Navenda Nûçeyan |
Kurê helbestvanê nemir seydayê Cegerxwîn, Keyo Cegerxwîn li payatexta Swêdê Stockholmê ji ber vîrûsa koronayê (Covîd-19) jiyana xwe ji dest da.
Hat zanîn ku Keyo Cegerxwîn ku temenê wî 84 sal bû û hemwelatiyê Swêdê bû, du hefte berê bi vîrûsa koronayê ketibû.
Têkildarî mijarê Kongreya Civaka Demorkatîk (KCD), parlamenterên HDP’ê, nivîskar û helbestvanên kurd li ser hesabên xwe medyaya civakî sersaxî ji malbata Keyo Cegerxwîn xwestin û xemgîniya xwe ya ji bo koça dawî ya Keyo Cegerxwîn anîn ziman.