Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...
Perşembe - 21 Kasım 2024

Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

Keskîn Bayindir: Divê Rojhilata Navîn jî weke Rojava bibiriqe

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir diyar kir ku fikra Neteweya Demokratîk a Rêber Apo wê ji bo krîzên li Rojhilata Navîn bibe çareserî û wiha got: “Jiyana azad ku em lê digerin ne mucîze ye, li Rojava mîna stêrkan dibiriqe. Ji ber vê yekê divê Rojhilata Navîn bibe Rojava.”

Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir têkildarî salvegera destpêkirina komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an ku li dijî Rêberê Gelan Abdullah Ocalan pêk hat ji MA’yê re axivî.

Bayindir rehendên siyasî yên komploya li ser Rêber Apo nirxand û wiha nirxand: “Birêz Abdullah Ocalan komploya ku di sala 26’an de tê meşandin, weke ‘komploya herî mezin a sedsala 21’an’ a li dijî gelê kurd nirxandibû. Tirkiye ji damezrandina xwe heta niha bi rêbazên komplogerî nêzî pirsgirêka kurd û têkoşîna kurdan bûye. Ji Şêx Sêîd heta Seyît Riza, ji Serhildana Agiriyê heta Doza 49’an, ji derketina tevgera azadiya kurd a salên 1970’î heta roja îro, rêbaza dewletê ya ji bo çareseriya pirsgirêka kurd her tim komplo bûye. Birêz Abdullah Ocalan di 9’ê Cotmeha 1998’an de bi komploya herî mezin a dîrokê re rû bi rû ma. Têkoşîna kurdan bi pêşengiya birêz Ocalan yekem car derbasî nuqteyeke sîstematîk û hedefkirî bû. Çawa ku sîstema cîhanî di sedsala 20’an de dixwest kurdan bike çar parçe û bêstatu û bêsiberoj bihêle; birêz Ocalan jî kurd anîne asteke ku bibin yek û têbikoşin. Helwesta rêbertiya dîrokî ya birêz Ocalan, gelê kurd ê ku di navbera 4 netewe dewletan de hatiye parçekirin, anî cem hev û xist nava pozîsyona têkoşînê. Dema ku têkoşîna azadiya gelê kurd gihaştibû asta çareseriya li ser esasê statuyê, di 9’ê Cotmehê de li dijî birêz Ocalan komployeke bi vî rengî ya navneteweyî hate kirin.”

Bayindir anîna Rêber Apo ya li Tirkiyeyê bi bîr xist û wiha got: “Di sala 1999’an de dema ku birêz Ocalan anîn Tirkiyeyê, diyar kir ku Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ku navenda wê Rojhilata Navîn e dest pê kir. Rewşa ku em îro dijîn, bi rastî jî tesbîtên birêz Ocalan ên berî 26 salan pêk hatiye. Îro hema hema her metreçargoşeya Rojhilata Navîn ji Filistînê heta Kurdistanê bûye qada şer û pevçûnan. Helbet ev yek ji planên stratejîk ên sereke yên hêzên emperyalîst ên navneteweyî ye. Di vê çarçoveyê de çareserî an jî neçareseriya pirsgirêka kurd di xaleke wisa de ye ku dê qedera Rojhilata Navîn biguherîne. Çareserkirina pirsgirêka kurd li ser esasê Rojhilata Navîn wê bibe sedema çareseriya demokratîk a pirsgirêkên dîrokî yên li Rojhilata Navîn. Dema ku birêz Ocalan ev yek eşkere kir, hêzên navneteweyî komploya ku wê Rojhilata Navîn sedsaleke din bike deryaya xwînê û pirsgirêka kurd bê çareserî bihêle, li pêş xistin. Dîsa di navenda Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de ku li ser esasê bêstatû û bêsiberoj hiştina gelên Rojhilata Navîn û gelê kurd bû, ji bo vê yekê qada pevçûnê afirand.”

Bayindir bal kişand ser armanca tasfiyekirina têkoşîna azadiyê ya kurdan û got: “Di esasê xwe de armanc ew bû ku têkoşîna azadiyê ya kurd bifetisînin û tasfiye bikin, bêrêber bihêlin. Lê berovajî vê, birêz Ocalan bi berxwedana xwe ya li Îmraliyê, nehişt têkoşîna kurd a ku dixwestin tasfiye bikin têk biçe. Nehişt ku têkoşîna kurdan teng bibe. Tevî planên komployê jî tevgera azadiya kurd her ku çû xwe mezin kir û li qada navnetewî belav kir. Tevgera Azadiyê ya Kurd têkoşîneke ku ji serhildanên din ên kurd xwedî aliyên cuda belav bû. Birêz Ocalan dema ku di salên 70’yî de dest bi vê têkoşînê kir, pênasekirina ‘Kurdistan mêtingerî ye’ kir û li ser vê armancê danî pêşiya xwe ku Kurdistanê di kîjan statuyê de bihêle. Lewma di sedsala 21’an de di têkoşîna azadiya kurd de paradîgmayek şoreşî hat afirandin û veguherî paradîgmayek mînak.”

Bayindir destnîşan kir ku paradîgmaya Rêber Apo li şûna teslîmiyetê bi berxwedanê bi ser ket û wiha domand: “Paradîgma û veguherîna stratejîk a birêz Ocalan armancên komploya navneteweyî bi giranî mehkûmî têkçûnê kir. Bi vê pêşketina paradîgmatîk têkoşîna azadiya kurd bi cîhanê da naskirin. Birêz Ocalan ji berê heta niha bi parastin, nîqaş û analîzan ramanên xwe gihandiye civakê. Îro her kesê ku fikir û ramanên birêz Ocalan tîne ziman, di rastiyê de parçeyek ji birêz Ocalan e.Îro ji Rojhilata Navîn heta Afrîkayê, ji Asyayê heta Amerîkaya Latîn rastiyek heye ku li ser birêz Ocalan nîqaş û gengeşiyan dikin. Bi ramana wî têdikoşe û li hemû cîhanê civakî dibe. Ji ber vê yekê êdî birêz Ocalan ne birêz Ocalan bi tenê ye, gehîştiye rastiyeke ku bûye bi milyonan kes. Rastiya birêz Ocalan stratejî û nêzîkatiya ku bi komployê dihat xwestin pûç kir û rêjeyek zêde vê komployê pûç kir.”

Bayindir bal kişand ser tecrîda dijwar a li ser Rêber Apo û wiha got: “Ji ber belavbûn hizr û ramanên birêz Ocalan, tecrîd ji aliyê hêzên navneteweyî ve tê dijwarkirin. Birêz Ocalan derbarê çareseriya hemû Rojhilata Navîn û pirsgirêka kurd de biryarên dîrokî dide. Di roja me ya îro de hemû dînamîkên cîhanê û netewe dewletan pêwîste ji bo çareseriya vê pirsgirêka ku bê çareserî maye berê xwe bidin cem birêz Ocalan. Divê tecrîda li ser vê yekê bê rakirin û azadiya birêz Ocalan pêk were. Hevdîtina bîr û ramanên wî bi civakê re xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Li pişt hewldanên me yên ji bo azadiya birêz Ocalan û rakirina tecrîdê rastiyeke wiha heye. Ji ber vê yekê em dibêjin rakirina tecrîdê û têkoşîna li dijî wê ne tenê ya gelê kurd û saziyên kurdan e. Divê îro hemû gelên bindest, di serî de gelên Tirkiyeyê azadiya birêz Ocalan bikin armanca xwe.”

Bayindir anî ziman ku modela li rojavayê Kurdistanê li ser paradîgmaya Rêber Apo hatiye avakirin wek mînak nîşan da û ev yek wiha şîrove kir: “Netewe dewlet ên li Rojhilata Navîn ji bo ku fikrên birêz Ocalan negihîjin gel hemû hewldanan dikin û dixwazin asteng bikin. Lê belê paradîgmaya birêz Ocalan êdî ji mûcîzeyekê derket û li Rojava bûye zemîna avakirina jiyana azad. Veguheriye serpêhatiyeke zêdeyî 10 salan. Jiyana azad a ku em lê digerin êdî ne mûcîze ye, li Rojava wek stêrkek li kêleka me dibiriqe. Ya ku wê Rojhilata Navîn ji vî şerî û nexweşiyê û krîzan derxîne, fikra neteweya demokratîk a birêz Ocalan e. Îro modela Rojava bi awayek şênber li ber çavê me ye û nîşanî me dide ku mirov bi hev re bijîn. Helbet di destê me de ye ku em vê li her aliyê Rojhilata Navîn û Kurdistanê belav bikin û bi gel re bînin cem hev. Birêz Ocalan neteweya demokratîk, jiyana demokratîk û jiyana hevpar nîşan da. Yek ji xalên herî girîng ên vê yekê jî Rojava ye. Lewma divê Rojhilata Navîn bibe Rojava. Ji bo vê jî pêwîste Rojava li tevahiya Rojhilata Navîn belav bibe. Çareseriya emperyalîstên navneteweyî li Rojhilata Navîn Îsraîl-Filîstîn e; modela birêz Ocalan jî Rojava ye. Em dikarin du hêmanên wiha diyar û zelal vebêjin.”

Bayindir di salvegera 26’an komployê de bal kişand ser girîngiya li dar xistina mitînga “Azadiyê” ya li Amedê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Gelê kurd û dostên wan bi hev re li dijî komploya navneteweyî û teknîkên berdewamiya komployê li ber xwe didin. Îro jî bi tecrîdê dixwazin komployê bidomînin û em li dijî vê yekê li ber xwe didin. Hêz û vîna me heye ku em pergala tecrîdê ji holê rakin. Di vê xisûsê de em di 13’ê Cotmehê de mitîngekê li dar dixin. Ev ne mîtîngeke destpêkê ye û ne jî ya dawî ye. Dinya, Tirkiye û Kurdistan di asteke krîtîk de ne. Pirsgirêka kurd gihiştiye wê astê ku êdî nayê taloqkirin. Ev pirsgirêk di bin pêşengiya birêz Ocalan de pir rehet çareser dibe. Rastiyek birêz Ocalan heye ku derbarê çareseriyê de îradeya xwe bi awayekî herî bi dengekî bilind derdixe holê. Di navbera salên 2013 û 2015’an de provaya destpêkê ya vê yekê hat kirin û me dît ku gelê Tirkiyeyê çiqasî bi vê atmosfera çareseriyê ve girêdayî man û kêfxweş bûn. Di vê qonaxê de hemû nîşaneyên azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk nîşan didin. Ev rastiyeke siyasî ye, rastiyeke civakî ye. Em armanc dikin ku bi perspektîfek rêxistinkirî mitîngê li dar bixin û hemû beşên civakê yên ku li Amedê demokrasî û azadiyê dixwazin bînin cem hev. Em ê li dijî komployê li ber xwe bidin. Li dijî desthilatdariya ku dixwaze şer dijwar bike em ê bi awayekî herî xurt vîna xwe nîşan bidin. Di 13’ê Cotmehê de em ê careke din navnîşana çareseriyê nîşanî wan bidin. Lewma divê di 13’ê Cotmehê de her kes berê xwe bide mitînga li Amedê.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar