Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...
Pazartesi - 25 Kasım 2024

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Kî ne bi erkê xwe ranabin?

Ji gava yekem a nû li ser rûyê erdê, zindî û her cûre nebat peyda bûn tim têkoşîn û xebatek ji bo hê baştir çi ji bo jiyînê be û çi jî ji bo domandina reng û xemla xwe be hatiye kirin. Ev yek ji mirovekê bigire heta lawir, şînatî û her tiştê ku ruh li ser e derbas dar û tişteke nebe nabe ye. Yê herî zêde bijî û bike û ji her tiştê din cuda mirov e. Ji ber ku gelek zindî û nebatên din li gorî xweza û werzê xwe têkoşîneke wê heye, lê mirov her dem, her kêlî di nava her şert û mercî de ji bo bijî û bidome, divê şer bike û têbikoşe.

Ev têgîn herî zêde ji bo civak û neteweyên ku ji ber devê cinawirên demê filitîne hê zêdetir bi wate ye. Em kurd û Kurdistan jî yek ji wan civak û netewanin ku tevî hemû dirindetî û hovîtiya cinawirên demê me kariye bi rengê xwe ziman û çanda xwe xwe gihandiye îro. Ev ne tiştekî pir hesan e. Bi hezaran civak hatin û çûn bû pariyê devê dêw û hûtan. Her carê xwestin em daqûrtînin û heta avêtin devê xwe lê em dîsa ketin qirika wan nekarîn me tine bikin. Em neteweyekî wisan in ku heta îro hat, bi hezaran ferman û qirkirina re bihurîn. Em talan û wêran bû lê dîsa me xwe girt û rêya xwe domand, têkoşîna xwe kir.

Niha jî bi heman rengî têkoşînek pir rengî tê kirin. Têkoşîneke mezin û berbelav. Cinawir her ew cinawir e, lê kurd ne ew kurd e wê demê ye. Bi hêztir, bi vîn û bi çek e. Ji çekê zêdetir xwedî hêviya serketin û îdolojiyeke mayînde û guhertina demê ye.

Madem îro ji her demê bêhtir em bi hêz in, baş e ne diviya bû li gorî vê hêzê gelek derfetên niha ji bo serketina Kurdistaneke azad heyî em dikarin vê bi azadiyê tacîdar bikin. Lê mixabin di gelek aliyan de em kêm dimînin, heta hinek ji me ji bo ev yek pêk were tiliya xwe jî naqeliqîne. Di roja îro de dinê tev behsa me dike û navê kurdan dibihîstin kelecanî digirin, em pir lewaz dimînin. Çalakî û karê me tim dibin demkî nabe her demî. Em dest didin nagihîni serî. Yên navê kurdan di ti ferheng û çîrokan de nebihîstîn îro li ber destan û lehengiyên kurdan radibin û rûdinin. Baş e di rewşa niha de gelek derfet û destkeftiyên li ber deste me ji mirinê filitîn hatî avakirin, li ber hilweşînê ye gelek ji me na lebite.

Gerîla, şervan, pêşmerge bê dudilî sînga wan li tank, top û guleyan e. Erka wan diyar e, ew miriyên vê xakê û taca serê me ne. Di her şert û mercî de têdikoşin û li ber xwe didin. Gerîla tevî teknîka herî pêşketî ya dinê çawa dikare şer bike û gurzên giran li dijmin bixe, em li nava bajar em nikarin ji bo nasname û azadiya xwe tiştekî nekin, karê xwe jî ser milê wan bihêlin, bejin ‘Ew bila ji bo me bikin’ baş e em çi bikin? Qey qet erkekî me jî nîne. Şervan û Pêşmerge şev û roj li eniyan li ber her gule êrîşê şer dike û rê nade gavek dijmin pêş ve bê. Çima partî û aliyên kurd vê nabîne û ji vê hêzê nagire û nabe yek, li bey bavik eşîr û pereyan ketine. Girtiyên dest û ling kelemçekirî û li pişt şibakan bi sekna xwe û têkoşîna dike, nefesê li dijmin diçikîne, ditevizîne. Baş e em ciwan azad û serbest qey tiştek ji destê me nayê, em çav li wan dikin. Ji xwe her tiştê dikeve ser milên wan heta jê tên dixwazin asta herî jor de bikin. Ji xwe vê dikin. Canekî wan heye wê jî didin. Ê me çi heye em bidin. Qey qet tiştek nîne em jî bidin?

Em nebin pal û pişt ji bo wan, wê her ziyan bi me tevan be. Çi şervan, gerîla û pêşmerge heta saxbin wê rê nedin, lê dema ket divê cihê wan tim tije be. Nexwe, wê bimre wê talan bibe, wê sirûg bibe, wê tim em bin. Heta em ê bibin pariyeke devê nemerdan.

Kî/ê bi erka xwe ranabe, divê em neçar bikin ku bi erka xwe rabe. Kurdistan yek parçe ye, kurd jî yek netew e. Îro helwesta me ya herî şênber û zelal divê yekîtî û netewî be. Bangên ji bo yekitiyê tê kirin, divê ti demê beyhode neçe. Partî û hîzbên kurdî vê baş bizanin, emir heta cihekî ye, ji wê şûndetir, serbilindî an rûreşî ye. Dîsa divê jin, ciwan û civak rêveber û aliyan bide zorê. Alî û partiyên neyên Yekîtiyê neçar bikin an ji hemû erk û peywirê wê dabixe. Yê dibe wir gel e, yê bîna xwar jî gel e. Di rewşa niha de divê gel vê bixe dewreyê. Deng û rengê me tev yek be û em hemû di yek bedenî de bi yek mejî û yek dilî lê bidin û bijî.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar