PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Ji kesayetên naskirî peyama ‘Em bi HDP’ê re ne’ hat dayîn

Ji welatên cuda bi dehan parlamenter û kesayetên naskirî ji bo piştgiriyê bidin Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi nameyeke vekirî gotin, "Em bi HDP'ê re ne."

Bi dehan parlamenter û kesayetên naskirî bi sernavê “Em bi HDP’ê re ne” nameyek weşandin.

Zanyarê ziman ê li cîhanê naskirî Noam Chomsky ê amerîkî, endamên Parlamentoya Ewropayê, endamên gelek parlamenterên neteweyî yên li Ewropayê, nûnerên partiyên ji Afrîka Başûr, Bolîvya û Pakistanê, endamên meclisan mohra xwe danîn binê nameyê.

Name bi vî rengî ye:

“Du roj piştî erdhejên hilweşîner ên 6’ê sibatê yên li Tirkiyeyê, serokkomar Recep Tayyîp Erdogan serdana yek ji du bajaran kir ên ku erdhejê bandora herî giran li wan kir û got, ‘Dem dema yekitiyê ye’. Bi dewamî ew mirov û kesayet şermezar kir ku hikûmet rexne dikirin ku nêzîkatiya li erdhejê ji bo ‘berjewendiyên siyasî’ dike.

Halbûkî Erdogan ew tişt dikir ku dihate rexnekirin. Bi desteserkirina alîkariyên ji bo erdhejê re ji bo di hilbijartinê de piştgiriya jê re kêm nebe yekdest dikir û di nava krîza li welêt de rêveberiya Erdogan dozên bi têgihiştina siyasî li hemberî Partiya Demokratîk a Gelan dewam dikir.

Di 17’ê adara 2021’ê de Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind ji bo girtina HDP’ê doz li Dadgeha Destûra Bingehîn vekir. Di encama vê de jî di 5’ê çileya 2023’yan de -şeş meh beriya hilbijartinê- Dadgeha Destûra Bingehîn biryar da ku hesabên bankê yên HDP’ê rawestîne û alîkariya xezîneyê ya ji 539 milyon TL (28,7 milyon dolar) ên ji bo kampanya hilbijartinê rawestîne.

Ev doza girtinê ya li hemberî HDP’ê niha derbasî qonaxa dawî bûye. Di 11’ê nîsanê de çend hefte beriya hilbijartinê Dadgeha Destûra Bingehîn wê li parêznameyên hevserokên HDP’ê Mîthat Sancar û Pervîn Bûldan ên li ser mijarê guhdarî bike. Biryara xwe ya dawî jî di her kêliya beriya hilbijartinê de dikare bide.

Doza girtinê asta herî bilind a kampanya dewletê ya li dijî HDP’ê ye ku ji sala 2015’an ve tê meşandin. Ji wê demê ve hevserokên berê, gelek şaredarên bi hilbijartinê hatin wezîfedarkirin, bi hezaran endamên partiyê bi hincetên bêbingeh hatin girtin.

Demokrasî di xetereyê de ye

Sêyemîn partiya herî mezin a li parlamentoyê ku di du hilbijartinên dawî de di ser ji sedî 10 ê dengan stend û temsîla ewçend rêjeyeke hilbijêran dike, ihtimala girtina wê beriya hilbijartinê bi demeke kurt, demokrasiya Tirkiyeyê dixe nava xetereyeke mezin.

Nûnerên gelên Tirkiyeyê -HDP jî di nav de- divê karibin bi rengekî azad û wekhev bêne hilbijartin. HDP ji bo Tirkiyeyeke demokratîk, adîl, wekhev û azad a ji bo her kesî hewl dide. Ekolojiyê, rizgariya jinan û jiyana bi hev re ya baweriyên cuda û gelên cuda diparêze.

Eger hikûmeta Erdogan dawî li hebûna Partiya Demokratîk a Gelan bîne, di heman demê de wê bingehên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê jî ji holê rabin.

Em mafê HDP’ê yê rêxistinbûn, îfadeyê, kombûna aştiyane û tevlibûna li hilbijartinê diparêzin. Dem ew dem e ku bi temamî dawî li êrîşên hiqûqî yên li dijî HDP’ê bê anîn.

Kesayet, partî û rêxistinên mohra xwe danîne binê nameyê:

Noam Chomsky, Professor, United States

Jeremy Corbyn, Member of Parliament, United Kingdom

Janine Wissler, Member of the Bundestag; Co-chair of Die Linke, Germany

Yanis Varoufakis, Member of the Hellenic Parliament, Greece

Niki Ashton, Member of Parliament for Churchill-Keewatinook Aski, Canada

Jean-Luc Melenchon, Fmr Member of the National Assembly, France

Leïla Chaibi, Member of European Parliament, France

Juliano Medeiros, President of the Party of Socialism and Freedom, Brazil

Idoia Villanueva, Member of the European Parliament; Head of Podemos International Secretariat, Spain

Manu Pineda, Member of the European Parliament, Spain

Nikolaj Villumsen, Member of the European Parliament, Denmark

Zarah Sultana, Member of Parliament, United Kingdom

Apsana Begum, Member of Parliament, United Kingdom

John McDonnell, Member of Parliament, United Kingdom

Marc Botenga, Member of the European Parliament, Belgium

Ericka Ñanco Vásquez, Mapuche Member of the Chamber of Deputies, Chile

Nadia Whittome, Member of Parliament, United Kingdom

Sophia Chikirou, Member of the National Assembly, France

Andy McDonald, Member of Parliament, United Kingdom

Gonzalo Winter, Member of the Chamber of Deputies, Chile

Arnaud Le Gall, Member of the National Assembly, France

Beth Winter, Member of Parliament, United Kingdom

Amanda Della Ventura, Member of the Mercosur Parliament; Member of the Senate, Uruguay

Ricardo Canese, Member of the Mercosur Parliament, Paraguay

Adolfo Mendoza Leigue, Member of the Mercosur Parliament, Bolivia

Manon Aubry, Member of the European Parliament, France

Alejandro Sánchez, Member of the Senate, Uruguay

Martin Schirdewan, Member of the European Parliament, Germany

Chris MacManus, Member of the European Parliament, Ireland

Lloyd Russell-Moyle, Member of Parliament, United Kingdom

Martina Michels, Member of the European Parliament, Germany

Stelios Kouloglou, Member of the European Parliament, Greece

Özlem Demirel, Member of the European Parliament, Germany

Miguel Urbán, Member of the European Parliament, Spain

Helmut Scholz, Member of the European Parliament, Germany

Cornelia Ernst, Member of the European Parliament, Germany

Nathalie Oberweis, Member of the Chamber of Deputies, Luxembourg

Ana Merelis, Member of the Mercosur Parliament, Bolivia

András Jámbor, Member of Parliament, Hungary

Richard Leonard, Member of the Scottish Parliament, United Kingdom

Sara Condori, Member of the Mercosur Parliament, Bolivia

Myriam Cecchhetti, Member of the Chamber of Deputies, Luxembourg

Walden Bello, Fmr Member of the House of Representatives, Philippines

Ammar Ali Jan, Haqooq-e-Khalq Movement, Pakistan

Maite Mola, Head of International Relations, Party of the European Left, Spain

Christian Rodriguez, Head of International Relations, La France Insoumise, France

Tauriq Jenkins, High Commissioner of the Goringhaicona KhoiKhoin Indigenous Traditional Council, South Africa

Martha Ruiz, Member of the Mercosur Parliament, Bolivia

Mametlwe Sebei, President of General Industries Workers Union of South Africa (GIWUSA), South Africa

Nilab Ahmadi, City Council Member of Amsterdam, Netherlands

Amineh Kakabaveh, Fmr Member of Parliament, Sweden

Srećko Horvat, Philosopher, Croatia

Kerem Schamberger, Media researcher, Germany

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar