Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Çarşamba - 18 Eylül 2024

Ketina gundê Amarayê hat astengkirin

Dorpêça bi boneya 72’yemîn rojbûna Rêber Ocalan a li gundê Amarayê dest pê kir, heya Xelfetiyê hat. Şendeya ji KCD, TJA, DBP û HDP’ê pêk hat, di ketina Amarayê de hat astengkirin

Îro roja 72’yemîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê 22 sal in li Girava Îmraliyê dibin tecrîda girankirî de tê girtin. 4’ê Nîsanê ku her sal bi tevlibûna bihezaran kesan dihat pîrozkirin, îsal cardin hat astengkirin. Leşker û polîsan berî çend rojan gundê Amara yê girêdayî navçeya Xelfetê ku Ocalan lê ji dayikbûye, dorpêç kirin. Polîs û leşker destûrê nadin ku kes bikeve gund.

Şandeyeke ji Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, parlamentera HDP’ê Ayşe Surucu û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) pêk tê, xwest biçe gundê Amarayê, lê şande li Xelfetê hat astengkirin. Şandeya ku ji 15 wesayîtan pêk tê, 20 kîlometre nêzî Xelfetê hat rawestandin. Ji bo şandeyê hat gotin ku ‘qedexeya walîtiyê’ heye û bi vî awayî destûr nehat dayîn ku şande bikeve Xelfetê.

Piştî nîqaşa demek dirêj, destûr hat dayîn ku parlamenter Berdan Ozturk, Salîha Aydenîz û Ayşe Surucu yên cihê xwe di şandeyê de digirtin bikevin navçeyê.

Şandeya ji parlamenteran pêk hat, di ketina gundê Amarayê de, carek din ji aliyê leşkeran ve hat astengkirin. Ayşe Surucu bertek nîşan da û got ku mafê wan ê geştê tê astengkirin.

Li tesîseke bêhnvedanê ya girêdayî navçeya Bêrecûkê jî, şandeyeke din a Hevserokê HDP’ê yê Halîliyê Muslûm Arslan di navê de bû hat rawestandin û Arslan hat binçavkirin. Polîsan di heman demê de dest danîn ser 10 şaxên zeytûnan.

Dorpêça li Amara dewam bike. RIHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar