Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Keskîn: Divê dewlet bangawaziya Ocalan esas bigire

Hevseroka ÎHD’ê Eren Keskîn, bilêv kir ku divê dewlet guh bide banga Ocalan ku gotibû “ji bo çareseriyê amade me” û wiha got: “Ji bo Tirkiye aram bibe, tekane rê pêşvexistina polîtîkayên aştiyane ye.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di hevdîtina 7’ê tebaxê ya bi parêzerên xwe re, gotibû: “Ez dikarim çareser bikim. Ez bi xwe bawer im, Ji bo çareseriyê amade me. Lê belê çi dewlet û çi jî aqlê dewletê jî çi hewce be divê bike.” Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Parêzer Eren Keskîn ji MA’yê re li ser mijarê axivî û bilêv kir ku daxuyaniyên Ocalan girîng in û divê dewlet van daxuyaniyan esas bigire.

Keskîn diyar kir ku sedema şerê li herêmê polîtîkayên neçareserkirinê yên aqlê dewletê ne û li hemberî van polîtîkayan gotinên Ocalan ên ji bo aştiyê pir girîng in û wiha got: “Bi salan e di warê mafên mirovan de dixebitim. Heta niha leqayî kurdekî ku doza aştiyê nake nehatime. Çimkî neviyên kesên di nêvenga şer de çêbûne jî çêbûne. Loma em behsa gelekî ku herî zêde pêdiviya wî bi aştiyê heye dikin. Divê gotinên Ocalan jî di vê çarçoveyê de bên xwendin.”

Li dijî nîjadperestiyê polîtîkaya aştiyê

Keskîn destnîşan kir ku ji bo gelê kurd Ocalan kesekî girîng e û loma divê dewlet jî guh bid ebangawaziyên Ocalan û wiha got: “Ger polîtîkayên pevçûniyî bidomin wê li Tirkiyeyê nîjaprestî û cihêkariya heyî zêdetir bibe. Em hemû bi çavên xwe dibînin bê ka di demîn dawî de nîjadperestî çi qas zêde bûye. Loma divê em hemû li ser polîtîkayên aştiyane hûr bibin.”

‘AKP’ê bi dewleta kûr re li hev kir’

Keskîn daxiyaniya Ocalan a “divê dewlet û aqlê dewletê jî çi hewce be bike” bi bîr xist û wiha got: “Nexasim jî beriya her tiştî em dibînin ku piştî 2015’an AKP’ê bi dewleta kûr re li hev kir. Li hevkirina bi MHP’ê û nexasim jî bi lihevkirina bi aktorên salên 90’î yên wekî Mehmet Agar û Tansû Çîllerê re polîtîkayên neçareserkirinê zêde bûn. Dema Ocalan behsa aqlê dewletê dike behsa yekjimariyê dike, lê di bin wî aqlê dewletê de gelek aqil hene. Bi ya min dema Ocalan dibêej aqlê dewletê, behsa van aqilan hemûyand ike. Yanî destnîşan dike ku divê ev hemû ji bo polîtîkayên aştiyane bêjin temam. A rast tekane rêya çareseriyê jî ev e. Ji bo Tirkiye aram bibe, tekane rê pêşvexistina polîtîkayên aştiyane ye.”

Keskîn diyar kir ku çareserkirina pirsgirêka kurd ne hêsan e û wiha got: “Pirsgirêka kurd pirsgirêkeke navnetewî ye û tenê Tirkiyeyê eleqedar nake. Erdnîgariya Kurdistanê 4 dewletan û hêzên emperyal eleqedar dike. Lê belê erdnîgariya Kurdistanê ya herî bibandor erdnîgariya ku em lê dijîn. Loma çareseriya li vira wê bandorê li tevahiya Kurdistanê bike.”

Keskîn bi bîr xist ku beriya PKK’ê jî dewlet bi kurdan re şer dikir û got ku ji bo demokratîkbûyînê divê dewlet bi dîroka we re hevrû bibe.

Her wiha Keskîn destnîşan kir ku li Tirkiyeyê ger pirsgirêka kurd bê helkirin wê ev yek bi xwe re gelek pirsgirêkên din jî hel bike. STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar