Serhed Botan |
Weke tê zanîn di şeva 10-11’ê sibatê de artêşa dagirker a tirk êrîş bir ser herêma Garê ya girêdayî Herêmên Parastinê yên Medyayê. Dema êrîş anîn wezîrên wan ên şer derket û got wan operasyona pençe nizanim çi dane destpêkirin. Medyaya hevkar û servîsa şerê taybet û derûniya wan ketin amadekariya ku weşana zindî organîze bikin. Hê çend saetên destpêkê derbas nebû ku wan bi xwe jî zanî sala wan ji bihara wê diyar e, lewma zimanê xwe xistin qirika xwe û çend rojan bênavber jîmnastîka ji bo çêkirina derewekî baş kirin!
Welhasil piştî ev hemû gurme gurm û teq û req, ne tenê nikarin yek gavî bi pêşve biçin, heta ketibûn nava hizra bê ka çawa dikarin xwe ji nav ‘Pençeyên Gerîla’ rizgar bikin. Hewbû ku roja çaran bi mêş û zirkêrteyên xwe karîn ên ji ber pençeyên tîj ên gerîlayan mabûn, rakin bibin. Lê em dizanin ku yên li gel xwe birîn jî ji xwe ye, wate êdî tu xêrekî wan nemaye; pêşniyarê min hema nebe baştir e.
Şefê faşîst û wezîrên wî yê devpîs û tirsonek piştî wê bi xwe derket û li xwe mikur hat, got ; “Waye me wer dizanî her der deşt e! Lê me nizanî binê me teşt e ku ev jî kun bûye û waye em noq dibin.”
Zirneyên wan jî piştî çar rojan ku hema bêje li ber fetisînê bûn (ji ber ku zimanê xwe xistibûn qirika xwe) û piştî evqasî jîmnastîka derewçêkirinê ku di vê navberê de em ji wan re bêjin qawet be ji we re! hatin ser dikê û gotin; “Yê ew şikeft çêkirinî, encax ‘Endazyarê Metro’yê be dikare çêbike.” Behsa gerîlayên xwîngerm, zana û berxwedêr dike. Bawer im ku pîpirka zirneya şerê taybet xirab bûye, ji ber ku vê carê ji bîr kirin ku li şûna pesna xwe bidin çawa binketinê weke serketinê nîşan bidin, pesnê pisportiya gerîlayan kirin. Ka em dîsa vegerin ser mijara xwe û zêde dûr neçin. Wan ji ber nezanîn çi bikin û tu hincetek di destê wan de nîne ku binketina xwe veşêrin, lewma rabûn û leşkerên xwe yên di destê gerîla de bûn bi şeklekî bêexlaq kuştin û bi vî rengî xwestin hewl bidin rastiya binketina xwe veşêrin. Lê nizanin êdî kes li ber zirneyên wan nareqise.
Bêguman ew rewşa wan a kavil û perîşan ji aliyê her kesê ve hat dîtin û tê zanîn. Îro hevkarên wan di serî de Amerîka jî êdî nikarî derewa ‘Made İn Turkey’ bawer bikin û xwedî lê derbikevin. Ya girîng pirsa ‘çi bû sedemê wê pêşketinê’ ye. Hema yekser bersivê bidim; berxwedanî, fedakarî, îrade, hezkirin û pisportiya gerîlayên azadiya Kurdistanê ye û ji Rêberê xwe fêr bûne; koka xwe ji çanda berxwedanî ya gelê kurd ê kevnar digirin.
Eger em li dîroka şer û berxwedaniya gerîlayên azadiyê temaşe bikin, em ê pir bi hêsanî bibînin ku gerîla heman hêz e ku di hemû şert û mercên zehmet û şerên ne wekhev de derbên mezin li dijminan xistiye. Wisa kiriye ku îro ger dron û balafir nebin dê leşkerên tirk nikaribin biçin tuwaletê jî. Di wan çend salên dawiyê de ango piştî dagirkirina Efrîn, Serêkanî, Girê Spî, Xakûrkê wer bawerkirin ku dikarin hema wisa pêde biçin. Ew israra tirkan a li hemberî gerîlayên azadiyê dişibe gotinê pêşiyan a dibêje ‘çêkirina xaniyan a li ser cemedê’. Vêca li ber germahiya berxwedana gerîla cemed dikare xwe bigire gelo!? Bawer im ger mirov bêje ku li ser rûyê erdê tu hêzek mîna yê tirkan nîne ku bi derewên xwe yên mîna paşnavê zirnejen ‘soysuz’ ewqasî bawer bike, dê ne zêde şaş be.
Bi kurt û kurmancî artêşa dagirker ê tirk piştî binketina li hemberî gerîlayên azadiya Kurdistanê ya li Garê dîn û har bûye. Niha jî nizane çawa wê binketina xwe veşêre. Vêca li vê derê dixwazim gotinekî yê pêşiyên me bêjim da ku rewşa dewlet û artêşa tirk a niha bi baştirî were fêmkirin. Pêşiyên me dibêjin ‘gûyên xwe di bin berfê de veşartin’. Dê vêca ji wê xweştir ne bawer im bê vegotin.