Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

‘Kesê li pişt vê êrîşê girîng e’

Aygul anî ziman ku, ev welat ji bo rojnamevanan bûye dojehê û wiha got: “Di nava 20 salên dawî de pirsgirêka çapemenî û îfadeyê heye. Nepêkane ku mirov li vê derê qala azadiya çapemeniyê bikin. Ev welat mixabin li rojnamevanan bûye mîna dojehê."

Rojnamevan Sînan Aygul li navçeya Tetwan a Bedlîsê piştî ku nûçe li ser karên nelirê û firotina erdê şaredariya AKP’yî kir nûçe, êrîş lê hate kirin. Piştî êrîşê, parêzvanê şaredar Yucel Baysal û polîs Engîn Kaplan, ji ber nerazîbûna zêde û weşandina dîmenên kamerayê hatin destgîrkirin. Herdu êrîşkar ji aliyê dadgehê ve bi sûcdariya ‘Bi çekê bi zanebûn mirov birîndar kirin’ hatin girtin.

Em ê hîn bêhtir dengê xwe bilind bikin’

Rojnamevan Sînan Aygul ku li Tetwanê demeke dirêj e li ser karên nelirê, bêûsûliyê û diziyê nûçeyan amade dike, anî ziman ku mîna hevalên wî yên din ên rojnamevan ên nûçeyên bi vî rengî çêdikin, gef li wî tê xwarin.

Aygul ragihand ku îhaleya firotinê ya malên şaredariyê heye, ev firotin firotineke bêûsil e, wê bê pêşkeşkirin û got: “Ji xwe pêvajoya ihaleyê weke ku min gotibû bû. Li wir bêûsiliyek hebû. Min ew bêûsilî teşhîr kir. Ji ber vê jî sebra wan fûriya. Ez rojnamevanekî welê bûm ku timî di hedefê de bûm. Armanc ji vê êrîşê, peyama ku bi vê êrîşê dan bi vî rengî bû: ‘Em ê dizî û nelirêtiyê bikin, lê belê kes wê dengê xwe neke’. Min mesaj fêhm kir. Ez ê hîn bêhtir rojnamevaniyê bikim, hîn bi xurtî bikim. Ev êrîş ji bo bêdengkirina me bû, lê em ê bêdeng nemînin. Em ê hîn bêhtir dengê xwe bilind bikin û karê xwe dewam bikin.”

‘Hesabê wan pir cuda bûn’

Aygul anî ziman ku Tetwan cihekî biçûk e, ew rojnamevanekî li wir naskirî ye û got: “Tevî vê yekê jî karîbûn êrîş bikin. Heta niha min gelek nûçeyên ji vê mezintir ên li ser bêrêtiya cidî amade kir, li gelek mirovên bi pirsgirêk rast hatim. Heta niha kesî newêrîbû bi vî rengî tevbigere. Lê belê vana hesabê wê nekirin ku şaşitiya wan wê bigihêje ku derê. Beşek jê ev e, beşa din jî ew mirov in ku temînat dane van. Soza ‘Hûn vê bikin, kes wê nikaribe dest bide we’ dane van mirovan. Divê mirov bi vî rengî binirxînin.”

Kesê li pişt vê êrîşê girîng e’

Aygul destnîşan kir ku êrîş ne ji bo çavtirsandinê bû, ji şêweyê êrîşê jî tê fêhmkirin ku ji bo kuştinê bû û got: “Ji pişt ve bi hesin li serê min xistin. Yanî bi zanebûn bi çekê şopandin û bi rengekî organîzeyî hewl dan bikujin. Hewldanek ne ji bo çavtirsandinê bû, lê ji bo kuştinê bû. Ne hewldaneke ji rêzê bû, nêzîkatiyek ji bo kuştinê bû. Ev êrîş piştî nûçeya min a dawî ya li ser şaredariyê bû. Piştî ku min nûçe amade kir parêzvan, xizmên şaredar êrîşî min kirin. Diyar e li pişt vê êrîşê gelek kesên bi bandor hene ku yek ji êrîşkaran polîs, yê din jî karmendê şaredariyê ye. Van kesan jiyan û karê xwe xistin metirsiyê û êrîş kirin. Yanî kesê li pişt vê êrîşê girîng e. Em ê wî kesî aşkere bikin.”

Ev welat ji rojnamevanan bûye dojehê’  

Aygul ragihand ku li Tirkiyeyê azadiya îfade û çapemeniyê pirsgirêkeke gelekî cidî ye û got: “Ne pirsgirêka vê dema dawî ye. Di nava 20 salên dawî de pirsgirêka çapemenî û îfadeyê heye. Qanûnên têne amadekirin jî ne ji bo rojnamevan û azadiya nûçewergirtinê ye, lê li dijî rojnamevanan e. Dixwazin çapemeniyê asteng bikin, kontrol bikin, sansur bikin.”

Aygul ragihand ku li Tirkiye û Kurdistanê karê rojnamevaniyê gelekî metirsîdar e û got: “Di dîroka me ya çapemeniyê de bi dehan hevalên me şehîd bûn. Bi sedan hevalên me li naverastê tundî li wan hate kirin. Bi sedan hevalên me hîn jî girtî ne. Nepêkane ku mirov li vê derê qala azadiya çapemeniyê bikin. Ev welat mixabin li rojnamevanan bûye mîna dojehê.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar