Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

Kevirên sûrên Amedê tên dizîn û firotin!

Tê diyarkirin ku kevirên sûrên Amedê tên dizîn û firotin. Avahîsaz Arîf Îpek, destnîşan kir ku heger tevdîr neyên girtin wê texrîbata li sûran mezin bibe

Sûrên Amedê ku hin derdorên wê ji ber bêxwedîtiyê hindik mane hilweşin, li hêla Deriyê Mêrdîn jî hat dîtin ku hin kevirên sûran hatine rakirin. Her wiha hin kevirên li ser wan wêne hene jî ji cih xwe hatine leqandin. Tê diyarkirin ku kevirên sûran tên firotin.

Selîm Çanak ku çayxaneya wî nêzî sûran e, diyar kir ku bi şev gelek kes tên ber sûran, lê belê gava dibe bi roj kevir ne li cihên xwe ne. Çanak destnîşan kir ku ji zû ve kevirên sûran tên dizîn lê belê niha jî kevirên li ser wan şikil û sembol hene hatine derxistin.

Avahîsaz Arîf Îpek jî diyar kir ku kevir ne ji ber rûxandin cih derketine, ji cihên hatine derxistin kifş e ku ev kevir bi zanebûnî tên derxistin û wiha got: “Ji şopên wan jî diyar e ku mirov dibê qey hatine sîparîşkirin û paşê hatine derxistin.”

Îpek destnîşan kir ku piştî rûxandina ji bo avêtina molozan tiştek nehatiye kirin û moloz serobero hatine avêtin û anî ziman ku gava ji nav molozan kevir derketine û mirovan dîtiye ev kevir tên firotin, paşê ev rewş derxistina keviran teşwîq kiriye.

‘Li kafeyan wek dekorasyon tên bikaranîn’

Di axaftina xwe de Îpek diyar kir ku di demên dawî de li kafeyên Sûrê ev kevir tên bikaranîn û got ku hin cih jî ji bo dekorasyona hundir kevirên sûran bikar tînin û wiha got: “Ev kevirên biqîmet ku ji qada molozan hatine berhevkirin, niha li kafeyên li nav Sûrê û Pira Dehderî tên bikaranîn.”

Îpek destnîşan kir ku ji ber bêxwedîtî û bêkontroliyê sûr ketine vî halî û rê li ber texrîbateke bi vî awayî hatiye vekirin. Îpek bal kişand ser sersariya Desteya Parastinê ya Herêmê û wiha domand: “Desteya Parastinê dibêje, bêyî haya me jê çê bibe gelek tişt tên çêkirin. Midûriyeta Hawirdor û Bajarsaziyê, derveyî erken xwe tev digere, şaredarî ji dewrê derxistine û bi tena serê xwe tev digere. Tê gotin paşê hîn bûne ku muzeyeke jî hatiye texrîbkirin. Peywir û berpirisyarî di dest kê de ye tam nayê zanîn. Sedema vê texrîbatê ji ber bêkontrolî û bêxwedîtiyê ye.”

Ger tevdîr neyên girtin dê texrîbat zêde be

Her wiha Îpek da zanîn ku heger tevdîr neyên girtin dê ev texrîbat zêdetir bibe û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê derbarê firotina van keviran de mueyîdeyeke giran pêk bê. Divê bi awayekî rêkûpêk bên kontrolkirin. Divê saziyên eleqedar û berpirsiyar rojek berî rojekê tev bigerin.”  AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar