Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Çarşamba - 3 Temmuz 2024

Kevneşopiyên li ber windabûnê diparêzin û geş dikin

Hevseroka Navenda Çand û Hunerê ya Reqayê Hîva Îbrahîm derbarê xebatên xwe de ev agahî da: “Komên me yên çand û hunerê karekî kolektîf dikin. Mîrateya çandî ya gelan diparêzin. Kevneşopiyên li ber jibîrkirinê ne, diparêzin, geş dikin. Bi vî rengî çanda gelan digihînin nifşê nû."

Çand û hunera li Reqayê ku di navbera salên 2014-2017’an de bi dagirkeriya DAIŞ’ê re hate rawestandin, bidawîkirina dagirkeriyê re ji nû ve geş bû. Navenda Çand û Hunerê ya reqayê ku ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hate avakirin, bi tempoyeke zêde ya kar bûye navenda vê qadê.

Guherîn û jinûve avakirin ku piştî rizgarkirina Reqayê destpê kir, li qada çand û hunerê jî pêk tê. Navenda Çand û Hunerê ya Reqayê çalakiyan lidar dixe, berhemên hunerî pêşkêş dike, li ser çand û hunerê perwerdeyan birêxistin dike. Navend ku afirîneriyê teşwîq dike, ji bo têkiliyên civakî xurt bike bi roleke mezin radibe. Hevseroka Navenda Çand û Hunerê ya Reqayê Hîva Îbrahîm derbarê xebatên xwe de agahî da. Hîva Îbrahîm diyar kir ku tevî komên şano, wêne, muzîk, govend û wêjeyê 37 kes li navendê hene û wiha axivî: “Komên me yên çand û hunerê karekî kolektîf dikin. Mîrateya çandî ya gelan diparêzin. Kevneşopiyên li ber jibîrkirinê ne, diparêzin, geş dikin. Bi vî rengî çanda gelan digihînin nifşê nû.”

Hîva Îbrahîm anî ziman ku di dema rejîma Baasê de kurdan nikarîbûn çand û hunera xwe nîşan bidin; Ereban jî bêyî destûra rejîmê nikarîbûn tevbigerin û wiha dewam kir, “Piştî ragihandina Rêveberiya Xweser gel bi hêsanî dikarin bi çanda xwe bijîn û nîşan bidin.”

Hîva Îbrahîm bi bîr xist ku navenda çand û hunerê ji aliyê DAIŞ’ê ve hate hilweşandin, lê di sala 2019’an de ji aliyê Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve li cihekî cuda hate avakirin û wiha pêde çû: “Beriya DAÎŞ’ê çeteya Cephet El Nûsra li Reqayê bû. Navenda Çand û Hunerê ya ku ji aliyê çeteyan ve hate hilweşandin, di encama bombardûmanê de bi temamî hilweşiya. Rêveberiya Xweser jî Navenda Çand û Hunerê ya Reqayê ava kir. Gel bi rengekî azad çand û hunera xwe nîşan didin. Çand di nava hev de dikele. Gel bi hev re govendê digerîne, wêneyan çêdike, distirê, şano dilîze” û destnîşan kir ku bi taybetî gelên ereb û kurd li Navenda Çand û Hunerê ya Reqayê di nava yekîtî û hevgirtinê de karê çandî dimeşînin, çanda hev nas dikin wiha dawî li axaftina xwe anî: “Heta niha nêzî 100 mirovên gihîştî li beşên cuda yên hunerê hatin perwerdekirin. Her sal li Reqayê festîvala zarokan tê lidarxistin. Ji bo vê festîvalê 70 zarok têne perwerdekirin û zarok hunera xwe nîşan didin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar