Nêrgiz Ismayîl |
Berdevkê Projeya Keziyên Kesk a ekolojiye Zîwer Şêxo behsa çalakiyên Keziyên Kesk kir û diyar kir ku ger şoreşa civaka demokratîk dest pê nekira wê demê tu derfetên ku civak xwe bi xwe rêve bibe nedibû.
Şêxo di destpêka axaftina xwe de pirsa ‘çima beriya 19’ê Tîrmehê ev kar û xebat li pêş neketin?’ kir û wiha got: “Pirseke gelekî girîng e em her demê ji xwe dikin. Di heman demê de saziyên civaka sivîl hîn bêhtir aktîv in di derfeta birêvebirina civakê û pêşxistina wê de. Di nava rêveberiyê de cihê xwe digirin. Eger ne bi temamî jî di nava tevahî saziyan de bin lê belê xwedî bandorekek gelekî mezin e li ser birêveberina herêmê.
Ev gava ku me jî avêtiye ya Keziyên Kesek ew jî berhemeke ji berhemên şoreşa 19’ê Tîrmehê ye. Bila her kes vê baş bizanibe ku me qet nedikarîbû vê projeyê li pêş bixin, di nava wan şert û mercên sîtemkarî, zilm û zora rejîma Baasê de. Mebesta min ne tenê di bin siya wê partiyê de lê ya rast ev e ku me nedikarîbû di bin sêwana pergalekê ku tenê nûnertiya navendîbûnê, deshilatdariyê de dike em weke înîsiyatîfên civaka sivîl kar bikin. Ji ber ku çendî dezgeh û înîsiyatîfên civaka sivîl pêşbikevin ewqas e desthilatdarî ji bo hebûna xwe xetere dibîne. Di heman demê de destûr nade pêş bikevin jî.
Ji ber vê yekê hemû sendîkayên heyî û saziyên civaka sivîl xwestin li ber xwe bidin, ji ber xwe birêxistinkirin zemînekî şoreşê jêre pêwîst dike, bêguman şoreşa me gelek derfet dane me û em jî li gorî wê xwedî projeyeke heyatî ne, ne tenê ji bo kurdan ango civata kurdan, ji ber ku civata Sûriyayê tê naskirin, hemû gel di nav hev de dijîn û kesek nikare vê rastiyê paşguh bike.
19’ê Tîrmehê qadên demokratîkkirina civakê firehtir kir
Di axaftina xwe de Zîwer Şêxo da zanîn ku ji bo kurdan û hemû gelên herêmê dijîn 19’ê Tîrmehê gavavêtineke dîrokî bû û ev tişt anî ziman: “Ne ji bo ku dê îskeleta dewletê hilweşîne, bêguman ew teqandina hêza gel bû. Êdî civak ji ber pergala navendî û sîtemkar bêzar bûbû. Lewra teqandinek sivîl û demokratîk pêwîst dikir. Nimûne, ev 8 meh in ku Înîsiyatîfa Keziyên Kesek hatiye avakirin. Ji 20’ê Mijdara 2020’an de me dest bi kar kir. Em niha hêdî hêdî ber ve tijîkirina salekê ve diçin. Di van rojan de em di nava kar û xebatekî pir berfireh de ne. Par weke vî çaxê em tenê sê kes bûn. Tiştekî me tune bû, tenê fikreke me hebû. Lê îro roj li meştelgeha Efrînê 18 hezar, li meştelgeha Keziyên Kesek ango li zanîngeha Rojava 17 hezar şitlên me hene. Her wisa me meştelgeheke sêyemîn jî li Qamişloyê navendî pir mezin çêkiriye. Ji bilî van jî li bajarê Tirpespiyê, Dirbêsiyê, Amûdê, Hesekê û Kobanê jî em di nava amadekariyan de ne ku her deverê kesk bikin.
‘Em ê bi ruhê 19’ê Tîrmehê bidomînin’
Her wiha Berdevkê Projeya Keziyên Kesk a ekolojiye Zîwer Şêxo axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Projey gelek in, berfireh in. Taybet di vê demsalê de em ê hewl bidin hîn zêdetir şitlên daran biçînin. Ev qas kar em hîn di projeyên xwe de di qonaxa yekem de ne. Ji ber ku çandinî jî demsalên wê hene û em jî li gorî xwezayê tevdigerin. Ji bo ku em şitlan ji derve denekirin, pêwîstî heye ku em bi destê xwe biçînin û belav bikin. Em saziyekî xwe ku birêxstin dikin li ser esasê xwebexşiyê ye, ne ser esasekî madî ye. Bi armanca qezenckirina civaka sivîl in, em her tiştî bi xwe dikin, bi destê xwe dikin, bi keda xwe dikin. Ev grûba ku em di vî karî de dixebitin hemû jî keç û xortên xwendevan in û wextê didin vê projeyê ji bo ku em bikaribin birastî civakek li şûna ku bibe çol û zer bimîne em civakek bi hêvî û kesk ava bikin. Rast e ne xebateke hêsan e lê belê heta dawî jî em di wê hewldanê de ne ku em ê li ber xwe bidin. Çawa ku şoreşa 19’ê Tîrmehê ev şensê azadiyê da me em ê jî vî şensî bi keskkirina welatê xwe temam bikin. 19’ê Tîrmehê li her kesî pîroz dikim.”