Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Pazartesi - 25 Kasım 2024

Keskîn: Divê her tiştê me bi kurdî be

Nivîskar û siyasetmedar Dîba Keskîn ji bo kampanyaya derbarê zimanê kurdî de bang kir û wiha got: "Ji bo kurdî bijî divê em piştgiriya kampanyayê bikin."

Komîsyona Ziman a 21’ê Sibatê ya bin banê Platforma Zimanê Kurdî hat avakirin, ji bo kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê di 22’yê Sibatê de kampanyayeke îmzeyê dabû destpêkirin. Kampanya dê heya 15’ê Gulanê bidome. Nivîskar û siyasetmedar Dîba Keskîn jî ji bo kampanyayê bang kir.

Keskîn diyar kir ku kampanyaya hatiye destpêkirin pêdiviyek bû û divê bê xurtkirin. Keskîn destnîşan kir ku mirov bi zimanê xwe yê zikmakî hene û wiha got: “Em bi zimanekî din jî hene lê em ne xwe ne. Em bi kilam û çîrokên dê û bavên xwe mezin bûn. Me bi vî awayî ruhê xwe têr kir. Em dixwazin ji niha û pê ve jî wisa bibe. Em dixwazin jiyana me bi zimanê me be. Di fermiyetê de, di çapemenî û wêjeyê de, di hemû qadên jiyanê de axaftina bi zimanê zikmakî mafê me ye.”

Bangawazî

Di axaftina xwe de Keskîn, bi bîr xist ku hin zaravayên kurdî bi tunebûnê re rû bi rû mane û wiha bal kişand ser zext û zoriyên li ser ziman û bandora asîmlasiyonê: “Niha di nav civakê de kî berhemeke wêjeyî bi kurdî dixwîne. Çend kes ji me di rojname, televîzyon, sînemayê de û li bazaran bi zimanê xwe diaxivin. Tenê li malê diaxivin. Tu berê xwe didî ku bi tirkî ye. Zarok diçin dibistanê û li her derî bi tirkî diaxivin. Gava rewş wisa be, em ê çawa zimanê xwe têr bikin û xurt bikin. Lewma divê li her derî piştgiriya kampanyayê bê kirin.”

Destpêkê kurdî

Di dawiya axaftina xwe de Keskîn ev tişt anî ziman: “Ji bo kampanya bi ser bikeve divê derdorên demokratîk hemû piştgiriya kampanyayê bikin. Li gel rexnekirina dewletê, divê ew bi xwe jî ji bo kurdî gavan biavêjin. Kêmasiyên me jî hene. Heger em xwe rexne nekin, em ê neheqiyê li dê û bavên xwe bikin. Dê û bavên me çîrok ji me re gotin, lê em wan ji zarokên xwe re nabêjin. Me ew di nava xwe de xistine nava qutiyekê û veşartine. Em bi tirkî bi zarokên xwe re diaxivin. Di jiyanê de pêşî divê her tiştê me bi kurdî be.” WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar