Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di dilê we de rehetî, ji bo pêşerojê hêviyek heye? Ger em ji vê re bêjin kêfxweşî gelo hûn niha keyfxweş in? Dibe gelek ji we bibêjin raste weke ku em li bendê ne jiyan. Wê demê ya ev qasê êş dide me çi ye? Ev çi ye wisan ku tevahî mirovan di cîhanê de ji kêfxweşiyê dor dixe? Em dibînin ku di çaxeke bi gengeşe û kaosan re dijî. Her kêliya em jiyana xwe didomînin bêtaqet, ketî û bêmoral derbaz dikin. Li aliyekê nûçeyên tv, torên civakî û rojnameyan de tejî zanîst li xwe bar dikin, li aliyekê pirsgirêkên karê em pêve mijûl dibin û ne xwe dana fêmkirinê ne jî kesên beramberî xwe fêmkirinê re rû bi rû dimînin. Çavkaniya pirsgirêkên me û êşên me bê dawî ne. Tu temaşeyî kîjan welatî dikî gelên wê hemû vê rewşê dijin. Ev cîhana me ya biçûk bi pirsgirêkên partiyan, şerên olan û netewan, pirsgirêkên aborî, civakî û her weke din re rû bi rû ye. Aliyek êş dikêşe, aliyek jî ji êş dayînê zewq digirin, aliyek hîn dewlementir dibe aliyê din hîn feqîrtir, aliyek serdest aliyek yê tê bişaftin û hemû alî jî ne kêfxweş in. Wê demê sedemê tevahî van êşan kî ye yan çi ye? Herku cihana me diçe pitir tê parçekirin, pitir tê belavkirin li sînoran û pitir tê tune kirin çavkaniyên jiyanê. Di vê serdema modern ya mirovahiyê de herku diçe mirovan dilê xwe tune kir û tenê bi mejî re jiyan kir. Ne tenê hatiye ji bîr kirin weke tiştekî pir ji rêzê girtine dest û weke kêrî tiştekê nayê tenê xwînê pompa dike girtine dest. Tu caran rê nedane hestên xwe berevajî ew binpê kirine. Heta mirovê ku hîs dike weke zarokekê nêz dibin, pir zeîfe û nepijayî ye digirin dest. Ne pêşketiye di demê keviran de dijîn. Ewqas reşkirinek ya wê heye êdî mirov baweriya xwe bi hestên xwe, hîsên xwe û pêhesên xwe naîne û dema rewşek wisa dijîn jê ditirse û xwe jê dûr dixe. Xwe fêrî hest ji holê rakirinê dike û dil li quncika malê bi cih dike û berê xwe dide aqlê xwe yê bi hezaran sale hatî şêwedan. Beriya bi aqlê xwe em tevbigerin divê em ji dilê xwe bi bawer bin. Dil çav e, aqil jî ling e. Divê ev herdu bi hev re tevbigerin. Yê ku me ji vê qirêjiya heyî ev şerê heyî xilas bike girêdana wan a bi hev re ye. Di her alî de yê ku dişewite, êş dikêşe û dinale em in. Aqlê me tena serê xwe kor e, lingê wî hene, dikare baz bide lê ji ber ku kore nizane wê kîjan alî de biçe. Ji ber wê her tim li erdê dikeve, hertim zirarê dide xwe, hertim acize, ne kêfxweş û ne rehet e. Ji ber wê hertim jiyan bê wate ye. Bi vê re bi aqlê kor dixwazin ronahiyê bibînin. Ev yek ne gengaz e. Di hindirê me de dilek hîs dike, pê dihese, dîbîne lê bê ling heye, ew nikare bibeze, li cihê xwe sekiniye lê divê em bi aqlê xwe wê bibînin ku pêwîstiya me bi çavê dilê me heye. Hatina wan ya gel hev ji agir rizgarbûne. Jîrtiya mirov ji nûve dixuluqe. Wêdemê emê bibin mirovên zana. Zanabûn bi van herduyan pêktê. Em kêliya ji dayîk dibin bi zanebûn ji dayik dibin, xwedî hemû zanîna. Her lawir û şînatiyek jî wisan bi zana ji dayîk dibe. Aqil di serî de pêktê, ew ji aliyê zanîst û kesên din ve tê şêwedan û rêvebirin. Ger mirovek ruhê xwe winda bike tevahî cîhanê feteh bike jî wê bê feyde be, wê piştî fetehkirina xwe jî di nava êşek hîn mezintir de jiyan bike. Mirov behsa heskirinê dikin lê heskirina wan li gorî çêkera civakî, mirovên dîndar, siyasetmedar, pergala wan ya hezaran salî, pirtûkên wan diçe. Heskirin ne aydê wan e aydê civaka ku têde dijîne, ew çawa dixwazin wisa didin heskirin; ne ji dil, bê bawer, sînordar û bi êş. Ev jî êxsîrkirina ruhê mirov e. Ne dikarin ji xwe hez bikin, ne dikarin ji xwe bawer bikin ne jî dikarin bi xwe jiyan bikin. Jiyana ku em bi hevre jiyan bikin me li hev kiriye dojehek, her yek ji me ji bo berjewendiyên welatê xwe, axa xwe, partiya xwe, fikrê xwe, zengîniya xwe, mala xwe, artêşa xwe, miqamê xwe, ezeztiya xwe me cîhana xwe ya em li ser dijîn mîna zibalekê lê kiriye. Ger ku em ne kêfxweş in û bi êş jdijîn wê demê şeweyê me yê ku em niha têde dijîn weke mirovahî giştî şaşitî têde heye. Ne ji bo xwe lê ji bo her kesek din em dijîn. Ji bo fikrê wan, axa wan, neteweya wan, projeyên wan her kêliya xwe em di xizmeta wan de ne. Em karkerên wan in. Ji ber ku em ne bi xwesteka dil û mejiyê xwe dijîn. Em bi aqlê wan yê zîhniyeta serdest nêzî her tiştî dibin û her tiştê me yê aydê cewherê xwe em winda dikin. Êvarî dest vala, bêtaqet û ne kêfxweş li malê dizivirin.