Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

‘Kerkûk bûye qurbana siyaseta PDK û YNK ê’

Bertekên li hemberî hesabên PDK û YNK’ê yên li ser Kerkûkê zêde dibin. Çavdêrên siyasî, mamoste û rojnamegerên Başûr diyar kirin ku ev xizmetê ji gelê kurd re nake û dan zanîn ku Kerkûk bûye qurbana siyaseta PDK û YNK’ê

Pirsgirêkên di navbera Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) û Yekitiya Niştîman a Kurdistanê (YNK) ya li ser erkê walîtiya Kerkûkê ji bo kurdan berdewam dike. YNK vê erkê weke mafê xwe dibîne, ji ber ku di hilbijartinên Iraqê de YNK 6 kursî li Kerkûkê bi dest xistibûn. PDK jî li dijî vê yekê nerazîbûna xwe diyar dike û dibêje divê waliyê Kerkûkê bê alî be. Di vê çerçoveyê de çavdêrên siyasî, mamosta û rojnameger ji Rojnewsê re axivîn.

Çavdêrê siyasî Mesûd Ebdulxalîq diyar kir ku sedemê ne arambûyîna rewşa Kerkûkê parçebûna di nava aliyên kurdan de ye û wiha got: “Kurd dixwazin hinek biryaran bidin da ku pêk neyên. Wê ev jî karesatê bi xwe re bîne û destkefî ji dest derkevin. Li cihê ku biryar û wesiyeta bav û bapîrên me bicih bînin, hatine gendelî û telankirinê dikin. Bi vî awayî şoreşa doza gelê kurd sernakeve û nexşeya Kurdistanê wê biçûktir bibe. Gelek girîng e ku niha em hemû li çar parçeyên Kurdistanê biryara çarenivîsa gelê kurd bidin.”

Edîtorê Rojnameya Kurdistana Nû, Star Ebdula bal kişand ser pêşbaziya di navaber aliyan de û wiha got: “Ger ev yek neyê çareserkirin û wiha bimîne dê metirsiyê li ser pêşeroja Kerkûkê çêbike. Ji bo wê pêwîst e xalên hevbeş bên avakirin û kar li ser bê kirin.”

Mamostayê zanîngeha Kerkûkê Mamosta Dilşad jî li ser heman mijarê axivî û got ku nabe aliyê kurdan ji derveyî berjewendiyên xwe pêşbaziyê di nava Kerkûkê de bikin û wiha got: “Ji ber ku Kerkûk di destûrê de weke bajarekî bi nakok hatiye diyarkirin. Diviyabû tu nakokiyên din ne hatibûna bajêr. Lê hemû alî di nava Kerkûkê de jî bi heman nakokiyê yek deng in.”

Mamosta Dilşad nerazîbûnêa xwe li hemberî wan hêzên kurdî yên pêşbaziyan li herêmê dikin û ev hêz veguhastin Kerkûkê diyar kir ku ev hêz bandoreke zêde li ser aliyên siyasî, aborî, civakî û rewşembîrî kirine. Mamosta Dilşad wiha got: “Kerkûk  bûye qurbana siyaseta PDK û YNK’ê. Berê ev pirsgirk bi awayekî çareser dikirin. Niha li ser kurdan leîstok hene. Niha hêzên ji derve dixwazin Kerkûkê bikin cihê pêşbaziyan.” KERKÛK

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar