Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Kesên dixwazin pirsgirêka kurd çareser bikin divê Ocalan esas bigirin’

Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, şert û mercên tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdulla Ocalan, rapora Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT), daxuyaniyên Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû, Serokê Giştî yê Partiya Devayê Alî Babacan û Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê Ahmet Davûtoglû yên der barê pirsgirêka kurd de nirxand. Bayindir destnîşan kir ku yên dixwazin pirsgirêka kurd çareser bikin, ewilî divê Ocalan muxatab bigirin.

Bayindir bal kişand ser rapora CPT’yê ya der barê Girtîgeha Îmraliyê de û wiha got: “CPT, cara ewil e ev qasî zelal pergala tecrîdê ya Îmraliyê pênase dike. Tesptkirina tecrîda sîstematîk û berfireh a li Îmraliyê girîng e. Her wiha gava CPT der barê girtîgehên welatekî de raporekê amade dike, heya ew welat qebûl nekin, nikara rapora amade kiriye parve bike. Loma tespîta ku der barê pergala Îmraliyê de hatiye kirin, bi pesendkirina Tirkiyeyê hatiye weşandin. Ev jî tê wateya ku Tirkiye bi awayekî fermî jî pergala tecrîdê ya li Îmraliyê qebûl dike.”

‘Tespîtên CPT’yê girîng in lê têr nake’

Bayindir diyar kir ku li Girtîgeha Îmraliyê tecrîdeke ku li tu devera cîhanê tuneye pêk tê û ev tişt anî ziman: “Helbet tespîtên CPT’yê û nirxandinên wê yên der barê hikmeta Tirkiyeyê de ji bo me ne bes in. Ligel vê ji aliyê saziyeke navneteweî ve bi vî awayî nîşandana pergala tecrîdê ya Îmraliyê ji bo me girîng e. Lê raporo xwe 16 meh şûnde xwe weşand. Heya rapor hat weşandin tecrîd kûrtir bû. Belê tespîtine girîng hatine kirin tenê qîmanîna bi tespîtan, tê wateya ku çavgirtinê.”

Di axaftina xwe de Bayindir da zanîn ku tespîtên CPT’yê yên der barê girtîgehên din de jî kêm in û got ku peywira CPT’yê tenê ne weşandina raporan e, ji bo pirgsirêkên hatine tespîtkirin, divê ji bo liv û tevgerê welatên endamên Konseya Ewropayê hemûyan teşwîq bike.

Têkoşîna hevpar

Bayindir bi bîr xist ku piştî di 5’ê Nîsana 2015’an de hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hatin qutkirin, şer giran bûye û wiha domand: “Piştî hevdîtinên bi Birêz Ocalan re hatin qutkirin krîza aborî kûr bû, rewşa polîtîkaya derveyî û rewşa nebirêvebirinê, zêdebûna zext û zoriyên li ser siyaseya kurd û hwd. hemû rasterast têkildarî tecrîda li Îmraliyê ne. Heya tecrîda li ser Birêz Ocalan bi dawî nebe, dê krîza aborî ya li Tirkiyeyê, rewşa şerê kûr bûye û zextên li ser hêzên demokrasiyê jî bi dawî nebin. Ji bo tecrîda li ser Birêz Ocalan bi dawî bibe, divê hêzên demokrasiyê bi awayekî hevpar tev bigerin û li ser asasên têkoşîneke hevpar bên cem hev du.”

 ‘Dê hîn zêdetir veqetin’

Bayindir, anî ziman ku piştî ku îqtidara AKP’ê di sala 2015’an de pêvajoya çareseriyê rawestand, di pratîkên 5 salên dawî de awayekî pir aşkere xuya dike ku dê li Tirkiyeyê rejîmeke çawa bê avakirin û got, îqtidar ji bo rejîmeke yekzilamî di 5 salên dawî de polîtîkayeke êrîşkar esas girtiye. Bayindir, diyar kir ku ji ber vê polîtîkaya AKP’ê hema bibêje tevahiya kadroyên wê yên ava kir jê veqetiyane û got, di pêş de wê ev hejmar zêdetir bibe.

Tu qîmeta daxuyaniya wan tuneye

Bayindir destnîşan kir ku sebeba vê jî piranî Alî Babacan û Ahmet Davûtoglû ne û diyar kir ku li Tirkiyeyê partiyên ku ji salên 1990’î heya niha hatine avakirin, ji bo derkevin pêş gelo kurd ji xwe re kirine malzeme û Partiya Gelecek û Partiya Devayê jî ji vê pozîsyonê wêdetir neçûne. Bayindir anî ziman ku di bernameya Partiya Deva û Partiya Gelecekê de der barê pirsgirêka kurd de peyvek jî tuneye û wiha pêde çû: “Li bara kurdan, bi qasî serê derziyê jî qîmeta daxuyaniyên Partiya Deva û Partiya Gelecekê yên der barê çareserkirina pirsgirêka kurd de, tuneye. Kurd, ne li gor gotinên partiyên nû, li gor bernameya xwe ya der barê pirsgirêka kurd de tev digere.”

Her wiha Bayindir bi bîr xist ku musebîbê şer, rûxandin û komkujiyên di sala 2015, 2016 û 2017’an li bajarên herêmê pêk hatin, Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê Ahmet Davûtoglû ye û wiha berdewam kir: “Hîn jî ev qewimîn wekî roja ewil di bîra gelê kurd de ye. Davûtoglû, beriya gotinên xwe yên der barê çareserkirina pirsgirêka kurd de, ewilî divê hesabê rûxandin û komkujiyên li bajarên herêmê bide. Her wiha Serokê Giştî yê Partiya Devayê Alî Babacan jî musebîbê xizaniya li herêmê ye ku hewl dabû gelê kurd bi birçîbûnê terbiye bike. Yanî bi kurt û kurmancî, bêyî nexşerêyeke siyasî û aborî ya der barê pirsgsirêka kurd de, dê tu qîmeta wan li bara kurdan tunebe.”

‘Muxatab Ocalan e’

Her wiha Bayindir bal kişand ser axaftina Serokê Giştî yê CHP Kemal Kiliçdaroglû ku di kongreya partiya xwe de bal kişandibû ser pirsgirêka kurd û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “CHP ji sala 1989’an ve der barê pirsgirêka kurd de gelek rapor amade kirine lê belê di hemûyan de jî wekî meseleyeke serdemî nêzî pirsgirêkê bûye. Der barê çareserkirina pirsgirêkê de pêşnîyarekê wê ya berbiçav tuneye. Gotina wî ya di kongreyê de ‘Em ê pirsgirêka kurd li meclisê çareser bikin’, ji bo me tu tiştî îfade nake. Helbet nîqaşkirina pirsgirêka kurd watedar e lê belê kesên ku pirsgirêka kurd bilêv dikin divê Birêz Ocalan muxatab bigirin.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar