Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...
Pazartesi - 25 Kasım 2024

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Kî çiqas yerlî û millî ye?

Pirî caran şer weke kuştina bi çekan tê fêmkirin. Lê di jiyana rojane de kuştina herî zêde ne bi çekan pêk tê. Bêguman kuştina çekan bi hemû dijwariya xwe didome. Ev kuştin bi çi rêbazan viqû dibîne em îro li Rojava dibînin. Kuştina herî zêde û giran kuştina ku kapîtalîzm li dijî civakê bi amûrên cuda pêktîne ye.

Li Tirkiyeyê gotina moda, yerlî û mîllî ye ango netewî û heremkî ye. Pir balkêş e ku hemû netewperestên tirk vê gotinê wek amentûyek bikar tînin. Heta pirî caran gotinên bi serbilîndî çendî dijî rojava û kapatalîzme ne jî texsîr nakin.

Kapîtalîzm ji serî heta binî li dijî civakê şer e. Ger em bixwazin fêm bikin ka kî çiqas rojavayiye ango kapîtalîst e di wê manê de ne yerlî û mîllî ye berovajî xulamê wan e, em kirinên wan bi meyzînin. Bi gotinek bi uslûbê xwe diyar e însan. Ger uslûb şêweyê jiyanê be wê demê em dikarin di jiyana wan kesan de bibînin ka rastî çiqasî yerlî û mîllî ne ango çiqasî kapîtalîst û rojavayî ne?

Kapîtalîzm di serî de hilweşandina civaka xwezayî ye ango civaka ku di gundan û çiyan de jiyana xwe didomîn e. Li ku derê peywendiyên kapîtalîzmê hebin li wê derê di serî de gund û civaka gundan tê belav kirin. Tekiliya gundiyan bi axê re tê qutkirin.

Bêguman dema ku kapîtalîzm gundan û jiyana wan dike hedef mabesteka xwe heye. Jiyana gundan xwe disperê komûnîte ango hevparî, exleq esas e, kolektîf in, hevparî li pêş e, hevdû difikrin. Bi gotinek din çanda ku tê de pîvanên exleqî esas in. Ger mijar civaka misilmanî be, çanda misilmanî, civaka budîst be, çanda budîzmê, civaka xirîstiyanî be, çanda xirîstiyanî li pêş e.

Di civakên wiha de mirov bi birçiya namirin. Rêzîl nabin. Nabin parsek. Heta îxtiyaran û nexweşan jî di nava xwe de dihewînin û wan bi sadakayan didin jiyandin. Yerlî û Mîllî bûyîn ew in.

Dîsa di çandên wiha de ax esas e. Kes axê û avê naherîmîne. Daristanan diparêzin. Bi xwezaye re dijîn, xweza perçeyek jî wan û jiyana wan e. Di çandên wiha de îsraf nîne. Vala vala tiştan serf û xerç nakin. Amûrekê dikarin bi dehan salan kar bînin. Her tiştî nakin mijara bazarê û firotin û kirînê. Di civak û çandên wiha de îsraf haram e. Gunah e. Bêexlaqî ye. Bêwijdanî ye. Û heta ji mirovbûne derketin e.

Gelo çiqasî û çendî li gor çend gotinên jor me anîne ziman, îro di serî de Erdogan û hevalbendên wî; yerlî û mîllî ne?

An jî çendî misilman, li gor îslam in û bi exlaq in, haramzaden in, gunahbar in?

Mînak; îro li Tirkiyeyê her tişt li ser esasa endustriyalîzmê bi rê ve diçe lê em jî dizanin ku: “Fonksiyona kapîtalîzmê li endustriyalîzmê barkirî, bi giştî hilweşandina civaka ekonomîk, bi taybetî jî hilweşandina civaka gund-cotkariyê ye.”

Çima; “Civaka ekonomîk çiqasî ji hev bikeve, qanûna kara herî zêde ya kapîtalîzmê dixebite.” Ev jî bi rêya ku li ser esasa axa cotkarî kêm bibe, berhemên wan kêm bibin pêk tê. Dema ku ev jî pêk hat cotkar neçar in cihê xwe biterikînin û gundên xwe çol bikin û werin bajaran. Û li bajaran jî tişta ku li benda wan disekine parsekî ye, dizî ye, stûyê xwe xwarkirin e û xîzanî û bêçaretî ye. Ev jî ezezîtî ye û ji exlaq dûrketin e.

Em derdorê xwe binêrin û halê gund û cotkariya Tirkiyeyê binêrin, ezezîtiya ku pêş dikeve binêrin û ji exlaq dûrketinê binêrin, kuştina jinan, cînetan, cînayetan, dîn bûyînan, xwe firotinan binêrin.

Ev çiqasî bi îslamê re yek in?

Em bizanin ku endustriyalîzma ku îro Erdogan û gelek hevalên wî bi serbilîndî pesna wê didin, di serî de heta dawî li dijî ekolojiyê serî rakirine. Bi gotinek din dijî civak û xweza şer îlan kirine û şer kirine. Qira civakê û xwezayê anîne.

Ew kesê ku qaşo xwe misilman û dîndar dibînin û dihesibînin ma nizane ku hemû pêxember jiyana gundan û civakê diparastin. Dema ku dîtine ekolojî xirab dibe û dîtîne ku civak hildiweşe pênaseyên wekî: mehşer, firewn, nemrût bikar anîne.

Em bizanin ku endustriyalîzma ku tê pêşxistin jihevdexistin û tesfiyekirina civakê û aboriya gund û cotkariyê ye. Ew jî; bêkarî û di nava deynan de hiştin e. Întîhara ferd û civakê ye.

Û heta civaka gund-cotkariyê ji hev neyê belavkirin, serkeftina kapîtalîzmê ne gengaz e.Gelo kî çiqasî yerlî û mîllî ye ango kapîtalîst û rojavayî ye?

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar