Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Kes nikare rewşa aborî şîrove jî bike

Welatiyên Wanê, diyar kirin ku bi zêdebûna 500 TL’yi ya muçeya kêmtirîn me mehkûmê birçîbûnê kirin e û bertek nîşandan: “Li Qesrê her tişt heye. Dema dor tê welatiyan dibêjin ‘tune’ ye

Komîsyona Diyarkirina Mûçeyê Kêmtirîn, di civîna 28’ê kanûnê de  mûçeyê kêmtirîn kirin 2 hezar û 825 TL e. Bûhaya ku hat aşkerakirin di bin daxwaza karkeran de ma. Ji ber vê yeke sendîkayên nêzê hikûmetê jî di nav karker û sendîkayên wan li dijî mûçeyê ku hatiye aşkerakirin bi bertek in. Li Wanê welatiyên ku bi mûçeyên kêmtirîn dixebitin, bertekên li dijî mûçeya ku hatiye diyar kirin nîşan dan û gotin bi zema 500 TL’yî pirsgireka debarê nayê derbaskirin.

‘Miqarnayê 10 TL niha bûye 35 TL’

Mahmût Aslan ku  di malbateke 10 kesî de dijî, diyar kir ku mûçeyê kêmtirîn têra wî tenê nake û wiha got: “Tenê ez 600 TL kire didim. Pirî caran nikarim ji zarokên xwe re pêlavek bikirim. Ji ferden malbata min 3 kes nexweş in. Mehê hezar TL mesrefa me ya mitbaxê heye. Tiştek ji min re namîne. Dikan jî ji me re dibêjin em careke din bi deyn tiştan nadin we. Divê mûçeyê kêmtirîn ne di binî 5 hezar TL’yî de be. Miqarneyên ku me berê bi 10 TL’yî dikirî niha bûne 35 TL. Ji ber vê divê mûçeyê kêmtirîn bê sererastkirin.”

‘Wê heta kîngê wiha bidome

Fahrettîn Keskînê ku di kirê dide û 3 zarokên wî hene jî, bertek nîşanî zêdebûna 500 TL’yî da û ev tişt anî ziman: “Ez 700 TL kirê didim. Wê heta kîngê wiha bidome. 3 hezar TL jî têr nake. Divê herî kêm 5 hezar TL be. Ji bo malbateke 5 kesî divê ne di binî 5 hezar TL’yî de be. Kesên ku derdê min guhdar bikin tune ye. Bi kuve diçim derî li min tên girtin. Nikarim mesrefa dibistanê ya zarokên xwe jî bibersivînim. Em pir mexdûr in. Em bi deynê ku ji dostan distînin dijîn.”

Zem li ser zemê…

Welatiyê bi navê Cemal Batan jî da zanîn ku li gel ku ne di kirêdeye jî mûçeyê kêmtirîn têra wî nake û wiha got: “Fatoreya ceyranê ya par 100 TL bû nîha bûye 300 TL. Heke niha mûçeyê kêmtirîn 4 hezar be jî wê têr neke. Piştî zema mûçeyê kêmtirîn zem tê ser her tiştî. Tiştekî ku biguhere tûne ye.”

‘Perê ku bidin gel didin leşkeriyê’

Huseyîn Çinar jî got ku piraniya mûçeyê kêmtirîn diçe fatoreyan û ev tişt anî ziman: “Gelo em ê bi vî mûçeyê çawa debara xwe bikin? Em 17 kes in. Divê herî kêm bihaya asgarî 4 hezar TL be. Gel di qrîza aborî de ye. Perê ku divê bidin gel didin leşkeriyê û deverên din. Mirovan dikin rewşeke zor. Ez êdî ji jiyanê nefret dikim. Xwezî me vê jiyanê nas nekira.”

 ‘Ji welatiyan re tune ye’

Bedîr Gumuş ku bêkar e jî bi lêv kir şîroveya derbarê aboriya welat de weke sûc tê hesibandin û wiha got: “Kesê aboriyê rexne dikin tên binçavkirin. Tiştek tuneye ku mirov bixwin lê li Qesrê her tişt heye. Dema dor tê welatiyan dibejin ‘tune’ ye. Her tişt zem bû. 3 kîlo goşt bûye 300 TL. Mirov ketine etra ku tiştekî bibine mala xwe.”      WAN/ Tolga Guney – Melek Şahîn

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar