kevirên ji wir hatibûn çêkirin. Bi birîna keviran hem di latê de cihên nû çêkirine hem jî bi kevirên birî avahiyên nû lêkirine. Perestgeha Mîtra jî di nava latê de hatibû kolandin.

Di deriyekî piçûk re mirov dikete hundir. Derî nizm bû. Cihê em ketin hundir odeyeke bi qasî 20 metrekare bû. Bilindahiya odê jî du metre zêdetir bû. Li ber derî li aliyê çepê hinek nivîs hebûn. Li gorî nobedar ragihand, heya wê demê kesî ew nivîs fam nekiribûn ango hêj dahûrandina nivîsê çênebûbû. Di nava odeyê de çend cihên balkêş hebûn.

Di tawanê de du qulp hebûn. Navbera qulpan metreyek û nîv hebû. Hewizek piçûk hebû. Di nava dîwêr de cihê kesekî ku xwe dîrêj bike hatibû kolandin hebû. Her wiha li ser dîwar nexşeyek hebû. Li ser nexşeyê di nîvî de roj û dozdeh tîrêjen ku ji rojê derdiketin hatibûn xêzkirin hebûn. Ew dozdeh tîrêj beranberî dozdeh êşên ku diviyabû endamê mîtra bikşîne sombolîze dikir. (Mixabin beriya du meh dema ez dîsa çûme wê derê min dît ku gelek tişt xera bûne, nivîsa li ser derî, nexşe  û qulpên di tawanê de tune bin. Min ji peywirdarê wir pirsî, got: “Hingî ku kesên tên destê xwe didin ser nivîs û dîwaran, nivîs jê çûn û qulp jî hilweşiyan. Gelek kes ji dîwar keviran jê dikin û bi xwe re dibin lewma niha rîska hilweşînê çêbûye.) Bi nobedarê wir re me hinek sohbet kir. Xuya bû ew der cihek pir taybet bû. Nobedar diyar kir ku ew der cihê ezmûna pejirandina endambûna Mîtra ye. Kesên dixwestin bibin şopdarê Mîtra diviyabû li wir di ezmûnê re derbas bibin. Li gorî digot, kes li vir cilên wan ji wan dihatin kirin. Destê wan bi zincîrê bi qulpên tawanê ve dihatin girêdan. Kes bi rojan tî û birçî dima. Her wiha hinek tiştên din jî muhtemelen dihatin pirsîn. Piştî ku kes ew cerebe bi erênî derbas dikir, serê gayekî dihate jêkirin û xwîna wî hemû berdidan nava hewiz. Kesê ji ezmûnê derbas bûyî di nava xwînê de dikirin û piştre ew kes diçû li cihê ku di  nava dîwêr de hatiye kolandin xwe dirêj dikir. Bi vî awayî mafê şopdariya Mîtra werdigirt. Serokê Beşa Arkeolojiyê yê Zanîngeha Dîcleyê derbarê perestgehê de wiha dibêje: “Cihê vê perestgeha ku beriya 1800 sal hatiye avakirin ne ji rêzê ye. Tevahiya Mîtraîstan astronom û zanistê fezayê bûn. Li ser dîwaran remzên heft astên Mîtra hene. Ji Merkur bigire heya Saturnê her yek sembola gerestêrkekê ye.” Heman tişt di mîtolojiya Terzî Hermes de jî heye.

Wêne 2: Peresgeha Mîtra. Li erdê hewizek heye. Di nava dîwêr de jî cihên kolandî hene. Di wan cihê kolandî de rêgezên ku şopdarên Mîtra bişopînîn hatine nivîsandin. Li ser cihekî ji wan nexşeya ku roj di nîvî de ye hatiye hatiye xêzkirin.

Min di gelek cihan de xwendibû ku baweriya Manî û Mîtra di nav artêşa Romayê de wekî baweriyên mistîk (veşartî) belav bûye. Lê cara ewil bi şênberî ez rastî perestgehekê dihatim. Mîtra di baweriya Kurdan û Zerdeştiyê de wekî xwedayê rojê tê pejirandin. Xwedayê ronî, edalet û qenciyê ye, xwedayê ku gerdûnê bi rê ve dibe ye. Dîsa baweriya Manî jî xwe disipêre şewqê. Her du bawerî nêzî hev in.  Di artêşa Romayê de ev her du bawerî wekî baweriya veşartî dihatin pejirandin. Lejyonên Romayê yên herî bijarte girêdayî vê rêxistinê bûn û di nav artêşê de wekî rêxistineke kûr tevdigeriyan. Jixwe bi pejirandina xiristiyaniyê re Împarator van baweriyan teqez qedexe dike. Li Keleha Zerzewan jî piştî avakirina dêrê ev perestgeh tê mohrkirin. Bi qasî ez hîn bûm heya ku kolandinan li vir destpêkiriye perestgeh  girtî maye.

                            Wêne 3: Dayîkek bi baldarî li kavilên Keleha Zeerzewan dinêre. Tenê beşek ji dîwarê dêrê li ser lingan maye

Bi fikra min yek ji sedemên ku Împarator xiristiyaniyê dipejirîne ji bo pêşîgirtina li van bawerî û rêxistinan e. Gelek caran siltan, împarator û qral nikarin bi artêşê re serî hildin. Heman rewşê em di artêşên dewletên din de jî dibînin. Wekî mînak bektaşîtî di nav artêşa Omaniyan de pir bi bandor bû. Ewqas bi bandor bû ku dema dixwest siltan dida guhertin. Osmaniyan gelek guhertin xistin meriyetê heya ku artêşa Yenîçerî belav kirin. Siltan Mahmudê duyem ocaxa yenîçeriyan da ber topan heya ku ew bêbandor kirin. Bi îxtîmaleke mezin di  av artêşa Romayê de jî rewşeke wisa hebû.

Nêzî perestgeha Mîtra di binê erdê de eywaneke fireh hebû. Derenceyeke(merdiven) zîvronekî xwe berdida bine eywanê. Daketina eywanê qedexe bû. Me jî tenê ji jor ve lê nihêrî. Li gorî kolandinên nû tê gotin ku ev der jî beşek ji perestgehê ye. Di binê erdê de hêj gelek cihên ku nehatine vekirin hene. Ev jî giringiya vir zêdetir radixe ber çavan. Bi demê re dibe ku hinek cihên din werin dîtin. “Li Keleha Zerzewan hem li ser erdê hem jî di bin erdê de bajarekî mezin heye. Bi berdewamiya xebatan re dê gelek pêkhateyên nû derbikevin, di derbarê serdemên behsa wan tê kirin de (Asur, Pers, Parth, Sasanî) gelek agahiyên girîng dê werin bi destxistin.” (Doç.Dr Ayhan Coşkun, Serokê Beşa Arkeolojiyê ya Zanîngeha Dîcle, malpera arkitera)

Perestgeha Mîtra ji aliyê gelek rêxistin û tarîkatan ve tê serdankirin. Di nav derdorên ku serdanan dikin de endamên malbatên mezin û dewlemend ên wekî Rothschild û Rockefeller jî hene. Rayedarên NE (Neteweyên Yekbûyî) û sefîrên gelek welatan jî vê derê ziyaret dikin. Wekî din jî gelek qenalên bi nav û deng ji bo li vir dokumenter bikşînin tên kêşanê dikin. Qenala History Channel û National Geographic amadekariya çêkirina dokumenterê dikin. Her wiha tê payîn ku aktorê navdar Morgan Freeman di çerçoveya kêşana dokumentera National Geographic de were Keleha Zerzewan.

Wêne 4: Ji derve perestgeha Mîtra. Banê perestgehê hinek hilweşiyaye.

Yek ji sedema ewqas serdenan ew e ku tê gotin, ev perestgeh hîmê damezrandina Şovalyeyên Perestgehî ye. Di dîrokê de her tim nepenîbûnê bala mirovan kişandiye. Rêxistinên li gorî rêgeza veşartîbûnê tevgeriyane jî zêdetir mohra xwe li dîrokê xistine. Şovalyeyên Perestgehî jî yek ji van rêxistinên veşartî û nepenî ne. Perestgeha Mîtra ya li Keleha Zerzewan jî wekî hîmê wan tê nirxandin.

Wekî têbinî ez bînim ziman ku Keleha Zerzewan di sala 2020’an de kete Lîsteya Demkî ya Mîrasa Cîhanê ya UNESCO’yê. Her wiha keleh navê xwe di kurdî de ji peyva ‘zêr’ digire.

Nûçeyên Têkildar