Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Kîjan medya şer û kîjan medya aştiyê dixwaze

Di rojeva Kurdistan, Tirkiye û cîhanê de gelek rojev hene. Hin rojev hene pêşeroja hemû gelên cîhanê eleqeder dikin. Lê hin rojev jî hene, rojane û heftane ne. Piştî çend rojan di rojevê de dimînin sar dibin û ji rojevê derdikevin. Êdî kes qala wan nake. Dema di rojevê de mijarên girîng ku hemû gelên cîhanê eleqeder dike hebe û li gorî van mijaran mirov li hemû weşanên tv, ajans û rojnameyan dinere, mirov di nûçe û rojevên wan de; dibîne ku kîjan weşanên çamemeniyê xizmeta şer, kaos, tundî, rant, talankirin û tunekirinê dike û kîjan weşanên çapemeniyê jî xizmeta aştî, azadî, demokrasî, wekhevî û pergala ekolojîk, demokratîk û azadiya zayendî dike.

Rast e berê jî, pir hindik mirov dizane kîjan weşan, ajans û rojname xizmeta çi û kê dike. Lê di hin rojên girîng de armanc û feraseta weşanan bêtir şênber zelal dibe. Dema em îro li weşanan dinerin, hîn şênbertir tê dîtin ku kîjan weşanên medya xizmeta şer û kîjan weşanên medya xizmeta aştî, aramî û jiyanê dike.

Îro di rojeva gelên cîhanê de hamleya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” heye. Di rojeva dewletan de jî şerê Hamas û Îsraîl, Rûsya û Ukraynayê heye. Dîsa di rojevên hemû weşanên çapemeniyê de erdheja 6’ê Sibatê heye.

Em di serî de li ser rojeva erdhejê de li ferasetên weşanên çapemeniyê binerin.  Her çend di rojeva hemû weşanên çapemeniyê de mijar erdhej be jî, lê aliyê nerîna mijarê ji hev pir pir cudatir e. Rast e rojeva tevan ERDHEJ e. Lê ya muhîm kîjan medya kîjan aliyê wêneyê erdhejê û piştî pêvajoya erdhejê dibîne.  Medyaya hawiz û serdest bi çavê dewlet û hikûmetê li wêneyên erdhejê û piştî erdhejê dinere. Yek jî bi çavê civakê li wêne dinere.

Duh 6’ê Sibatê 1’emîn salvegera erdhejê bû. Salek berê erdhej li 11 bajaran pêk hat û zêdetirî 100 hezar mirovî bi êşek mezin can dan. Bi sed hezaran mirov birîndar bûn. Bi hezaran mirovên birîndar bûn hêj êşên wan necebirîne. Mirovên bi saxî ji erdhejê rizgar bûn jî, neviyên malbatên xwe winda kirin. Ev mirovana dibe ku bedena wan sax be. Dibe birînên bedena wan tune be. Lê hin birînên wan ên ku qet neyên cebirandin û qet neyên dîtin hene. Ev jî birîna dilê wan e. Mirovên malbatên xwe li pêş çavan di bin kavilên erdhejê de winda kirin û ew man li derve, birînên wan pir kûr in û nayên dîtin. Her û her jan dide. Lê medya hawiz ji ber ku guh nade qêrîn û awaza wan vê birîna wan a kûr û her tim jan dide nabîne. Tenê pesnê hikûmetê dide û aliyê fizîkî ku hatiye avakirin dibîne. Lê aliyê hatiye xerakirin û bûye sedema xerakirinê qet nabîne.

Medyaya alîgirê civakê jî li nava kavilan digere û guh dide deng û awazên welatiyan. Hewl dide guh bide qerîn û hawara wan.  Li birînên wan ên bêderman digere. Hewl dide ji wan birînên nayên dîtin re bibe derman. Dixwaze birînên nayên dîtin bide xuyakirin û derman bike.

Medyaya ku li ser rant, berjewendiyê tev digere û xwe dispêre pere û patronan, salê carekê bi awayekî xapînok û formalîte dixwaze vî wêneyê civakê nîşan bide. Dema vî wêneyî nîşan dide jî aliyê ku kêrî hikûmetê bê nîşan dide. Aliyê xerab û bi êş nîşan nade.

Sozên ku hikûmetê dabûn gel û pêk neanîn nade.  Şert û mercên xerab ên welatî dijîn nîşan nade. Jiyana bi êş û jan a mexdûrên erdhejê nîşan nade. Rastiyê vedişêre û gel dixapîne.

Yek ji rojevên herî girîng jî pêngava ku dostên kurdan û kurdistaniyan li çar parçeyên Kurdistanê û tevahiya cîhanê dane destpêkirine. Îro li çar parçeyên Kurdistanê û tevahiya cîhanê pêngava azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan çareserkirina pirsgirêka kurd hatiye destpêkirin. Ev mijara ku hemû gelên cîhanê eleqeder dike, qet ne di rojeva medya hawiz û îqtîdarê de ye.  Medyaya hawiz, medyaya patron û îqtîdarê qet vê yekê nabîne. Naxwaze bibîne û naxwaze bê dîtin. Ji aliyê xwe ve dişopîne, lê qet naxe rojeva xwe û bi civakê re parve nake. Ji ber ku ev rojeva ne li gorî hesabê dewletan e. Ne li gorî berjewendiyên dewletan û pergalên serdest e. Ji ber ku ev rojev xizmeta aştî, aramî, wekhevî, demokrasî, azadî û pir rengiya jiyanê dike. Medyaya serdestan rojevê ku xizmeta aştî û azadiyê dike, her wiha xizmeta şer, kaos û tundiyê nake, qet naxe rojeva xwe.

Îro li gelek welatên Ewropa Meşa Azadiyê ya 25 rojan dest pê kiriye û ber bi Kolnê ve dimeşin. Dê li Kolnê di 17’ê Sibatê de mîtînga herî mezin bê lidarxistin. Bi sed hezaran kes dê wê rojê ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan biqîrin. Dê bi deh hezaran kurd û dostên kurdan dê azadiya Rêber Abdullah Ocalan û statuya gelê kurd bixwazin.

Li aliyê din Li Bakurê Kurdistanê jî ji 2 baskan ve bi tevlêbûna  75 rêwiyên Meşa Mezin a Azadiyê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hefteyek e gund bi gund, navçe bi navçe û bajar bi bajar di nava berf, sir û seqemê de dimeşin. Di her cih û warî qala tecrîdê dikin. Balê dikişînin ser girîngî û wateya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan.  Ev dîmenên ku li ser medya tijîtal ji aliyê sed milyonan kesan ve tê dîtin, ji aliyê medya serdest û patronan ve nayê dîtin. Medyaya hawiz-îqtîdar-patronan ango medya pereyan daxwaza gel a aştî, azadiyê nabîne.  Medyaya şer qêrîna  aştî û azadiyê nabîne. Dengê civakê nabîne. Tenê daxwaza bazirgan, patron  û îqtîdarê dibîne.

Lê medyaya azad jî di serî de rojeva sereke ya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” dibîne. Dîsa çalakiyên girêdayî wê û rojevên erdhej, şerê Filistin û Îsrailê, şerê li dijî Rojava, talankirina xwezayê, qeyrana aborî û gelek rojevên din dibîne. Dengê aştî azadiyê dibîne. Birînên kur ên veşarî ku di bin kavilên erdhejê de winda bûne dibîne û dikewîne.

Nûçeyên Têkildar