“DAIŞ xwe zindî dike”. “DAIŞ careke din derdikeve meydanê.” DAIŞ li Iraq û Sûriyeyê planên nû datîne.” Bi van sernavan, di çend rojên derbasbûyî de, hinek dezgehên çapemeniyê qala xeteriya zindîbûna DAIŞ’ê kirin. Ev sernav jî piştî êrîşên nû yên DAIŞ’ê li hember hêzên Hikûmeta Şamê li çolistana Dêrazorê hatin rojevê.
Hebûna DAIŞ’ê û zindîbûna wê çawa dibe û kî li pişt wê ye? Ger qala tunekirina DAIŞ’ê were kirin û bi hezaran çeteyên girtî li Hesekê werin paşguhkirin wê çawa bibe? Ger pirsgirêka kampa Holê û malbatên DAIŞ’ê neyê çareserkirin wê DAIŞ çawa bi dawî bibe? Ger zarokên DAIŞ’ê neyên rehabîlîtekirin, wê çawa mêjiyê wan were paqijkirin? Divê berî her tiştî, ka çima ev dosya di halê xwe de hatine hiştin, têkevin rojevê û paşê qala zindîbûna DAIŞ’ê were kirin.
Li aliyê din, sebebên hîn li ber çav hene ku lingê din ê DAIŞ’ê ye û ew jî dewleta tirk e. Ji ber hebûn û nebûna van çeteyan bi tevgera dewleta tirk ve girêdayî ye. Li hêlekê deverên dagirkirî bûne hêlînên DAIŞ’ê û bi nûçeya herî dawî derket holê ku çend serçeteyên DAIŞ’ê ên li Efrîna dagirkirî qaşo girtîbûn, reviyan e. Ev çete bi ku de reviyan e nehat zanîn û çi plan li pişt wê heye, ew jî ne diyar e. Ji sedî sed dewleta tirk li pişt planekê ye. Berî wê li Moskowê jî êrişek çêbû û dîsa DAIŞ’ê girtibû ser xwe û ew jî ji Tirkiyeyê hatibûn. Her wiha dewleta tirk bi êrîşên xwe yên li ser bakur û rojhilatê Sûriyeyê û hedefgirtina şervan û fermandarên HSD’ê yên ji bo tunekirina DAIŞ’ê dixebitin, van çeteyan diparêze.
Derbarê vê mijarê de, Seroka Komîteya Azadiya Ol û Baweriyan a Navneteweyî ya Amerîkayê Nadîn Mayînza ku gelek caran serdana bakur û rojhilatê Sûriyeyê kiriye, bi riya hesabê xwe yê “X” daxuyaniyek da û diyar kir ku dezgehên çapemeniyê yên qala zindîbûna DAIŞ’ê dikin, xaleke sereke ya mijarê nayînin ziman ku ew jî êrişên dewleta tirk in li ser bakurê Sûriyê. Mayînza di heman nivîsa xwe de aşkere dike ku di sala 2023’an de 198 caran û di sala 2024’an de jî 94 caran balafirên dewleta tirk êrîşî van deveran kiriye û di encamê de 129 kesan jiyana xwe ji dest daye. Ev êrîş bûne sedem ku DAIŞ hîn zêdetir cesaretê bigire û tevgera xwe xurt bike. Ev tevliheviya ku dewleta Tirk bi van êrişên xwe çêdike jî li pêş çavê koalisyona navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê ku Amerîka pêşengiyê wê dike, pêk tên. Her wiha Nadîn Mayînza tîne ziman ku mijar ne tenê desteka çekan e, lê divê herêm di warê aborî de bê destekirin ku derfet çêbibin ev sîstema heyî zêdetir cih bigire da pêşî li tunderewiyê jî bê girtin.
Ev xalên ku Mayînza anîne ziman gelekî girîng in ku bikevin rojeva her aliyên dixwazin DAIŞ bi dawî bibe û li ser wê kar bê kirin. Dawîbûna DAIŞ’ê bi pêşîlêgirtina li dewleta tirk û destekkirina herêma bakur û rojhilatê Sûriyeyê dikare pêk bê. Di warê geşkirina herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê û rêveberiya xweser de jî desteka aborî girîng e ku bi wê sîstem cih digire û qewîmtir dibe. Lê divê destpêkê pêşî li dewleta tirk were girtin da ku DAIŞ sînordar bibe.