Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cumartesi - 21 Eylül 2024

‘Kes girtiyan fam nake û dengê wan nabihîsin’

Malbatên girtiyên ku li dijî tecrîda li ser Ocalan ketine greva birçîbûnê, diyar kirin ku kes girtiyan fam nakin û dengê wan nabihîsin û gotin ku zextên li ser girtiyên di grevê de ne zêde bûne

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku hevseroka KCD’ê Leyla Guven li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin, di roja 1522yemîn de didome. Çalakiya koma ewil a li girtîgehan hatiye destpêkir jî di roja 114’an de ye û ji 1’ê Adarê şûnde bi hezaran girtî tev li grevê bûn.

Yek jê girtiyê ku di grevê de ye Yorgun Bektaşoglu ye. Bektaşoglu ev 83 roj in li Girtîgehan Akhîsar a Manîsayê çalakiya xwe didomîne.

Dayika wî Sabahat Tuncel diyar kir ku kes girtiyan fam nake û dengê wan nabihîsin û wiha got: “Ez li ser navê hemû dayikan diaxivim. Niha li girtîgehan pirsgirêkên mezin hene. Jiyana ciwanan di xetereyê de ye. Em dixwazin demildest çareserî pêk bê. Em dixwazin tecrîd rabe. Tecrîd niha li ser hemû gelan pêk tê. Bila kes vê ji nedîtî ve neyê. Yekane daxwaza me aştî ye.”

Tuncel destnîşan kir ku di meha çileyê de bi kurê xwe re hevdîtin kiriye lê kurê wê negotiye ew ketiye grevê û ev tişt anî ziman: “Dema em diçûn hevdîtinan hinek xwarin îkram dikirin lê girtiyan tiştek nexwarin, ava fêkiyan vexwarin. Min fêm kir ku di grevê de ne. Piştre wan got ketine grevê. Ez bang li hemû dê û bavan dikim. Bila demildest dengê me bibihîzin. Bes e, bes e, bes e. Ev biryarbûna wan wê mirinan bîne. Kes dest ji berxwedana xwe bernade. Ev 3 mehe em xwarinê çênakin. Ji ber kurê min û hevalên xwe li wir birçîne. Min piştî grevê du caran kurê xwe dît. Moralê girtiyan pir baş bû. Hewl didin baş xuya bikin. Lê mirovên 80 roj in xwarin nexwarine wê çawa baş bin. Em bi fikar in. Ez ji hemû berxwedêrên zindanan re silavên xwe dişînim.”

Ergîn Aktaş di hucreya yekkesî de ye

Girtiyê nexweşîna giran Ergîn Aktaş ê her du destên wî tuneye li Girtîgeha Tîpa R a Menemen a Îzmîrê dimîne, ji 2’yê adarê ve li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye. Apê Aktaş Mehmet Aktaş ê di 3’yê nîsanê de çûbû hevdîtinê, diyar kir ku êrîşên li ser girtiyan di asta herî jor de ye.

Aktaş da zanîn ku rewşa biraziyê wî Ergîn Aktaş xerabe û wiha got: “Kîlo dane û pirsgirêkên wî yên tensiyonê hene. Biraziyê min ji min re got ‘rêveberiya girtîgehê di bin navê nexweşxanê de Ahmet Çelîk li ambûlansê sîwar kirin, lê nebirin nexweşxanê. Di ambûlansê de li hemû Îzmîrê digerînin û pişt re tînin girtîgehê. Ev îşkenceye. Midûrê girtîtgehê rojê 2 caran bi 30 gardiyenên kincên robokopan li xwe kirîn re êrîşî qewîşên me dikin. Ji me dibêjin ‘em ê we bikujin. Ka bisekinin em ê hîn çi li we bikin. Ma ev çiye.’ Ji xwe em 4 girtiyên siyasî li vê derê ne. Em ji vê derê banga hestiyariyê li raya giştî dikin.’ Derbarê birazî û hevalên wî de fikarin me hene.”

Her wiha bav Tahîr Aktaş jî diyar kir ku kurê wî kirine hucreya yekkesî û got ku ew dixwazin Tirkiye tenê hiqûqên xwe bi cih bîne.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar