Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Keştiya Alan Kurdî berê xwe dide Maltayê

Keştiya Alan Kurdî ya ku 65 penaber tê de ne û ligel daxwazên almanyayê, bi fermana Wezîrê Karê Navxweyî yê Îtalyayê Salvînî nehate qebûlkirin, berê xwe dide Maltayê

Îna borî ji bo ku biçin rojavayê Ewropayê 65 penaber bi botekê ji Lîbyayê derketibûn rê û piştî ku 12 saetan li Behra Spî asê mabûn, ji aliyê keştiya alîkariyê ya Alan Kurdî hatibûn rizgarkirin.

Keştiya ku 38 kesên biniya 18 salî tê de bûn, berê xwe dabû girava Lampedûsayê. Lê rêveberiya Romayê sînorên xwe girtibû û keştî nêzî girava Lampedûsayê bû. Şîrketa Sea-Eye ya ku xwediyê keştiya Alan Kurdî ye, duh diyar kir ku wê keştî berê xwe bide Maltayê.

Saziyê bang li hikumetên welatên Ewropayê kir û got ku “Em ê bibîn ku bê ka welatên din wê piştgiriyê bidin helwesta Îtalyayê yan na. Nabe ku ev mirov bibin meseleya bazarkirinê.” Wezîrê Karê Navxweyî yê Îtalyayê Matteo Salvînî got ku Almanya dixwaze ku ez penaberan qebûl bikin û teqez wê tiştekî wisa pêk neyê.

Di rojên dawîn de ji xeynî keştiya Alan Kurdî, keştiyên Sea-Watch 3 û Alex jî nêzî Lampedûsayê bûbûn. Kaptana Sea-Watch ê Carola Rackete hatibû binçavkirin. 54 penaberên di keştiya Alexê de jî tenê destûra 13 kesan hatibû dayîn. Hate hînbûn ku ev penaberên ku Îtalyayê ew qebûl kirine jî nexweş in û divê mudaxeleya tibbî li wan were kirin.

Rêxistina alîkariyê ya bi navê Sea-Eye ya ku navenda wê li bajarê Regensbûrgê ya Elmanyayê ye, navê keştiya xwe ya ‘Profeesor Albrecht Penck’ kiribû Alan Kurdî. Zarokê ji rojavayê Kurdistanê Alan Kurdî penaberek bû û cenazeyê wî li nêzî Bodrûma Tirkiyeyê hatibû dîtin. ROMA 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar