Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Kemanger: Destê rejîma Îranê di xwîna jin û ciwanan de ye

Rozerîn Kemanger têkildarî boykotlirina hilbijartinên Îranê ev tişt anî ziman: “Di hilbijartinên Komara Îslamî ya Îranê yên dawî de gelên Îranê bersiveke baş dan desthilatdarên Îranê ku naçin û mohra xwe ji bo berdewambûna wê desthilatê lê nadin ku destên wê bi xwîna jin û ciwanên Îranê sor in.”

Gelên Îranê li hemberî zilm, girtin û darvekirinên rejîma Îranê hilbijartin boybot kirin. Rayedarên Îranê ragihandin ku ji sedî 59 kes hilbijartin boykot kirin. Ev jî nerazîbûna li hemberî dewleta Îranê radixe ber çavan. Berpirsa Têkiliyên Dîplomasiyê ya Komeleya Jinên Azad ên Rojhilat (KJAR) Rozerîn Kemanger derbarê hilbijartinên Îranê yên dawî axivî û wiha got: “Di hilbijartinên Komara Îslamî ya Îranê yên dawî de gelên Îranê bersiveke baş dan desthilatdarên Îranê ku naçin û mohra xwe ji bo berdewambûna wê desthilatê lê nadin ku destên wê bi xwîna jin û ciwanên Îranê sor in. Destkefta desthilatdariya Îranê ji bilî sêdaredan, serkutkirin, zindanîkirin û birçîkirinê tu tişt nebûye. Civaka Îranê civakeke hişyar e, careke din neçûn û dengê xwe nedan heman desthilatdariyê.”

Rozerîn Kemanger li ser boykot û tedbîrên ku Komara Îslamî ya Îranê ji bo beşdarbûnê girtibûn, ev tişt anîn ziman: “Desthilatdarên Îranê gelek rêbaz û tedbîr bi kar anîn ji bo beşdarbûna gel. Siyaseteke nerm meşandin, lê belê gelên Îranê her tim di demên girîng de xwedî helwesteke zelal û karîger bûne. Vê carê jî li hember vê desthilatdariyê bi heman awayî helwesteke zelal û bilind nîşan da. Bi rêjeyeke kêm xelk çû ser sindoqan, lê belê ne zêde ye. PJAK’ê jî bi heman awayî hilbijartin boykot kir.”

Kemanger da xuyakirin ku yên ku bikarin rewşa niha ya Îranê nîşanî cîhanê bidin gelên Îranê ne û wiha domand: “Gelên Îranê bi yekdengî û bi hevgirtinê dikarin siyasetê bikin û siberoja xwe ava bikin. Divê li ser vê rêya xwe berdewam bin û xwedî heman helwestê bin. Bi vî rengî dikarin bi ser bikevin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar