Hûn nikarin Roja me tarî bikin

Ji destpêka Meclîsa Tirkiyeyê ya îsal ve bang û teşebbusên Bahçelî û Erdogan ên derbarê neçareserkirina pirsgirêka kurd di rojevê de ye. Ev teşebusên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Salı - 26 Kasım 2024

Kevirên Dêra Sûrp Sarkîsê hatin dizîn

Dêra Sûrp Sarkîsê ku li Taxa Alîpaşa ya navçeya Sûr a Amedê ye, ji sedî 70’yê wê rûxiyaye. Dêra ku ji aliyê defînegeran hatiye rûxandin, niha hindik maye hilweşe. Ji ber ku li ser dîwarê wê tu lewheyeke hişyarkirinê tuneye, di 6’ê kanûna 2019’an de ji ber baranê dîwarê wê hilweşiya û zarokek bi giranî birîndar bû. Piştî rûxandinê kevirên wê hatin dizîn.

Parlementerê HDP’ê yê Amedê Garo Paylan anî ziman ku hafize û bîranîna bajêr tê tunekirin.

Paylan bi bîr xist ku heya destpêka sedsala 20’an jî nîviyê nifûsa Amedê ermenî û suryanî bûne û wiha got: “Gelê ermen û suryan hem li Sûrê diman hem jî heyînên wan ên çandî hebûn. Lê belê piranî jê piştî rûxandinê hatin tunekirin û hîn jî tên tunekirin. Dêra Sûrp Sarkîsê jî yek ji van sembolan e. Mixabin Dêra Sûrp Sarkîsê bêxwedî hat hiştin û niha wekî tê dîtin jî kevirên wê tên dizîn. A rast çîrok û bîreke mezin a der barê hebûna ermenan de tê tunekirin.”

Divê bê restorekirin

Paylan bi bîr xist ku di dema Şaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Osman Baydemîr de Dêra Sûr Gîragosê hatiye restorekirin û ev tişt anî ziman: “Ji bo restorekirina Dêra Sûrp Sarkîsê jî proje hatin çêkirin. Lê belê paşê bi pêvajoya pevçûnî û siyaseta qeyûm re ev xebat hatin sekinandin. Helbet ji bo parastina Dêra Sûrp Sarkîsê me bang li Wezareta Çandê kir. Lê belê niha mulkiyeta dêrê aydê Weqfa Dêra Ermenan a Amedê ye. Lê belê qaweta vê weqfê tuneye ku dêrê restore bike. Lewma divê rêveberiya xwecihî tevî weqfê dêrê restore bike.”

Di berdewamê de Paylan anî ziman ku ji bo restorekirina dêrê li qada navneteweyî ketine nava hin hewldanan lê belê ji ber polîtîkaya derveyî ya îktîdarê piştgiriyên gelên ermenî yên cîhanê jî tên astengkirin û da zanîn ku Tirkiye xwedî nasnameyeke pirçandî û pirnasnameyî ye, Dêra Sûrp Sarkîsê jî yek ji van sembolan e û divê xwedî lê bê derketin.

Divê wezaret biryar parastinê bigire

Paylan destnîşan kir ku desteya parastinê tenê saziyeke ku raporan çêdike û got ku lê belê divê wezaret ji bo parastian dêrê biryara tevdîrgirtinê bigire.

Her wiha Paylan diyar kir ku li Amedê bîr û bîranîn tên tunekirin û bal kişand ser rûxandina dêrê: “heyînên çandî yên li vê derê bi kemçeyan li qamyonan bar kirin birin. Mixabin ji bo yên mayî jî siyaseta tunekirinê didome.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar