Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kî ne ‘teror û terorîst’!

Ji ber ku li ser van têgînan pênaseyek gerdûnî ku bê qebûlkirin nîne, bi rengekî cihê tê pênasekirin û li gorî xebat û karê tê kirin, tê binavkirin.

Her welat û sîstem li gorî rêzikname û destûra bingehîn wateyek li vê bar dike û çi kes, sazî, tevger û rêxistinên ne li gorî berjewendî û sazûmaniya xwe mohra ‘teror’ û ‘terorîst’ li ser wan didanin.

Ewropa û saziyên wê yên mafê mirovan qaşo bûne mînaka edalet û parastina maf û temînata aramiya li ser rûyê erdê, îro ji bo tevgereke ku bi dilsozî di çarçoveya parastina rewa de daxwaza mafê xwe yê jiyanî û nasnameya xwe dike, weke ‘teror’ û ‘terorîst’ navê wê li lîstaya ‘teror-terorîst’ daniye û ji bo rêveberên wê jî di bin navê îxbarê de civakê fêrî bertilîl û sîxuriyê dike.

Di serî de DYA, Îngîlistan, Fransa, Almanya û welatên NATO, Konseya Ewropa, Yekitiya Ewropa û DMME’yê hûn ên qala edalet û wekheviya mirovî dikin, bi çi hincet û îdîayan tevgera kurd-kurdistanî PKK’ê ku zêdetirî 40 sal in têkoşîneke rewa ji bo doza gelekî ku hatî tunekirin, şer dike, berdêl dide bi salan in weke ‘teror-terorîst’ pênase dikin? Erdînîgariya hûn li ser hema xudêteala ji bo we danîbû, wê bê xwîn û berdêl girt. DYA we di berdêla qetilkirina çend xwecihiyên çermsoran de Amerîka ji bo xwe kir welat? Fransa heta kengê wê Afrîka mêtingeha we be? gelo dema we êrîş dikir û mirov qetil dikir, pênaseyên ‘teror-terorîst’ li ku bûn. Îngîlistan a ku tu dever nemaye mêtinger nekirî û hîn jî li ser xwînê dewlemendiyên welatan talan dikin, welatek danî avakirin? ji bo we pênaseya ‘terorê’ çi ye? Hûn ‘teror-terorîst’ çawa pênase dikin?

Hûn welatên Ewropa û xwe qûbleya edalet û aştiyê dibînin, ji we pirs dikim; gelo ji kengê ve daxwaza maf û nasnameya xwe kirin bûye ‘teror’? Li nasnameya xwe gerîn û daxwaza welatê xwe kirin, ji kengê ve bûye ‘terorîst’? Eger ku ev yek xwestin ‘terorîst-teror’ be wê demê di serî de kalikê we, hûn ‘teror-terorîstên’ herî mezin in.

Rewşa îro li Sûriye, Iraq, Lîbya, Ermenistan, Afrîqa, Ûkranya û bi dehan cihên din li holê ye. Yên li van cihan tevlihev dikin, xwîn dirêjînin, erd talan dikin, qetlê dikin, destdirêjî ax, jin û rûmeta wan welatan dikin ma qey ne hûn in?

We van sazî û welatan di rêziknameyên xwe de pênaseya ‘teror-terorîst’ weke, bê hiqûqî destdanîna ser mal, têkdana aramiya welat, êrîşkarî, qetil, destdirêjî û bêrûmetkirina al û rûmetê, li dijî dewlet û hiqûqê rabûn pênase kiriye. Lê halê hazir van tiştan hûn bi xwe welatên jor me navê wan gotî dikin. Gelo hiqûq û pîvanên we ma li ku. Ka bêjin hûn ‘terorîst in, teror in’ an ne?

Teror-terorîst kîne hûn dizanin?

Em binêrin Tevgera Azadîya Kurdistanê PKK ‘teror-terorîst’ e yan na? PKK a ji salên 70’ê û vir ve bi serhildanên ciwanan ên şoreşger ên li dijî emperyalîzmê rabûn, ava bû û ji ezmûn û tecrûbeyên tevgera ciwanên hatin çewisandin hêz girtin û xwe sazûman kir. PKK fermî 27’ê Mijdara 1978’an bi komeke biçûk li ser esasê welateke ‘mêtinger’ û bê ziman, çand û netew hiştî, xwe rêxistin kir û derket ser dika dîrokê.

PKK a ji salên ewilê ve bi rêbazê şoreşgerî û rêxistinkirinê di nava gel de xwe mezin kir, giha wê astê ku bikare ji bo şoreşeke zihnî û nû pêşengtî ji civakê re bike. Lê dewleta tirk a mêtinger di her kêliyê de bi êrîş û komployan xwestin vê hewldanê tune bike. Partiya PKK’ê ya bi pêşengtiya Abdullah Ocalan ku di nava gelê kurd de weke ‘Rêber Apo’ û ‘Serok Apo’ tê naskirin, tevî hemû rêyên demokratîk û aştiyane, neçar ma ku serî li rêya çekdarî bide. Ji ber ku tu rêyeke din nema ku têkoşîn ji bo bihêje serketinê û encam bigire, rakirina çekê bû yek ji gavên herî esasî. An tu şer bikî hebûna xwe biparêzî yan jî tu yî tune bibî. Ji bo wê PKK’ê tunebûnê red kir û ji bo hebûnê dest bi şer kir.

Tevgera Azadiya Kurd daxwaza ziman, çand, al û nîjadê dewletê nekiriye. PKK daxwaza ziman, çand û hebûna gelê xwe gelê kurd kiriye. Gelê kurd ji tunebûnê gihandiye hebûnê, jin serbixwe kiriye û kiriye xwedî vîn. Daxwaza heq û mafê xwe yê xwe bi xwe rêxistinkirin, avakirin û jînê kiriye. Ji bo vê jî berdêlên herî giranbûha yê ruhî daye û hê jî dide.

PKK di çarçoveya çalakiyên parastina rewa de li dijî sivîlan bizanabûn nekiriye û nake jî. Hemû çalakî sîstema ku gel tune dike û dagir dike, kiriye hedef. Kes û rayedarên dewletê yên ku zextê, îşkence û zilmê li gel dike kiriye hedef. Sazî û dezgehên sîxurî û mêtingeriya xak û helandina civakî dike armanc, kiriye hedef.

Di salên 90’î de hinek kesên li gel dewletê bi navê PKK’ê êrîşî gundî û sivîlan kiribe jî, PKK’ê ev yek tu demê qebûl nekiriye û li ber vê derketiye, lewra ew kes xwe li nava PKK’ê negirtin û jê qût bûn. PKK heta roja îro jî berdêlên wan salên tarî dide. PKK di sedsala 20-21’ê de gelek berdêl da ji bo civakek ji tunebûnê rizgar bike.

Di roja îro de yê herî zêde sîng bi sîng li dijî hovîtiya serdema nû ku weke DAIŞ hate binavkirin şer kir û berdêl da. PKK’ê di serî de li Sûriye, Iraq û gelek deverên din li dijî van hovan bi çek û vîna xwe têkoşiya û ev hovîtî tarûmar kir.

Ev yek hemû li ser ferman û pêşniyarên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê we van dewletên ku xwe bi edaletê bi nav dikin sala 1999’an bi komployeke xiyanetkar dîl girt û radestî Tirkiyeyê kirin; niha jî li 22 sal in li Girava Îmraliyê di nava tecrîdeke giran de ye, pêk hat. Rêberê Gelê Kurd got, ev hêza tarî li ku dibe bila bibe, divê hûn bi ser de biçin û tune bikin.

Di serî de PKK’ê li Sûriye-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî DAIŞ’ê, piştre li Iraq-Kerkûkê û sîrorê başûrê Kurdistanê û dîsa Şengalê pêşiya qirkirinên mezin girtin. Kê ji wan welatan sîng bi sîng li ber van êrîşan xwe girt û berevanî kir.

Ne bi saya PKK’ê ba, wê li Sûriye, Iraq bi milyonan mirov bihata qirkirin. Pêşiya tevgera DAIŞ’ê ya çalakiyan li Ewropayê bike girtin. Ev çend nimûne ji hezaran yek nimûneyên têkoşîna PKK’ê ye ya ji bo gelan kir.

Li aliyê din, Tirkiye ya ku hûn piştgirî dikin, çi kir? Xwedî dîrokek qirêj a qirkirina civakê ye. Di serî de 24’ê Nîsana 1915’an qirkirina ermeniyan pêk anî. Li Kurdistanê Qirkirinên Zîlan, Dêrsim, Koçgirî û hwd. Salên 90’î bi hezaran gund şewitandin û kirin kavil. Bi sed hezaran welatî koçber bûn, bi sedan hatin qetilkirin, girtin, sirgûnkirin û gelek ji wan di bîrên astîtê de hatin helandin hê jî ne hestî û gorên wan jî hatine dîtin.

Di her gav û kêliyê de li dijî rojnameger, welatparêz, nivîskar, muxalîf dest daye kiryarên qirêj, roj hatiye windakiriye, roj hatiye girtiye, roj hatiye sirgûn kiriye, roj hatiye çawa îro li Iraq, Sûriye, Lîbya û Ermenistanê xak talan kiriye, destdirêjî mal û dewlemendiyên van welatan bûye.

Sala 2015-2016’an di têkoşîna ciwanan a xwerêveberiyê de li bakurê Kurdistanê bi saxî mirov di jêrzemînan de şewitandin. Hê jî hewara Mehmet Tunç li ber guhê me tevan olan dide. Dîmenên ciwanên kurd ên li pey wesayîtên zirxî dikişandin û tazî li erdê dirêjkirî zindî ne. Cenazeyê Dayika Taybet di çavê gelê kurd de hê li erdê ye. Bi sedan zarokên mîna Ugur Kaymaz, Ceylan Onkol, Roboskî wêne û dîmenên bi hovane qetilkirinê li ber çav in.

Li aliyê din girtin, sirgûn, destdirêjî-destavêtina leşker û personelên dewletê li aliyekê, pêşxistina madyeyên hişbir û ferzkirina mal û namûsên kurdan. Hemû bi belge ne di dîroka nêzîk de pêk hatine.

Çiqasî PKK’ê xwest DAIŞ’ê têk bibe, di serî de serokkomarê tirk Erdogan û rêveberên Tirkiyeyê DAIŞ zindî kir û ji bo kiryarên xwe bikar anî. Niha jî wan çeteyan li ser Tirkiyeyê re şandin Lîbya, Ermenistan, di şerê li dijî gerîlayan de dan bikaranîn.

Herî dawî li Herêma Garê dîlên leşker ên zêdetirî 6 sal bûn di destê PKK’ê de bû û dihatin parastin dewleta tirk bi operasyonekê û bikaranîna çekên qedexe û kîmyewî leşkerên xwe qetil kir. PKK’ê leşkerên tirk parast, lê hikûmeta tirk ew qetil kirin.

Di roja îro de li girtîgehan zilm û îşkence heta bêjî heye. Girtiyên nexweş nayên berdan, di girtîgehan de dimirin. Destdirêjî-destavêjin keç û jinan. Bi hezaran mînakên wiha hene.

Welat û saziyên xwe bi hiqûq û edaletê nav didin, ‘teror-terorîst’ kî ne? Hûn bêjin. Eger dewleta tirk û rayedarên wê yên ku evqas bûyer û kiryar kirine ne ‘teror-terorîst’ bin baş e çi ne? Ka hûn pênaseyek bikin.

DMME, KE, YE em bi bîra we bixin hefteyên borî Serokê Konseya Ewropayê Charles Mîchel û Seroka Komîsyona Ewropayê Ûrsûla von der Leyen çûbûn Tirkiyeyê. Serokkomarê tirk di şexsê Seroka Komîsyona Ewropayê Ûrsûla von der Leyen di serî de rûmeta YE, KE û NATO’yê li bin erdê dabû û gotin di cih de be, rûmeta we anî pêç qûrîşan.

Gelo hûn bêjin PKK ye yan jî rayedarên tirk û dewleta tirk e ‘terorîst-teror’? Bersivê ji we re dihêlim.

Nûçeyên Têkildar