Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Çarşamba - 18 Eylül 2024

Keyfxweşiya dewlet tirk zêde nedomiya: Rejîmê Seraqib stand

Navenda Nûçeyan |

Şerê li Idlibê yê di navbera hêzên rejîma Sûriyeyê, Rûsya û hêzên artêşa tirk û çeteyên wê de bênavber didome. Artêşa tirk û çeteyên wê 4 roj berê bajarokê Seraqibê ku ji bo kontrolkirina rêyên navneteweyî yên M4 û M5’ê xwedî cihekî stratejîk e, ji hêzên rejîmê standibûn. Li ser vê yekê jî di serî de serokomarê dewleta tirk Tayyîp Erdogan, dewleta tirk ev yek weke serkeftineke mezin nîşan dabûn û diyar kirin ku vê ‘serkeftinê’ hevsengî guherandine. Lê ev keyfxweşî zêde nedomiya. Hêzên rejîma Sûriye û Îranê bi alîkariya balafirên şer ên Rûsyayê, 4 roj piştre ango îro di danê sibehê de bajarok careke din li xwe vegerand.

Têkildarî mijarê Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) daxuyaniyek da û destnîşan kir ku hîn jî li eniyên bejahiya Idlibê, di navbera komên çete, artêşa tirk û hêzên rejîmê de şerekî dijwar diqewime. Artêşa tirk û çeteyên wê bi fuzeyan êrîş dikin û Rûsya jî bi balafirên şer bombebaran dike.

SOHR’ê daxuyand ku hêzên rejîmê bi piştgiriya Rûsyayê bajarokê Seraqibê kontrol kir.

‘Mertala Biharê’ encam nedaye

Hêjayî gotinê ye ku artêşa tirk ji bo derxistina hêzên rejîmê ji Idlibê, êrîşa ‘Mertala Biharê’ dabû destpêkirin. Di vê çarçoveyê de jî duh 2 balafirên rejîmê ji hêla artêşa tirk ve hatibûn xistin. Bi vê yekê re jî rejîma Sûriyeyê qada hewayî ji hemû balafiran re girt û şerê heyî jî gurtir bû. Piştî vê biryarê, Rûsyayê jî daxuyaniyek da û diyar kir ku dê şerê li dijî terorê bidome û mîsogeriya parastina balafirên dewleta tirk nadin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar