Xizmên windayan li Amedê û Dayikên Şemiyê jî li Stenbolê çalakiyên xwe yên heftane pêk anîn.
Xizmên windayan û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Amedê, bi armanca ‘Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin’ çalakiya xwe ya 629’emîn a her heftê li dar dixin, ji ber pandemiyê li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal lidar xist. Komeleyê di hesabê xwe de video parve kir û bal kişand ser aqûbeta windayan. Di çalakiya vê heftê de, aqûbeta sercerdevan Tevfîk Ay ê di 17’ê Çileya 1995’an de leşkeran vexwend qereqolê û careke din agahî jê hatin girtin, hat pirsîn. Serpêhatiya Ay ji aliyê Nûnerê Herêmê yê ÎHD’ê Abdusselam Înceoren ve hat vegotin.
Înceoren berî çîroka Ay vebêje, bal kişand ser bûyera serokê ÎHD’ê ya Xarpetê parêzer Metîn Can û endamê ÎHD’ê Bijîşk Hasan Kaya yên di 21’ê Sibata 1993’yan de hatibûn revandin û qetilkirin û wiha got: “Ji aliyê du kesan ve hatin revandin. Ligel hemû serlêdanên navenda giştî û malbatan jî, agahî ji wan nehat girtin. Herî dawî, di 27’ê Sibata 1993’yan de, dibin pira Dînar a di navbara Xarpet û Dêrsimê de, bi awayekê qetilkirî hatin dîtin. Ji têkoşîna hiqûqî tu encam nehat girtin. Lê em ê tu carî Hasan û Metin ji bîr nekin û nedin ji bîr kirin.”
Înceoren diyar kir ku li gorî vegotinên malbatan û agahiyên di çapemeniyê de hatin dayîn, Tevfîk Ay sercerdevan bû, li gundê Estel-Ziyaret a Midyatê dijiya, berî bê windakirin mûxtar bû û ji bo ku karê cînayetên kiryar ne diyar bike, JÎTEM’ê zext lê dikirin û pêre mijûl dibû.
Her wiha Înceoren di axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Di 17’ê Çileya 1995’an de Serfermandariya Qereqoka Leşkerî ya Bajaroka Epse Tevfîk Ay vedixwîne qereqolê. Ay diçe qereqolê û carek din agahî jê nayê girtin. Piştî ku agahî ji Ay nayê girtin, malbat dikeve nava tevgerê û pirsa wî dikin. Malbat diçe qereqolê jî pirsa Ay dike. Lê rayedarên qereqolê ji malbatê re dibêjin, ‘nehatiya qereqolê û me bangî wî nekiriye.’ Lê esnafeke ku li pêşberî qereqolê dikandariyê dike, şahidiya ku Tevfîk Ay di wê dîrokê de ketiye qereqolê dike. Ji ber ku tirsa kuştinê ev şahid piştî demekê, dest ji şahidiyê berdide. Kurê Ay Hidir Ay, wê demê hevdîtinê bi Wezîrê ji Mafên Mirovan berpirsiyar Azîmet Koyluoglû re dike. Lê ji ber vê hevdîtinê, ji qereqolê bangî Hidir Ay tê kirin. Dema ku Hidir Ay diçe qereqolê îşkence li wî tê kirin. Ji wî re tê gotin ku ‘wê Enqere jî nekare te xelas bike’ û bi vî awayî gef lê tê xwarin. Bi vî awayî ligel hemû hewldanên malbatê jî carek din agahî ji Ay nayê girtin.”
Dayikên Şemiyê
Dayikên Şemiyê jî ji bo li aqûbeta zarok û xizmên xwe bipirsin di hefteya 831’emîn de çalakiya xwe berdewam kirin. Ji ber vîrûsa koronayê çalakî bi rêya online hat lidarxistin. Dayikên Şemiyê di çalakiya li ser hesabên medyaya civakî de li dar xistin, li aqûbeta Cuneyet Aydinlar ê xwendekarê Zanîngeha Stenbolê bû û di 20’ê sibata 1994’an de di binçavan de hat windakirin, pirsîn.
Dayika Aydinlar, Menekşe Aydinlar ewilî axivî û destnîşan kir ku 27 sal in ew li benda edaletê ye û wiha got: “Her tim çavê min li rê ye ku were lê nayê. Dilê min dişewite. Çavê min li rê ye. Ez dixwazim dayikên kezeba wan dişewite negirîn. We çi kiriye ji kurê min bêjin. Ez dixwazim aşkera bikin. Bila dilê yên vê yekê kirin jî bişewite.”
‘Kes nikare bi me bide jibîrkirin’
Apê Aydinlar, Recep Aydinlar jî anî ziman ku têkoşîna Dayikên Şemiyê têkoşînek pîroz e û wiha got: “Ronî nekirina windayan şerma vî welatî ye. Ev şerm ji aliyê hêzên dewletê ve pêk hatiye. Kes nikare zarokên me bi me bide jibîrkirin. Dayikan bi êşê re rûbirû hiştine û ev sûcek mezin e.”
Hevseroka Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn jî têkildarî dosyeya dozê agahî dan û destnîşan kir ku li gel hemû hewldanên wan jî di hiqûqa navxweyî de tu pêşketinek çênebû û dosyeya Aydinlar di refiken gemar girtî yê dozgeriyê de ye û devê dosyeyê hatiye girtin.
Daxuyaniya vê hefteyê ji Mirovên Şemiyê Nûran Ozturk xwend û behsa serpêhatiya windakirina Aydinlar kir. Ozturk destnîşan kir ku Aydinler di bin berpirsiyariya dewletê de hatiye windakirin û xwest dewlet dawî li bêcezakirina 27 salan bîne û wezîfeya xwe ya birêvebirina lêpirsînê bi cih bîne. AMED – STENBOL