Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Kerkûk dile Kurdistanê ye, lê…

Li Iraqê dengdêr 16’ê mehê ji bo hilbijartinên herêmî çûn ser sindoqan. Dengdayîn ew ê 18’ê mehê de jî bidome. Tê gotin ku ew ê encam heta 20’ê mehê diyar bibin. Hilbijartina herêmî ya dûmahî di sala 2013’a de hatibû çêkirin. Diviya bû 2018’a careke din çêbe. Lê hilbijartina herêmî heta niha çênebû, her tim bi biryara parlamentoyê hate texîrkirin.

Di hilbijartina herêmî ya Iraqê de derde herî mezin dîsa bêtifaqiya kurdan e. Ev yek ew ê li Kerkûkê bandoreke mezin bike. Hêvî dikim ez ê şaş derkevim lê wıha dixuye ku kurd, ew ê di vê hilbijartinê de, bi taybet li Kerkûkê encamek bi dile xwe nikaribin bidestxin.

Di hilbijartina 2013’a de kurd bi yek lîsteyek, wekî Tifaqa Kurdistanî beşdarî hilbijartinê bûn. Di encamê de ji 41 endamên Meclîsa Bajêr 26 bi dest xistin. Turkmenên nijadperest bi alîkariya Tirkiye 9, erebên Kerkukê jî 6 endam hilbijartin. Di dûmahî de Necmettîn Kerîmê endamê YNK’ê wekî parêzgerê Kerkûkê hat hilbijartin.

Lê di vê hilbijartinê de kurd bi hev nekirin. YNK, serkêşiya lîsteya “Hêz û Vîna Kurd” dike. Tevgera Azadî û hin aliyên din jî piştgiriya vê lîsteyê dikin. PDK, bi Eniya Tirkmenên ser bi Tirkiye û bi erebên sunne re di tifaqekî cûda de cih digrin. Ev sunneyên di tifaqa PDK’ê de ne, ew jî ji dewleta tirk piştgirî digrin. Nifşa Nû û Partiya Sosyalîst a başûrê Kurdistanê bi serê xwe dikevin hilbijartinê. Partiyên Îslamî jî bi tifaqek cûda beşdarî hilbijartinê dibin. Bi kin û kurt, Tifaqa Kurdistanî ya 2013’a niha bûye pênç parçe.

Sedêmên vê yekê hene. Beriya hilbijartinê bi mehan PDK û YNK, hevdîtînên du alî kirin. Partiyên din jî li bendê bûn ku her du partiyên sereke yên başûrê Kurdistanê bihev bikin. Nebû. PDK, bi israr parêzgeriya Kerkûkê daxwaz kir. YNK jî vê yekê qebûl nekir. Wiha dixuye ku derdêkî din a PDK’ê lawazkirina YNK’ê bû. Bi gotinek din ji bo lawazbûna YNK’ê windakirina Kerkûkê girtibû berçav. Ji ber vê yekê jî dev ji israra xwe berneda. Dûmahî bi hev nekirin. Hin aliyên din jî neketin tifaqa hêzekî û rewşa 5 perçeyî derket holê.

Bêguman, ev yek tenê bi berjewendiya hizbayetî naye tarîfkirin. Hin destên dewletên herêmê, bi taybetî jî destê dewleta tirk di nav vî karî de heye. Mirov bi aşkera bêje, tenê du alî nedixwest yekî YNK’yî wekî parêzgerê Kerkûkê were hilbijartin. Yek ji wan PDK, yê din jî dewleta tirk bû. Dewleta tirk gavek din jî avêt û ew hêzên tirkmen û ereb ên ku piştgirî dide wan xist nava tifaqa PDK’ê. Heke piştî hilbijartinê ev tifaq biserkeve, diyar e ew ê yekî PDK’yî bibe parêzgerê Kerkûkê. PDK ew ê parêzgeriya Kerkûkê belku bi dest bixe, lê ew ê Kerkûk çi qas wekî ‘Dilê Kurdistanê’ bimîne ew ne diyar e. Ez ne bawer im ku di perçebûnek wiha de kurd bikaribin Kerkûkê bi gor berjewendiya kurda birêve bibin. Her weha qenaata min ew e ku ew ê heyameke din ya xeternak destpê bike.

Dizanim, ev jî hat gengeşîkirin. Hin alî piştî israra PDK’ê yê, xwestin ev car yekî PDK’yî bibe parêzger. Lê piştî gef û tehdîdên dewleta tirk, YNK nexwest ev yek pêk were. Rewşa Hewlêrê tê dîtin. Kontrola paytexta Kurdistanê di destê PDK’ê de ye. Lê li her derê Hewlêrê sazî û dezgehên îstîxbarî, leşkerî û aborî ya Tirkiyeyê hene. Hewlêr êdî ji bo tu kurdên beşên din, heta ji bo tu kurdên ne PDK’yî ewle nîne. Heke yekî PDK’yî, di ser de bi piştgiriya tirkmen û erebên sunne ya hevalbendên dewleta tirk bibe parêzgerê Kerkûkê, ne mumkun e ku rewşa Kerkûkê ji Hewlêrê baştir bibe. Heta ew ê rewşekî xirabtir derkeve holê. Her weha ew ê dewleta tirk bikaribe hestên xwe bi hêsatir pêk bîne.

Zanim, ev cûre nivîsîn wê gelekan eciz bike. Lê mixabin, ev nakokiya nav kurda, her weha xizmeta siyaseta Neo-Osmanî ya dewleta tirk jî dike. Li hember vê yekê xwezî kurd bihevbikira û yekî PDK’yî ne bi alîkariya dewleta tirk, bila bi alîkariya kurda biba parêzgerê Kerkûkê. Rast e, kontrolkirina PDK’ê ew ê zor biba. Lê niha, rewş ew ê dehî zor bibe. Li hember ne tenê PDK, ew ê dewleta tirk jî hebe.

Bêgûman, em nizanin ew ê di encama hilbijartinê de çi derkeve. Lê encam çi dibe bila bibe, divê kurd li Kerkûkê berjewendiyê xwe biparêzin. Hê jî dereng nîne. Piştî hilbijartin bi dawî bû, kurd dikarin bi gor encamên hilbijartinê hin gavên din biavêjin. Divê em bîrnekin, ev mesele hemû kurda elaqadar dike.Bi gotineke din ji bo dewleta dagirker bi sernekeve, divê hemû aliyên kurd yê hilbijartinê berpirsiyariya xwe bi cîh bînin.

Nûçeyên Têkildar