Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

‘Kesên ku naxwazin bibin hevkarê tecrîdê li ber xwe didin’

Malbatên girtiyan diyar kirin ku niha zarokên wan ji bo nebin hevkarê tecrîda li ser Ocalan li ber xwe didin û dan zanîn ku berpirsê hemû mirinan Erdogan e. Her wiha malbatan destnîşan kirin ku zarokên wan gotiye heta tecrîd bi dawî nebe dê çalakiya wan bidome

Greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku bi pêşengiya hevseroka KCD’ê Leyla Guven ve bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine destpêkirin didomin. Li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi hezaran girtî bi heman armancî greve de ne.

Derbarê rewşa girtiyan de malbatên girtiyên ku di greva birçîbûnê de ne axivîn û diyar kirin ku niha zarokên wan ji bo nebin hevparê tecrîdê li ber xwe didin.

‘Berpirsê mirinan Erdogan e’

Malbata Sarikaya ku li Palandokena Erziromê dijî, kurê wan Zerdeşt Sarikaya di Girtîgeha Tîpa L a Panosê û kurê wan Mehmet Nesîh Sarikaya jî di Girtîgeha Jimare 2’yan a Tîpa F a Kandirayê de ye

Bavê wan Şakîr Sarikaya diyar kir ku hefteya borî bi telefonê bi kurê xwe Zerdeşt re axiviye û kurê wî gotiğe ku vîtamînan nadin wan û bêhna qanalîzasyonê ji qawişên wan tên. Bav Sarikaya da zanîn ku her diçe rewşa kurê wî Zerdeşt xirabtir dibe û wexta dikuxe xwîn ji deva tê û destnîşan kir ku kurê wî Nesîh jî 24 sal in girtiye û nexweş e.

Di axaftina xwe de Sarikaya da zanîn ku li ber çavê mirovahiyê mirov ber bi mirinê ve diçin lê kes dengê xwe dernaxe û diyar kir ku berpirsiyarê van mirinan serokê AKP’ê Erdogan e.

Di dawiya axaftina xwe de Sarikaya got ku her roj li girtîgehan mirov dimirin û wiha bi dawî kir: “Tecrîd sûc e. Kesên nebûne hevparê vî sûcî niha li ber xwe didin. Her roj darbest ji girtîgehan derdikevin. Ma kî dixwaze zarokên wan bimire? Bi mehan e em nikarin li ser sifrê rûnên. Bila tecrîd û çalakiyên greva birçîbûnê bi dawî bibibin.”

Rewşa koma ewil xirab e

Li Girtîgeha Tîpa T a Karabukê ji girtiyên li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de ne yek jê jî Ahmet Bayna yê 24 salî ye. Bayna 54 roj in di greva birçîbûnê de ye.

Dayika wî Safiye Bayna diyar kir ku kurê wê jê re wiha gotiğe: “Ji 1’ê Adarê ve em di greva birçîbûnê de ne. Moralê me baş e. Lê rewşa hevalên me yên koma ewil xirab e. Vîtamînan nadin. Em xwê, şekir û avê tev li hev dikin. Zext û zoriyeke dijwar li ser me heye, lê dîsa jî em ê dev ji çalakiya xwe bernedin.”

Dayikê destnîşan kir ku ew xwedî li çalakiya girtiyan derdikevin û dê heta dawiyê li ber xwe bikin.

 

Bijîşk girtiyên di greva birçîbûnê de kontrol nakin

Yek jê girtiya ku li dijî tecrîdê di greve de ye Gûrbet Ozturk e. Ozturk li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê ji 26’ê çileye ve di greva birçîbûnê de ye.

Xwişka wê Emîne Bozkûrt der barê tenduristiya xwişka xwe û girtiyên din de agahî parve kirin.

Bozkûrt anî ziman ku rewşa girtiyên li cem xwişka wê her diçe xirabtir dibe û wiha got: “Niha rewşa xwişka min jî qet nebaş e. Got, êdî dest û pêyên wê bêhal in. Hevalên wê jî pir zihîf bûne. Got êdî Hacîre Çay kesî nas nake û her diçe rewşa wê xirabtir dibe. Di malbata me de nexwşîna dil genetîk e. Xwişka min jî bi vê nexweşînê ye. Greva birçîbûnê zorê dide nexweşîna wê. Her wiha xwişka min got ev 5-6 hefteye bijîşk wan kontrol nakin.”

Di axaftina xwe de Bozkûrt diyar kir ku xwişka wê gotiye heta tecrîd neyê rakirin dê dev ji çalakiya xwe bernedin û destnîşan kir ku xwişka wê ev tişt vegotiye: “Di warê fîzîkî de bedena min û hevalên min texrîb bûye. Divê kes bêdeng nemîne. Dengê me bibihîsin, bidin bihîstin da her kes hay jê hebe.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar