Bi salan e gelê kurd di nava têkoşîna civakî, siyasî û çekdarî de ye da mafê xwe bi dest bixe û serî ji tu aliyan re daneyîne. Li Başûrê welêt, li Rojhilat, li Rojava û him jî li Bakur bi salan e kurdan berdêlên giran dane û hîne jî didin. Ne ji bo hema aliyekî li ser navê siyaset û destpêkirina diyalogê were û bibêje ka dest ji ya xwe berdin û em ê we efû bikin. Lê kurd êdî baş dizanin mijara diyaloga bê hêza çekdarî û parastinê tê wateya intîharê. Lewma dijminên kurdan li pêyî wê ne ku wan ber bi intîharê ve bibin.
Dewleta tirk ji kurdan dixwaze ku çekên di destê xwe de deynin da mesela kurd were nîqaşkirin. Dema mirov li vê rewşê dinêre, rehmetiyê Yilmaz Guney tê bîra me ku di filma xwe ya “YÊN BÊHÊVΔ di sala 1971’an de ev peyam dabû. Di vê film de Yilmaz Guney ê ku aktorê sereke ye bi navê Firat, raber dike ku ger tu çeka di destê xwe de deyînî, ew ê te tune bikin. Di filmê de mafya heye û di rastiyê de li pêş kurdan dewleteke mafya heye ku ew jî dewleta tirk e.
Serokê MHP’ê Dewlet Bahçelî got bila Abdullah Ocalan were û dawî li hebûna PKK’ê bîne, em mesela li holê nîqaş bikin. Vê daxuyaniya Bahçelî, rê li ber gelek nîqaşan vekir. Dîsa hate gotin ku Erdogan û Bahçelî bi hev re dixwazin pêvajoyekî nû bidin destpêkirin û lewma ev daxuyanî hatine dayîn. Lê li gorî hin agahiyan, di vê mijarê de nakokî di nava Erdogan û Bahçelî de hene û heta dibêjin Bahçelî bi mêjiyê dewletê difikire û Erdogan bi yê Hikûmetê. Dîsa tê gotin ku Erdogan li hemberî bangên Bahçelî û wekî nerazîbûna destdana DEM Partiyê, qeyûm avêtine li ser şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê.
Derbarê vê mijarê de, Ehmet Davutuglo jî axivî û got ku ew daxwazê li Erdogan dike da li pişt Bahçelî bisekine. Her çiqasî ev nakokiyên di navber Erdogan û Bahçelî de rast bin an na, lê xuyaye dewleta tirk ketiye rewşeke zehmet ku li riyeke din digerin da pêvajoyê bugherin. Lê çi dixwazin? Yilmaz Guney di Filma xwe ya “Bê hêvî” de wekî îro ji kurdan re bibêje; Çeka we nebe, wê we bikujin. Ger îro dewleta tirk berî her tiştî vî şertî datîne pêşiya kurdan, xuyaye li dawiyê dixwaze çi bike.
Ger hêz nebe, wê yek siyasetmedarî jî li derve nehêle û hemûyan bixe zindanan. Ger hêza kurdan nebe, ew ê nehêle yek kurd bi zimanê xwe biaxive û çawa li geliyê Zîlan kir, wê îro jî bike. Ger hêza kurdan û tevgera Azadiyê nebe, ew yek deverekê li ser navê kurdan nehêle. Ji ber hêza gelekî ya çekdarî nebe, wê ne hêza wî ya siyasî û ne jî ya Civakî hebe. Rêber Ocalan nûnerê kurdan e û aştî li gel wî dibe.