Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...
Çarşamba - 3 Temmuz 2024

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

‘Kesên parastina welatê xwe nekin ne hêjayî jiyanê ne’

Şervana Hêza Parastina Şoreşa Jinan Cûdî Heleb ku, him li hemberî DAIŞ’ê û him jî li hemberî feraseta zayendparêz têdikoşe dibêje: “Kesên parastina welatê xwe nekin ne hêjayî jiyanê ne.”

Bi Şoreşa Jinan ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re ku li Kobanê bi serkeftina li dijî DAIŞ’ê mayinde bû û li Minbicê bi çirandina çarşefên reş ên pênaseya tarîtiyê bû, jin ji siyasetê heyanî qada parastinê di her qadê de têkoşînê bilind kirin.

Yek ji jinên ku parastina Şoreşa Jinan ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike Cûdî Heleb a 25 salî, sala 2016’an piştî rizgarkirina bajarê Minbicê ji destên çeteyên DAIŞ’ê, tevli nava refên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bû. Piştî ku bû şahida fedaîbûna şervanên YPJ’ê yên ku pêşengiya rizgarkirina bajêr kirin biryara têkoşînê da.

‘YPJ’ê jinên bê maf û vîn derxist rohahiyê’

Cûdî Heleb li ser destpêka tevlibûna xwe ya nava refên leşkerî wiha dibêje: “Têgeha leşkerkirina jinan ji bo civakê dihat redkirin, ji ber hişmendiya mêrsalarî ya di civakê de serwer bû, jinan bê vîn û maf didît lewre kesên ku piştgiriyê bidin jinan tunebûn. Lê YPJ’ê jin ji tarîtiyê derxistin ronahiyê hêzeke xurt bi me re çêkir, bertekên me li dijî hişmendiya civakê ya ku jinan tenê bi xizmetê û perwerdekariyê sînordar kiribû bilind kir.”

Cûdî Heleb der bare çeteyên DAIŞ’ê yên ku bajar xistibûn bin kontrola xwe destnîşan kir ku tevî hemû kevneşopiyên civakê ku tu girîngiyê nedidan jinan, di ser de jî DAIŞ hatiye û jinan mehkûmê nava tarîtiyê kiriye.

‘Erkên nîştimanî ji yên malbatî ne kêmtir in’

Cûdî Heleb di berdevamiya axaftina xwe de diyar kir ku dema YPJ ava bûye, hêvî li gel wê çêbûye ku tola bavê xwe hilde, zordariya li ser jinan tê kirin rawestîne û ji hişmendiya mêrsalariyê rizgar bibe. Cûdî Heleb wiha pêl da gotinên xwe: “Piştî rizgarkirina Minbicê min biryar da tevli Meclisa Leşkerî ya Minbicê bibim li ser şopa YPJ’ê yên ku bajar rizgar kirine bimeşim. Ji nêz ve min pêşketinên pêngava rizgarkirina Minbicê şopand. Piştî rizgarkirina Minbicê ez zewicîm û tevli Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bûm, ez û hevjînê xwe beşdarî hemleya rizgarkirina bajarê Reqayê bûn. Zewaca min ji bo erka min a niştimanî û dayiktiya min ne asteng bû. Min malbata xwe li ser bingeha azadî û wekheviya herdu zayendan ava kir, erkên niştimanî ji yên malbatî ne kêmtir in. Min ji civakê re îsbat kir ku jin xwedî vîn in û soza xwe bi cih tînin.”

Cûdî Heleb a ku hevjînê wî Mahîr Heleb di sala 2019’an de li Reqayê di êrîşa çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dide, wiha dibêje: “Şehîdbûna hevjînê min vîna min neşikand, min riya xwe li ser şopa hevjînê xwe û xwedîkirina zarokên xwe berdewam kir. Me soz dabû em ji vê dozê re dilsoz bin diviyabû ez soza xwe bi cih bînim, li dijî şert û mercên jiyanê teslîm nebim, baweriya min hebû ku jin ji hemû şert û mercan bi hêztir in.”

‘Malbata nimûne doza parastina welat bingeh digre’

Cûdî Heleb di dawiya axaftina xwe de got ku carnan dema mirov rastî şert û mercên zehmet tê lewaz dibe lê fikra rizgariyê hiştiye ku ew riya maf, hebûn, azadî û wekheviya misoger dike bidomîne û wiha bi dawî dike: “Malbata nimûne doza parastina welat bingeh digre, ji bo min kesên parastina welatê xwe nekin ne hêjayî jiyanê ne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar