Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Keskîn: ‘Cezayên disiplînê’ ji bo nixûmandina tecrîda li Îmraliyê ne

Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn diyar kir ku ji roja destpêkê ya girtina Ocalan heta niha li Îmraliyê tecrîdeke bi rêk û pêk heye. Keskîn da zanîn ku ‘Cezayên disiplînê’ yên li Ocalan û girtiyên din tên birîn, tenê ji bo nixûmandina tecrîdê ne

Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ANF’ê re axivî.

Eren Keskîn destnîşan kir ku ji roja destpêkê heta niha li ser Ocalan tecrîdeke bi pergalî heye û wiha domand: “Dema birêz Ocalan di encama komploya navdewletî de radestî Tirkiyeyê hate kirin, ez yek ji parêzerên birêz Ocalan bûm. Ez pêvajoya li Îmraliyê ji roja ewil heta niha ji nêz ve dişopînim. Li Girava Îmraliyê tecrîdeke pir giran û pêkanînên taybet ku mînakên wê nînin, hene. Girtîgeha Tîpa F ya Ewlehiya Bilind a Îmraliyê li gorî qanûnên Tirkiyeyê bi rê ve naçe. Li gorî demê pêvajoya tecrîdê tê guhertin. Tecrîd û îzolasyon rêbazeke îşkenceyê ye. Berî her tiştî weke parêzvanên mafên mirovan em li dijî vê derdikevin. Mirov nikare bibêje tecrîd tenê li ser birêz Ocalan tê meşandin, di heman demê de tecrîd dibe sedema aloziya civakê û civak jî tê tecrîdkirin. Ji ber ku birêz Ocalan rêberê gelekî ye. Lewma tecrîd dibe sedema alozî û rageşiyên civakî.”

‘Cezayê disiplînê helwesteke siyasî  ye’

Di berdewamê de jî Keskîn bal kişand li ser cezayên disiplînê yê li Ocalan û sê girtiyên din tên birîn û wiha pê de çû: “Cezayê disiplînê tê wateya girtîgeha di hundirê girtîgehê de. Bi cezayê disiplînê dixwazin weke her demê pêşî li hevdîtinê li gel malbat û parêzeran bigrin. Ev rêbaz tenê formalîte ye. Dewlet dixwaze hincetekê ji bo tecrîdê bibîne û vê yekê jî bi cezayê disiplînê rewa dike. Ev cezayên disiplînê helwesteke siyasî ye û cihê wê di hiqûqê de tuneye. Divê dewlet dest ji vê bêhiqûqiya xwe berde û deriyê Îmraliyê ji malbat û parêzeran re veke.”

‘Sedema sereke ya krîza aborî şer e’

Keskîn da zanîn ku dewlet bi tecrîdê polîtîkayên şer dixe dewrê û ev nirxandin kir: “Ji dîroka komarê heta niha dewletê xwestiye pirsgirêka kurd bi rêya şer çareser bike. Ji dîrokê heta niha bi polîtîkaya şer tiştek bi serneketiye. Li Tirkiyeyê sedema sereke ya krîza aborî jî şer e. Lê mixabin civak ne di vê ferqê de ye. Heke mîlyonek kes derkeve qadan û li dijî vî şerî derkeve, dê dawî li vê krîzê bê. Pirsgirêka kurd bi rêbazên şer nayê çareserkirin û berovajî vê yekê birînê kûr dike. Li Tirkiyeyê pêvajoyeke kurt a aştiyê hate meşandin. Di wê demê de civakê bêhnek stand û bi aram bû. Ji bo vê yekê ji aştiyê ziyan çênabe, ji şer ziyan çêdibe. Lewma em ê her tim polîtîkayên aştiyê biparêzin û pêk bînin.”

Helwesta CPT’yê

Herî dawî jî Keskîn ev tişt destnîşan kir: “Di serdema Îmraliyê de CPT kete kêmahiyekî gelek mezin. Raporên CPT’yê heta niha negiştiye raya giştî. Divê saziyên lêkolîna girtîgehan û CPT şandeyan bişînin Îmraliyê û girtîgehên din ê Tirkiyeyê.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar