PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Kes dema jin, kurd, muxalîf û siyasetmedar be…

Li gorî destûra bingehîn û qanûnên komara Tirkiyeyê, mafê hemû welatiyên Tirkiyeyê heye ku siyasetê bikin. Mafê hemû welatiyan heye ku xwe û derdora xwe birêxistin bikin. Dîsa mafê wan heye ku bi awayekî azad fikra xwe bînin ziman, lê dema em li rastiya îro ya serdema AKP-MHP’ê dinêrin, kesên kurd, jin, muxalif dema siyasetê dikin, ev mafê ku destûra bingehîn daye wan bi destê darazê ji destê wan tê girtin. Saziyên edalet û darazê mafê herî xwezayî û zagonî ji destê wan digire û li dijî welatiyan sûc dike. Hem sûc dike û hem jî wan ji siyasetê mahkûm dike û dişîne zindanan. Minaka vê yekê ya şênber jî girtina hevseroka KCD’ê Leyla Guven û berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan e.

Li gorî mafê siyasî û medenî her welatî dikare xwe birêxistin bike û tev li siyasetê bibe. Dîsa dikare azad bifikire û îfade bike. Hikûmet û dewlet mecbûr e ku vî mafê welatiyan biparêze. Dewlet xwedî erk û peywir e ku mafê her welatiyî yên tenduristî, perwerde, ewlehî, siyasî, fizîkî, bawerî, nasname û zihnî biparêze û bi pêş bixe. Bêyî cudakariyê têxe navbera reng, bawerî, zayend, ziman, nijad û nasnameyan divê azadiya bawerî, raman, wijdan, rêxistinkirin û siyasetê biparêze û bi pêş bixe. Mafê her welatiyî heye xwe biparêze, xwe bi rêxistin bike û siyasetê bike. Ev yek li gorî Peymana Mafên Siyasî û Medenî yên Navneteweyî di Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de, ya 16’ê kanûna 1966’an, li gorî biryara 2200A (XXI) hatiye qebûlkirin. Di 23’yê adara 1976’an de jî ketiye meriyetê.

Azadiya rêxistinbûnê

Mafê azadiya rêxistinbûnê, li gorî xala 20’emîn a beyanmameya mafên mirovan a gerdûnî, li gorî xala 22’an a Peymana Navneteweyî ya Mafên Siyasî ku Tirkiye îmze kiriye û li gorî xala 11’emîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) hatiye parastin.

Azadiya îfade û ramanê

Azadiya raman û îfadeyê, li gorî xala 26/1 û xala 10’emîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) hatiye sererastkirin. Mafê Azadiya Ramanê û Îfadeyê li gorî xalên hevpar a Peymana Destûra Bingehîn û PMME’ê hatiye parastin. Ji ber vê yekê kesên mafê wan tê binpêkirin dikarin ew bixwe serî li destûra bingehîn û DMME’ê bidin.

Mafê siyasî û siyasetê

Her kes xwedî maf e ku mafê siyasetê û azadiya xwe serbest pêk bîne. Ev yek erka dewletê ya esil e. Kesên ku rêya siyasetê li pêş hin kesên din bigire, sûc dike. Li gorî zagonan kesên astengiyê derdixin divê bên cezakirin. Cezakirina kesên rê li pêş mafê siyasetê digirin û astengiyan derdixin li gorî hêjmara 5237’an ên xalên 114 û 119’an ên Qanûnen Cezayên Tirk (TCK) hatine rastkirin.

Siyaset tenê ji îktîdarê re serbest e?

Dema mirov li pîvan, zagon û qanûnên Tirkiye, Ewropa û Neteweyên Yekbûyî dinêre, tê dîtin her kes xwedî maf e ku siyasetê bike. Her kes xwedî maf e ku azad bifikire û bîne ziman, lê rastiya li Tirkiyeyê dijberî vê yekê ye. Her tişt ser û bin bûye. Em dibînin ku kesên îktîdar û hêza eskerî di destê wan de, ne zagonên xwe nas dikin û ne jî mafên mirovan nas dikin. Hemû zagonan binpê dikin û sûc dikin. Ji bo xwe her cureyên siyasetê serbest dikin. Li şûna ev kes û hêz bên cezakirin îro siyasetê dikin.

Li aliyê din, hêzên muxalif û kesên pêşengiya civak û heqîqetê dikin, daraza Tirkiyeyê siyasetê li wan qedexe dike. Tenê qedexe nake; hem qedexe dike û hem jî kesên siyasetê dikin, wekî ku sûcekî giran kiribin ceza dike.

Dadgehên Tirkiyeyê ku li gorî fermana serokê AKP’ê Erdogan biryarê didin, heqîqet û rastiyê berovajî dikin. Kesên bên cezakirin serbest siyaseta şer, kaos tundî û perçekirinê dikin. Kesên ji bo azadiya gelên Tirkiye û pêşeroja civake siyaseta demokratîk dikin jî ceza dikin û davêjin zindanê. Bi taybetî dema ev kes kurd, jin, muxalif û siyasetmedar be, heyeta dadgehê zagon û qanûnan ji bîr dike û guh dide daxuyaniyên Erdogan. Ne zagonên DMME, PMME’yê nas dike û ne jî qanûnên destûra bingehîn nas dike. Hem destûr dide ku rayedarên hikûmet û îktîdarê sûc bikin û hem jî bi biryara dide sûc dike. Ev rewşa heyî bêhemdî, gotina ‘dinya bi dorê ye, ne bi zorê ye’ tîne bîra mirov.

Nûçeyên Têkildar