Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Keştiya Azadiyê li Napoliyê ye: Dem dema azadiya Ocalan e

Keştiya Azadiyê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Atînayê bi rê ket, gihîşt bajarê Napolî yê Îtalyayê

Aktîvîstên ‘Keştiya Azadiyê’ ku 9’ê Mijdarê ji herêma Lavrîo ya paytexta Yewnanistan Atînayê bi rê ketin, îro di salvegera 23’an a hatina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo Îtalyayê, gihîşt bajarê Napolî yê Îtalyayê.

Ji Arjantînê heta Spanya, Fransa, Swîsre, Îtalya û Yewnanistanê, bi dehan rewşenbîr, nivîskar, nûnerên civaka sivîl, parêzer, xwendekar û aktîvîst piştî rêwîtiyê gihîşt Napolî. Aktîvîst li vê derê ji aliyê girseya gel û nûnerên şaredariyê ve hatin pêşwazîkirin.

Ji çalakgerên keştiyê Sylive Jan beriya ku ji keştiyê peya bibin got ku kurd ‘hêza çareseriyê’ ne û destnîşan kir ku kurd pirsgirêk nîn in, çareserî û bersiv in.

Azadiya Abdullah Ocalan dê şer û komkujiyan bi dawî bike

Di vê çalakiyê de ku ji aliyê Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re hat lidarxistin, li bendera Napolî daxuyaniyek ji çapemeniyê re hat dayîn.

Daxuyanî ji aliyê endamê înîsiyatîfê Yuksel Koç ve hat dayîn û wiha hat gotin: “Em dikarin vê bi hêsanî bêjin; Rêber Apo yê ku beriya 23 salan bi komploya navneteweyî dîl hat girtin, êdî navneteweyî bûye.

Bi navê Înîsiyatîfa Azadî ji Ocalan re û gelê kurd em Şaredariya Napolî û şaredariyên din ên Îtalyayê yên ku welatîbûna rûmetê dane Rêberê me, her wiha gelê Îtalyayê silav dikin. Eger şaredariyên din ên Îtalyayê û welatên din vê helwesta bi rûmet a Şaredariya Napolî bişopîne, ev yek wê tevkariyeke mezin li azadiya Rêber Apo û azadiya gelê kurd bike. bi navê Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re, em careke din daxwaza xwe ya ji bo azadiya Rêber Apo ji cîhanê re radigihînin. Dem dema azadiya Ocalan e.

Azadiya Rêber Apo hem wê şer û komkujiyên li Kurdistanê bi dawî bike, hem jî wê jiyaneke azad û bi hev re ya gelan bîne Rojhilata Navîn, demokrasiyê bîne Tirkiyeyê. Parastina azadiya Ocalan çareseriya li dijî şer e, azadiya li dijî zextan e, biratiya li dijî wêderkirinê ye, jiyana hevpar a li dijî cihêkariyê ye.

Wêzîfeya me ye ku em êrîşên bi çekên kîmyewî rawestînin

Bi navê çalakgeran, li gel daxwaza ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan, yek ji armancên me yên bingehîn ew e ku artêşa tirk a ku li dijî gerîla çekên kîmyewî bi kar tînin rawestînin.

Divê PKK ji lîsteya terorê bê derxistin

Yek ji daxwazên me yên girîng jî ew e ku tevgera azadiyê ya kurd PKK ji lîsteya rêxistinên terorê bê derxistin ku li dijî DAIŞ’ê bi lehengî şer kir û gelên cîhanê ji belayekî mezin rizgar kir.

Çalakiya me ya ‘Azadî wê bi ser bikeve, Keştiya Azadî ji Ocalan re’ li vir bi dawî dibe. Lê belê em ê kampanyaya xwe ya ‘Azadî ji Ocalan re’ bi xwedîderketineke hîn xurtir dewam bike. Di heman demê de em ê felsefeya azadîparêziya jinan, ekolojîk û demokratîk a Rêber Apo bi coş û biryardariyeke hîn mezintir bigihînin cîhanê.

Em bang li tevahiya kurdistaniyan, gelên cîhanê û dostan dikin ku vê kêliya dîrokî mezin bikin, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan bi biryardarî têbikoşin.”

Azadiya Ocalan rêya aştiyê ye

Di dema daxuyaniya çapemeniyê de nûnerên şaredariyên herêmên 6 û 8’an ên Napolî jî amade bûn. Nûnera Şaredariya Herêma 8’an Nicola Nardelli bi bîr xist ku Napoli welatîbûna rûmetê daye Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got ku azadiya Ocalan rêya aştiyê ye.

Piştî axaftinan girseya gel dest bi meşê kir. Di çalçakiyê de posterekî mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankarta bi daxwaza azadiya Ocalan hat hildan û dirûşmên ‘Terorîst Tirkiye’ û ‘Azadî ji Ocalan re’ hatin qîrîn.

Çalakger ber bi avahiya walîtiyê ve dimeşin. NAPOLΠ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar