Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Keskîn: Ji roja ewil ve li Îmraliyê polîtîkayên tecrîdê ketin meriyetê

Ji parêzerên ewilî yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Eren Keskîn diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê ji roja ewilî ve dest pê kiriye û wiha got: “Di çareserkirina pirsgirêka kurd de birêz Ocalan aktorê herî mezin e. Bêdenghiştina aktor, tê wateya bêdengkirina gelê kurd û neçareserkirina pirsgirêkê. Di halê hazir de mezintirîn astengiya li pêşiya aştiyê, dewlet bi xwe ye.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 9’ê Cotmeha 1999’an bi komployeke navneteweyî ji Sûriyeyê derket û di 15’ê Sibata 1999’an de radestî Tirkiyeyê hate kirin. Abdullah Ocalan, xistin Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê ku bi awayeke taybet hatibû dîzaynkirin. Piştî ku anîn Tirkiyeyê, di 31’ê gulana 1999’an de li Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê ya Hejmar 2’yê darizandina wî dest pê kir. Di danişîna dawî ya 29’ê Hezîrana 1999’an de cezayê darvekirinê lê hate birîn. Piştre jî ev ceza veguherandin cezayê muebbeta giran. Bi vî cezayî re Abdullah Ocalan 25 sal in li Girtîgeha Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin.

Bi komploya navneteweyî re ku bi koordînatoriya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) teşe girt, Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de anîn Tirkiyeyê. Bi anîna Ocalan re êdî li Tirkiye û Kurdistanê rojên dijwar dest pê kirin. Her qonaxa darizandinê ku Abdullah Ocalan weke “Şanoya Îmraliyê” pênase dike, bi astengkirin û hewldanên lînçkirina parêzeran dest pê kir. Parêzerên ku her tim zext lê dihat kirin, bi êrîşên polîs, leşker û komên nîjadperest re rû bi rû diman û gef lê dihatin xwarin.

Di 16’ê Sibata 1999’an de ku çalakiyên li dijî komploya navneteweyî dest pê kiribûn, rojnameger li Cîgira Serokê Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn geriyan û pirsa “Gelo hûn dê bibin parêzera Abdullah Ocalan?” jê kirin. Keskîn, di demên berê de ji rojnameya Yenî Yaşamê re nivîsek nivîsandibû û digot ku her kesî pirsa “Gelo dê çawa dest pê bike?” ji hev dikir. Keskîn, di nivîsa xwe de got, di roja 5’emîn a anîna Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê de Cîgirê Serokê Giştî yê ÎHD’ê Osman Baydemîr li wê geriyaye û di hevdîtinê de pirsa “Tu bi me re yî?” jê kiriye û wê jî bersiva “Erê” daye. Keskîn, anî ziman ku bi vî awayî parêzertiya Abdullah Ocalan li xwe girtine. Keskîn, da zanîn ku wan bi 12 parêzeran dest bi parastina Abdullah Ocalan kirin û piştre ev hejmar zêde bû. Keskîn, di nivîsa xwe de wan rojan wiha vedibêje: “Wan rojan ji her derê bêhna mirinê dihat. Mirov li naverasta kolanan dihatin lînçkirin, gef dihat xwarin, bi awayekî aşkere nefret dihat birêxistinkirin û di rojnameyan de hedef dihatin nîşandan.”

Keskîn, diyar kir ku wê demê li rexekî tundî dihat birêxistinkirin, li rexa din jî piştevaniya kurdan xurt dibû. Keskîn, anî ziman ku roja çûna parêzeran a Îmraliyê bi hinceta “keştî xerabe ye” hatiye astengkirin, roja destpêkirina tecrîdê ye.

Eren Keskîn, 25’emîn sala komploya navneteweyî û qewimînên piştî anîna Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê nirxand.

Keskîn, got ku tu çarçoveyeke hiqûqî ya anîna Tirkiyeyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi komployeke navneteweyî nîne û ev tişt anî ziman: “Di dema birêxistinkirina komployê de Abdullah Ocalan li gelek welatan serlêdana îltîcayê kir. Lê tu welatan ev serlêdan qebûl nekirin. Li ser vê yekê radestî Tirkiyeyê hate kirin. Hêzên navneteweyî, bi vê helwesta xwe ya li dijî Abdullah Ocalan re hemû peymanên navneteweyî jî binpê kirin. Hêj ji destpêkê ve hiqûqa navneteweyî û ya navxweyî hatibû binpêkirin. Anîna birêz Ocalan a Tirkiyeyê, awayê binçavkirina wî û piştre jî girtina wî, tevek jî bi awayeke derhiqûqî hatin kirin. Tiştên wî û parêzerên wî piştî girtinê jiyayîn, bi temamî binpêkirina hiqûqa navxweyî bû. Ev derhiqûqtî îro jî bi astengkirinên keyfî didome.”

‘Ez yek parêzerên ewîl ê Ocalan bûm’ 

Bi domdarî Keskîn diyar kir ku dema Abdullah Ocalan anîn Tirkiyeyê, yek ji parêzerên wî yên ewilî jî ew bû û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber vê yekê rojnameger her tim li me digeriyan. Em ji daxuyaniya Bulent Ecevît hîn bûn ku birêz Abdullah Ocalan anîne Tirkiyeyê. Dema me ji ewilî bihîstî, em tevek çûn pêşiya girtîgehan. Ji ber ku îxtîmala serhildaneke mezin hebû. Fikarên me hebûn. Hemû kes di şoqê de bû. Me digot; ‘Ji vir û şûnde dê çi bi pirsgirêka kurd bibe? Di mijara hiqûqî de dê çi were kirin?”

Cara ewil em 12 parêzer hatin gel hev?’ 

Di berdewamê de Keskîn bi bîr xist ku di roja 5’emîn a anîna Abdullah Ocalan de Osman Baydemîr li wê geriya, xwestiye bi wê re hevdîtinê bike û wiha qala wê hevdîtinê kir: “Ji bo ku tu kes fêm neke em ji bo çi civiyane, em çûn restoraneke pir luks. Rewşeke pêkenok bû. Ji ber ku cihê em çibûnê cihê sosyeteyê bû. Me digot li wir kesek me nas nake lewma em çûn wê derê. Em pir kin rûniştin. Osman tenê pirsa ‘gelo tu jî bi me re yî?’ kir. Min jî got; ‘erê.’ Ev qas. Piştre jî me ji bo civîna li Weqfa Lêkolînên Civakî û Hiqûqî (TOHAV) bang li hevalan kir. Cara ewil em 12 parêzer hatin gel hev. Rojek piştre jî em çûn Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM).”

Dozger bi hêrs û bi kîneke mezin li me nihêrt’ 

Keskîn, destnîşan kir ku rojek piştre ji bo daxwaznameyê bidin çûne DGM’ê û wiha pê de çû: “Ez, Ahmet (Ahmet Zekî Okçuoglû) û Osman Baydemîr ketin odeya dozger û me got; ‘Em parêzerên Ocalan in, dixwazin pê re hevdîtinê bikin.’ Dozger hêrs bû û bi kîneke mezin li me nihêrt. Piştre jî di dest de daxwazname, di nava odeyê de çend caran hat û çû. Piştre rûnişt û weke ku mistekî li maseyê bixe daxwazname îmze kir û got; ‘bibin û herin.’ Piştî kirariyên daxwaznameyê em çûn ÎHD’ê. Komele pir qelebalix bû û bibûn du alî. Aliyekî digot; ‘hûn dê komeleyê bidin girtin’ û aliyê din jî çepik lê didan, dirûşm berz dikir. Me got; ‘Em parêzer in. Ji bo parastina kesekî em destûrê ji komeleyê nagirin. Mîna her kesî, mafê parastinê yê Abdullah Ocalan jî heye.’ Bi vê yekê re pêvajo dest pê kir.”

‘Daxuyaniya ewilî û nêzîkatiya polîsan’

Eren Keskîn, daxuyand ku piştî doz girtin, qet derfet çênebûn ku bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike. Keskîn, wiha dom kir: “Ji ber ku em Cîgirên Serokê Giştî yê ÎHD’ê bûn, komeleyê nexwest ez û Osman biçin hevdîtinê. Cara ewil Hatîce Korkut û Ahmet Zekî Okçuoglû çûn hevdîtinê. Piştî hevdîtinê, me li Cemiyeta Rojnamegeran a Tirkiyeyê ya li Cagaloglûyê daxuyanî da. MED TV’yê dixwest daxuyaniyê zindî biweşîne. Lê ji ber ku derfet tune bûn, hevalê me Îmam Şahîn xwe dirêjî bin maseyê kir, di dest de telefona berîkê ji MED TV’yê re dengê zindî dişand. Dema daxuyanî dihat kirin, li derve qiyamet rabibû. Komeke ji berê ve xwe birêxistin kiribû li dijî me dirûşmên nîjadperest berz dikir, gef dixwar û kevir diavêtin. Piştî daxuyaniyê em çûn midûriyeta emniyetê û me jê xwest ku parastvanan bigirin. Midûrê emniyetê got; ‘hûn çawa hatibin bi heman awayî herin.’ Hevalekî din ê parêzer jî got; ‘Em li Konsolosxaneya Amerîkayê bigerin, bila ew me biparêzin.’ Li ser vê yekê ketin nava tirsê û em bi wesayîtên zirxî ji wir derxistin. Me talûkeyeke mezin derbas kir.”

Em 6 mehan nekarî biçin malên xwe’ 

Keskîn, bi lêv kir ku piştî daxuyaniyê ji hêla medyayê ve weke hedef hatine nîşandan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Avahiya ez lê dimam ji serî heta binî bi pankarta ‘çi şad e yê dibêje ez tirk im’ hatibû daliqandin. Me 6 mehan nekarî biçin malên xwe. Rojnameyan her roj wêneyên me diweşandin. Bi taybet jî li ser nasnameya jinê pir êrîş dikirin. Ewqas gefên mirinê dihatin xwarin ku êdî di dawiya dawî de Taha Akyol di rojnameya Milliyetê de nivîsek nivîsand. Di nivîsa xwe de ji bo me digot; ‘Ew peywira xwe ya parêzertiyê dikin. Êrîşên li dijî wan xelet in.’ Piştî nivîsa Akyol, êrîş hinek sekinînin. Me piştre fêm kir ku ew êrîş ji hêla navendekê ve dihatin birêxistinkirin.”

Ji roja ewil ve li Îmraliyê polîtîkayên tecrîdê ketin meriyetê’

Keskîn, da zanîn ku ji roja ewil ve li Îmraliyê polîtîkayên tecrîdê ketibûn meriyetê û ev tişt anî ziman: “Ev tecrîd jî bi hinceta ‘keştî xerabe ye’ dest pê kiribû. Di roja me de jî di bin navê ‘cezayên disiplînê’ de tê domandin. Tu îzaheteke vê rewşê ya hiqûqî û mantiqî nîne. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ji bo cezayê muebbeta giran ê li Abdullah Ocalan û Hayatî Kaytan, Emîn Gurban û Civan Boltan hatiye birîn, biryara binpêkirinê dabû. Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê (TOHAV), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) ji bo bicihanîna vê biryarê di 29’ê tîrmehê de serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KE) dan. Tevî serlêdanê jî ji sala 2021’an tu guhertin nehatin kirin.

Bêdengiya hiqûqa navneteweyî’

Divê birêz Ocalan ne tenê weke girtiyekî were nirxandin. Bêdengiya hiqûqa navneteweyî ya di vê mijarê de cihê rexneyê ye. Yên ji xwe re dibêjin muxalîf jî li dijî vê bêhiqûqiyê bêdeng in. Ji bilî siyaseta kurd, tu partiyeke siyasî dengê xwe dernaxîne. Muxalefet û îktîdar xwedî heman zîhniyetê ne lewma mirov vê bêdengiyê fêm dike.

‘Mezintirîn astengiya li pêşiya aştiyê dewlet bi xwe ye’

Polîtîkayên tecrîdê dike ku pirsgirêka kurd hîn kûrtir bibe. Pirsgirêka kurd êdî bûye pirsgirêkeke navneteweyî. Di çareserkirina pirsgirêka kurd de birêz Ocalan aktorê herî mezin e. Bêdenghiştina aktor, tê wateya bêdengkirina gelê kurd û neçareserkirina pirsgirêkê. Di halê hazir de mezintirîn astengiya li pêşiya aştiyê, dewlet bi xwe ye. Heke li vê xakê aştî çêbibe, ev yek girêdayî daxwaza dewletê ye. Ji ber ku dewlet niha naxwaze, şer didome. Girtîngtirîn navenda vê neçareseriyê jî tecrîda li Îmraliyê ye. Heke tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe dê aştiyeke nû li vê xakê aj bide.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar