Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cumartesi - 6 Temmuz 2024

Kesên li Parîsê hatin kuştin dê bi girseyî bên oxirkirin

Yekitiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê da zanîn ku dê di 3’yê çileyê de ji bo kesên li Parîsê hatine kuştin merasîma oxirkirinê li dar bixin û banga tevlibûnê kir.

Yekitiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê (ADGB) dê ji bo Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Emîne Kara (Evîn Goyî), hunermend Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) û Abdurrahman Kizil ku di 23’yê kanûnê de li paytexta Fransayê Parîsê hatibûn kuştin, di 3’yê çileyê de merasîma oxirkirinê li dar bixe.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku zîhniyeta ku di sala 2013’an de Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan kuşt û ya ku li Parîsê komkujiya dawî pêk anî heman zîhniyet e û ev tişt hatin gotin: “Pir aşkera ye ku ev komkujiya ji hêla Enqereyê ve hatiye plankirin û pêkanîn, ne tenê li dijî gelê kurd lê di heman demê de li dijî hemû kesên piştgiriyê didin têkoşîna gelê kurd jî hatiye kirin. Ev êrîş, li dijî jin û kedkaran hatiye kirin. Heke em mil bidin milên hev dê bikarin rê li ber vê zilmê bigirin. Ji bo pirsîna hesaba ji vê komkujiyê û xwedîderketina li rêhevalên xwe, weke ADGB’ê em bang li hemû kesayetên şoreşger û hêzên demokrat dikin ku di 3’yê çileya 2023’yan de beşdarî merasîma oxirkirina Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil bibin ku dê li Villiers le Bel banliyo ya Parîsê bê lidarxistin.”

Her wiha hat gotin ku dê ji bo kesên hatine kuştin di 7’ê çileyê de li Parîsê meşeke mezin li dar bixin û banga tevlibûnê kir.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar