Li herêma Rojhilata Navîn, her ku diçe pirsgirêk girantir û berfirehtir dibin. Alozî û qeyrana hemû dewletên herêmê yek li pey a din weke hebê tizbiyê rêz bûne.
Dibe ku niha cihê şer û pevçûn lê germtir bûye Sûriye û Iraq be lê belê li Afganistan û Pakistanê jî şer kêm nîne. Her wiha pêla agirê şer ji xwe li ser Tirkiyeyê difûre û agirê cengê, nêzîk ne dûr dibe li Îranê geş bibe.
Îcar em bala xwe bidin, bi taybetî li her çar dewletên dagirker jî şer û ceng kêm nabe her diçe zêde dibe. Her wiha rêya çareseriyê li tu cihî nayê xuyakirin, ji bilî kurd û Kurdistanê. Ji bilî kurdan, ji hundir an jî ji derve kê dest avêtiye van welatan an jî vê herêmê bi giştî, alozî û qeyran çareser nekirine, berovajî kûrtir û dijwartir kirine.
Weke zanyarekî gotiye; netewekî serdestê netewekî din be, nikare bêje ‘ez azad im’. Li ber çavan e, em dibînin ku gelê her çar dewletên dagirker; li Tirkiyeyê, li Îranê, li Iraqê û li Sûriyeyê ma gelo azad in, aram in, ma aştî heye di nava gelên van welatan de?
Na xêr nîne. Erê her çendîn weke gelên Kurdistanê nayên çesipandin û nayên girtin û kuştin û weke wan zilmê nabînin jî, lê bi kêmanî ew jî ji jiyana xwe ne razîne û piraniya wan jî birçîne û ew jî zilm û zahmetiyan dikişînin. Belê bi kêmanî hinek mafên wan ên mirovî û nasnameya netewî hene lê yên gelên Kurdistanê ew jî nîne.
Hema em bala xwe bidin van hilbijartinên xwecihî yên 31’ê adarê ku li Tirkiyeyê û Bakur çêbûn. Hema hema hamû partiyên siyasî yên Tirkiyeyê, li dijî partiya HDP’ê bûn yek. Ji ber ku vê partiyê hinek mafên gelên Kurdistanê diparast, hemû partiyên din; eniya Cumhur û eniya Millet, li gelek bajarên Kurdistanê bûn yek enî, li dijî kurdistaniyan.
Helbet kurdistanî jî destvala ranewestiyan. Wan jî siyasetek hêja ya tifaqa kurdistanî û taktîkên bi rûmet li Tirkiyeyê jî da meşandin û bi serketin.
Li gel ewqas êrîşên dijwar, gelên Kurdistanê bi navê rêxistina xwe HDP’ê, derbeyek hêja li siyaseta dewleta faşîst, ergenekon, mafya û dagirker a Receb-Devlet-Agar-Çîller da! Qeyûmên wan ên lewitî, ji ser xaka me ya pîroz a şaredariyên welatê me xistin der.
Her wiha li Tirkiyeyê jî şikestinek mezin xwar; şaredariyên Stenbol, Enqere, Antalya, Edene û hwd. bajarên mezin, bi xêra HDP’ê ji destên wan hat derxistin.
Li Rojava jî, piştî rizgarkirina Baxozê, rizgarkirina Efrînê, Ezazê, Babê, Cerablûsê û hwd. di rêzê de ne.
Weke hat gotin, li van her çar dewletên dagirker pirsgirêk nayên çareserkirin. Ji ber ku ne hekîm hekîmê ji dil û rast e, ne jî teşxîs teşxîsa rast e. Lewma dermanê wan jî ne dermanê rast e ku karibin birînan derman bikin.
Hekîmê rast Rêber Apo ye, teşxîsa wî; birîndariya gelên mezlûm û civaka bê xwedî ye. Dermanê wî jî; felsefeya wî ye. Gelên me, di astek hêja de ev doktor û dermanê xwe naskiriye û li ser vê rêyê dimeşe. Di asta ku dimeşe de serkeftî ye û bûye xwedî destkeftiyan.
Li Rojava vê kilîtê gelek rê li çareserkirina pirsgrêkan vekir û dewam dike. Li perçeyên din jî kilîta rast a ku deriyê çareseriyê li hemû pirsgirêkan vedike, bi tenê ev kilît e; gelê kurd û kurdistanî ye. Ev kilît jî di destê Tevgera Azadiya Kurdistanê de ye.
Ne bi tenê ji bo gelên Kurdistanê, belê ji bo çareserkirina pirsgirêkên hemû gelan, kilît kurd in.
Ev kilîta Kurdistanê, çendîn bibe malê gelan ewqas çareserî nêz dibe, ewqas serkeftin pêk tê, ewqas destkeftiyên gelan zêde dibin.