Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Keskîn: Nenîqaşkirina bêçalaktiya KCK’ê pirsgirêk e

Hevseroka ÎHD'ê Eren Keskîn diyar kir ku biryara rawestandina çalakiyên leşkerî ya KCK'ê jî got ku biryareke hêja û di cî de ye.

Gelên Tirkiyeyê, di pêvajoyeke wiha de ku krîzên siyasî, aborî û civakî kûr bûne, ber bi hilbijartinên 14’ê gulanê ve diçe. Bi taybetî jî erdhejên Mereşê ku di 6’ê sibatê de çêbûn û bandor li 11 bajaran kirin, krîzên heyî bi awayekî aşkere didin der. Desthilata AKP’ê di pêvajoyeke wiha de polîtîkayên xwe yên şer bênavber didomîne. Li gel vê KCK jî biryara xwe ya rawestandina çalakiyên leşkerî ya ji bo erdhejê, heta helbijartinê taloq kir. Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn biryara KCK’ê û atmosfera hilbijartinê ya li welêt nirxand.

Keskînê diyar kir ku Tirkiye niha bi rejîmeke otorîter tê birêvebirin û got ku civak dixwaze ji siyaseta cihêkarî û berberîbûnê xelas bibe û ji ber vê hilbijartinên 14’ê Gulanê girîng in û ev tişt anî ziman: “Ev rejîma otorîter, polîtîkayeke bi temamî li ser neçareserkirina pirsgirêka kurd esas digere. Her wiha li hemberî jinan zimanekî nefretê û şideteke mezin heye. Hilbijartin dê di atmosfereke wiha de çêbibin. Ji ber vê, hilbijartinên 14’ê gulanê pir girîng in. Civak doza demokratîkbûyînê dike. Li benda çareseriyê ye û dixwaze ji vê feraseta Serdema Navîn xelas bibe. Di serî de pirsgirêka kurd, gelek pirsgirêk hene. Civak êdî vê yekê qebûl nake.”

Xwe dispêrin heman mijaran

Keskînê bal kişand ser beyannameyên hilbijartinê yên partiyan û gotinên wan û got ku hem desthilat hem jî muxalefet xwe disipêrin heman çavkaniyê û wiha got: “Xwe disipêrin senteza tirk-îslamê. A rast di navbera Tifaqa Miletê û Tifaqa Cumhûrê de ferqeke pir mezin tune ye. Pirsgirêkên sereke yên vê erdnîgariyê hene. Pirsgirêka kurd, Qirkirina 1915’an û pirsgirêka Kibrisê û hwd. Mesela, dê Tifaqa Miletê ji bo meseleya kurd polîtîkayeke çareseriyê ya çawa esas bigire. Dê ew û tevgera azadiyê ya kurd çareseriyeke çawa pêk bînin? Mesela, dê ji bo tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê çi bikin?”

Keskînê destnîşan kir ku Tifaqa Miletê naveroka sozên xwe yên hilbijartinê tije nekiriye. Keskîn “Pêvajoya diyalogê” ya di sala 2014’an de bibîr xist û got: “Ger li vê erdnîgariyê behsa demokrasiyê bê kirin û helwesteke demokrat bê nîşandan, pêşî divê ev bîrdoziya fermî bê rexnekirin. Ger hatine cem hev a Tifaqa Miletê û Partiya Çepên Kesk hin partiyên maseya şeşnig nerihet bike, ev tê wateya ku di nava wan de ferqeke mezin tune ye. Helbet hilbijêrên demokrat ên kurd ji Tifaqa Miletê li benda helwesteke cuda ne.”

Tifaqa Miletê pêbaweriyê nade der

Keskînê diyar kir ku Tifaqa Miletê pêbaweriyê nade der û got ku Partiya ÎYÎ’yê ku netewperestiyê esas digire û Partiya Saadetê ku bi dijminahiya xwe ya li hemberî jinan tê naskirin, mijarên divê mirov li ser wan bifikire. Keskînê got: “Ger di serokkomariyê de guherînek çêbibe dê civak bi awayekî qismî rihet bibe. Lê bi rastî jî kes bawer nake ku dê demokratîkbûyînek çêbibe. Baweriya mirov pê nayê ku dê her kes karibe gotina xwe bibêje û polîtîkayên ji bo çareserkirina meseleya kurdî têkevin dewrê. Lewma bi ya min dê piraniya civakê pitşgiriya Kemal Kiliçdaroglû bike. Lê wê vê bi hêviyeke mezin nekin.”

BIRYARA KCK’Ê

Keskînê biryara rawestandina çalakiyên leşkerî ya KCK’ê ku heta hilbijartinê taloq kiribû bibîr xist û got ku ev biryareke hêja ye. Keskînê got: “Em tim aştiyê diparêzin. Helwesta me ya ji bo bêdengkirina çekan û agirbestê zelal e. Lê di civakê de nenîqaşkirina vê biryarê pirsgirêkeke mezin e. Divê her kes vê weke mijareke girîng bibîne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar