Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Kî fermana êrişa li dijî goristanan dide?

Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz, têkildarî êrîşên li dijî gor û goristanan pirsname da meclîsê û xwest Cîgirê Serokomar Fuat Oktay bibersivîne. Kaçmaz got “Kî fermana êrişa li dijî gor û goristanan dide?”

Di rojên dawî de êrîşên li dijî gorên zarokên kurdan zêde dibin. Herî dawi li navçeya Hezexê ya Şirnexê gorên endamên PKK’ê şikandin. Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Şirnexê Huseyin Kaçmaz, têkildarî êrîşan pirsname da meclîsê û xwest Cîgirê Serokomar Fuat Oktay bibersivîne. Kaçmaz, anî ziman ku êrîşên eskeran ên li dijî gorên zarokên Kurdan li Wanê dest pê kir û Farqîn, Mûş, Gever, Çewlik û herî dawî li Gundê Hespist ê Hezexa Şirnexê berdewam kiriye û 6 garên endamên PKK’ê hatine xerakirin.

Kaçmaz ji bo Fuat Oktay bibersivîne ev pirs pirsîn:

“ * Piştî li Wan, Farqîn, Mûşê gor hatin rûxandin, heri dawî li Gundê Hespistê yê Hezexa Şirnexê 6 gor ji aliyê eskeran ve hatin rûxandin. Agahiya we jê heye ku gorên kesên di şer de jiyana xwe ji dest dane tên xerakirin.

* Fermana xerakirina gorên li Wan, Farqîn, Mûş, Gever û herî dawi li Hezexê ji aliye kêve hatiye dayin?

* Kesên gorên zarokên Kurdan xera kirine kîne çi kes in? We heta niha kes tespît kiriye?

* Der barê kesên gor xera kirin û fermana xerakirinê dan de heta niha tu lêpirsîn hatiye vekirin. Dê bi sûcê zerardayîna goristanan de tu lêpirsîn bê vekirin?

* Ji bo dawî li van êrîşên li dijî goran bê tu detbîrê we hene. An jî hûnê tu debîran bistînin?

* Kêlên gorên hatine şikandin, ji ber navê kurdî li ser heye bi awayekî li dijî mirovahiye kêl hatine şikandin. Tu aliyê vê yekê yê mirovî, wîcdanî u hi-qûqi heye? Di dirokê de mînakek wisa heye? bi vê yekê çi armanc dikin?

*Zimanê Kurdî ku ji koka Aryenî tê û 5 hezar sal koka wi heye çima tîpek wî ew qas we bêzar dike? ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar